CDK-F’yê bang li Macron kir: Doza Kurdan ji bîr neke!

CDK-F’yê bal kişand ser konferansa ku wê li Bexdayê pêk were û got “Em bang li Serokkomarê Fransayê dikin ku bila di vê konferansê de girîngiyê bide doza Kurdan û civaka Êzidî.”

Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Di vê pêvajoya krîza Rojhilata Navîn de, wê di 28’ê Tebaxê de li Bexdayê konferanseke herêmî were lidarxistin. Ev konferans bi hevkariya Parîsê tê lidarxistin, wê bi nûnerên hin welatan re hin peymanên dîrokî werin îmzekirin.

DEWLETA TIRK OPERASYONEKE QIRKIRINÊ LI DAR DIXE

Em ji ber vê konferansê bi fikar in û bang li Serokkomar Emmanûel Macron dikin ku bila îradeya gelê Kurd ji bîr neke. 

Ji 23’ê Nîsanê û vir ve Tirkiyeyê ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dest bi operasyoneke leşkerî kiriye. Tirkiyeyê PDK jî daniye kêleka xwe û dixwaze armanca xwe ya dagirkeriyê kamûfle bike û dixwaze vê operasyonê wekî li hemberî PKK’ê nîşan bide. Lê wekî ku li Sûriye, Qerebax, Lîbya, Kibris û Rojhilatê Behra Spî ev operasyon jî îspata polîtîkaya belavbûnê ye.

Bi veguherîna paradîgmayê jî PKK hewl dide çareserkirina doza Kurdan di nav axa her çar dewletan de pêk bîne. PKK’ê gelek caran agirbestên yekalî ragihandiye û ligel ku dixwaze doza Kurdan bi rêya diyalogê çareser bike jî hikumetên Tirk ji bo çareseriyeke aştiyane hemû derfet tune kiriye. Di pêvajoya dawîn de hikumeta Erdogan pêvajoya aştiyê fest kir û li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku pêşengtiya vê pêvajoyê dikir jî tecrîdeke giran pêk anî. Di heman demê de dest bi operasyoneke giran a ji bo tunekirina gelê Kurd û hemû destkeftiyên wê kir. 

Hikumeta Erdogan li ser şaredariyên Kurdan qeyyûm wezîfedar kir, bi dehan parlementerên Kurd û hevşaredar ji peywirê stend, bi deh hezaran Kurd girt, li bakurê Sûriyeyê li Efrîn, Ezaz, Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kir. Di bomberdûmanên Tirkiyeyê de bi hezaran Kurd qetil kir, nexweşxaneyên Şengal û Efrînê bomberdûman kir. Di heman demê de ji bo Rojhilata Navîn û Ewropayê bê îstîkar bike, bi rêxistinên cîhadîst ên wekî DAÎŞ, El Kaîde, Biraderên Misilman re şirîkatî kir. Tirkiyeyê di êrişên giran ên li ser gelê sivîl de, DAÎŞ û El Kaîde çekdar kir, ew fînanse kir û piştgirî dan wan. Ji bo ku li Şengalê civaka Êzidî qir bikin, Tirkiyeyê piştgirî da van rêxistinên çeteyên cîhadîst.  Mutefîkê ku hêzên dinyayê xwe nêzî wê dikin di heman demê de mutefîkê DAÎŞ û El Kaîdeyê ye. 

Tirkiye vî şerê ku ne ew ê ye li ser mutefîkên xwe ferz dike û ji Fransayê dixwaze ku bila polîtîkaya qirkirina Kurdan bîne. Her bêdengiya li hemberî binpêkirinên Tirkiyeyê ji bo Tirkiyeyê dibe piştgirî û teşwîqê. 

Tirkiye ji Efrînê heta Qendîlê, her roj li Kurdistanê hin hêzan bomberdûman dikin û divê were zanîn ku ev hêzan li hemberî DAÎŞ’ê şer kirine û ew mexlûb kirine. 

DIVÊ FRANSA JI BÎR NEKE KU EW DEYNDAR E

Fransa divê mutefîkên xwe yên duh ji bîr neke. Fransa û hemû dinya divê ji bîr neke ji ber ku PKK’ê li dijî DAÎŞ’ê şer kiriye, ew deyndarê wan in. 

Rojhilata Navîn ne ya salên 1916, Kurd ne Kurdên 1923 û PKK jî ne ya salên 1990’î ye. Ji ber vê jî heke PKK ya ku gelê Kurd temsîl dike ji qada siyasî were vederkirin wê doza Kurdan çareser nebe. Êdî dem hatiye ku Fransa û hêzên navneteweyî rê li ber vî tiştî vekin ku doza Kurdan bi awayekî cîddî were çareserkirin.  Doza Kurdan bi diyalogekek berfireh dikare pêk were. Heke PKK ji qada siyasî were vederkirin, bi dehan milyon kesên ku piştgirî dane wê jî wê werin vederkirin. 

Em bang li Serokkomarê Fransayê dikin ku bila di vê konferansê de girîngiyê bide doza Kurdan û civaka Êzidî. Naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê, avakirina îstîkrara wê tekane rê ye ku civaka Êzidî vegere ser axa xwe. 

Em bang li mutefîk, rêxistinên xwe yên dost û hemû pêkhateyên siyasî yên Fransayê dikin ku bila di vê pêvajoya krîtîk de piştgiriyê bidin gelê Kurd.”