CDK-F’ê li Parîsê kongreya xwe li dar xist

CDK-F’ê kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de rojeva herî pir li ser hat rawestin êrîşên komkujiyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê bûn.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F), kongreya xwe li dar xist. Kongreya li Navenda Giştî ya Partiya Komunîst a Fransî bi tevlêbûna bi sedan delegeyan hat lidarxistin, bi rêzgirtin û axaftineke kurt a hevserok Necmettîn Demîralp û Netîce Arslan ên delege silav kirin dest pê kir.

Ji xeynî delegeyan Endamê Têkiliyên Navneteweyî yên Partiya Komunîst a Fransî (PCF)Pascal Torre, Partiya Çepgir û endamên rêvebir ên Komeleya Alîkariya Bi Lezgînî Li Dijî Nijadperestiyê tev li kongreyê bûn.

Piştî hilbijartina dîwana ji Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç, Berîvan Firat û Şîrîn Yilmaz pêk hat, nûnerên saziyên heval û hogir ên Fransî axivîn.

Nûnerê PCF’ê got ku ew rojeva têkildarê Kurdistanê ji nêz ve dişopînin û ev tişt anîn ziman: ‘’Em her tim piştgiriya çalakiyên we dikin. Êrîşên li we tên kirin qat bi qat zêde dibin, lê hûn Kurd her û her doza aştiyê dikin.

‘EM PIŞTEVANÊ PKK’Ê Û GELÊ KURD IN‘

Li ser navê Partiya Çepgir û Tevgera Yên Serê Xwe Xwar Nakin a Fransayê Jean Cristophe Sellin, mafê axaftinê wergirt berxwedana gerîla silav kir û wiha got: ‘’Em piştevanê PKK, HDP û gelê Kurd in. Divê Hevrê Apo azad bibe. Daxwazên we li ser konfederalîzma demokratîk bi pêş de birine daxwazên me ne jî. Daxwazên we yên azadiyê, li Tirkiye, Rojava û li her dera Kurd lê ne em ê li piştevaniya ji bo we dewam bikin.’’ Axavtina Sellin bi dirûşmeya ‘’Bijî Serok Apo’’ hat pêşwazîkirin.

Koordînasyona FEDA ya Fransayê jî peyameke nivîskî şand. FEDA’yê kongre silav kir û da xuyakirin ku vîna ji bo kongreyê bersivek e li hember zilm, mêtingerî û êrîşan.

POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ

Di beşa nirxandina rojeva siyasî ya kongreyê de, siyasetvanê Kurd Adem Ûzûn mafê axaftinê girt. Ûzûn êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê yên bi hevkariya PDK’ê bi bîr xistin û diyar kir ku êrîşên heyî di periyoda tevgera azadiyê nîşan dike de dest pê bûne û wiha got: ‘’Çimkî tevgera me ev geşedanên bi hevkariya zihniyeta komkujer re hatiye bipêşdebirin didît. Çimkî çawa ku AKP’ê dît ku wê careke din nehê hilbijartin polîtîkaya xwe ya qirkirinê qat bi qat kir.“

‘PDK’Ê XIYANET HILBIJART‘

Ûzûn da xuyakirin ku berxwedan di hemû waran de berdewam e û bi bîr xist ku hin kesên dibêjin em nameyê ji KCK’ê û Barzanî re bişînin ji bîr dikin ku rastiyeke pêşniyaznameya pevçûnê ye û ev tişt got: ‘’Şerê me bi dewleta Tirk re ye, ne bi PDK’ê re. Wan di vî şerî de tercîha hevkariya bi dewleta Tirk re kir. Ûzûn îradeya kongreye silav kir û destnîşan kir ku çalakiyeke herî biçûk a gerîla ya li Ewropayê bihê lidarxistin tê şopandin, ji wê boneyê çalakiyên ku dikin giring in.

Piştî axavtina Ûzûn, rapora xebata salane hat xwendin. Delegeyan li ser rapor û xebat, rewşa heyî ya komeleyan, perwerdehî, jin û xebatên çandê û yên ciwanan li ser asasê rexne kirin û xwerexnekirinê nirxandin kirin. Bi pişt re rêvebiriya CDK-F’yê hat hilbijartin.

Piştî axaftinan, Xanê Akdogan û Abdûllah Ulmez weke hevserok hatin hilbijartin, piştî ku lijneya venihêrîn û dîsîplînê delege silav kirin, kongre, bi dirûşmeya ‘’Bijî Serok Apo’’ bi dawî bû.