CDK-F û TJK-F’yê ji bo 15’ê Tebaxê bang kirin

CDK-F û TJK-F’ê bi wesîleya salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê bi şîara ‘Bi Rêbertiya azad, nasnameya azad, xweseriya demokratîk Kurdistanê biparêze’ ji bo çalakiyên li Fransayê bang kir.

Gelê Kurd bi wesîleya salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê wê li qadan bin. Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd tê wateya vejînê û ev tişt hate gotin “Divê em li dora nirxên bi têkoşîna 38 salan hatine avakirin, kom bibin. Di şexsê fermandarê nemir Egîd de, hemû şehîdan bi bîr tînin û em salvegera pêngava 15’ê Tebaxê pîroz dikin. Pêngava 15’ê Tebaxê li hemberî her cure tasfiyekariyê tê wateya azweriya berxwedan û azadiyê ya li ser xeta Apoyî. Ji ber vê meha Tebaxê di dîroka gelê Kurd de meha pêngav û serfiraziyê ye. Ji ber ku li hemberî rejîma faşîst û leşkerî a 12’ê Îlonê pêvajoya ku bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê yên di 15’ê Tebaxa 1984’an de hate destpêkirin, tê wateya pêngava şoreşger a gerîla û serfiraziya wê.

Piştî 38 salan di salvegera pêngaveke wisa de, şertên tecrîdê yên li ser Rêber Apo giran dibe û li hemberî gelê Kurd jî şer zêdetir dibe. Dem hatiye ku em bi ruhê 15’ê Tebaxê dakevin qadan, Kurdistanê biparêzin, bi şîara Rêbertiya azad, nasnameya azad û xweseriya demokratîk xwedî li çalakiyan derkevin. Em bang li Kurdên li Fransayê dikin ku bi girsekî tevlî çalakiyan bibin.

DI 13’Ê TEBAXÊ DE DEST PÊ DIKE

Li Fransayê wê çalakî di 13’ê Tebaxê de dest pê bikin. Li Parîsê wê di 13’ê Tebaxê de saet di 17.00’an de li Gare Du Nordê çalakî werin destpêkirin û li qada Stalîngradê jî wekî mîtîngê bidome. Di heman demê de wê li Marsîlya, Rennes, Bordeaûx, Strasboûrgê jî çalakî werin kirin.