CDK-F'ê ji bo çalakiyên 11'ê Hezîranê bangawazî kir

CDK-F'ê bi dirûşmeya "Kurdistanê biparêze, şoreşê biparêze" banga tevlîbûna çalakiyên ku wê sibe li bajarên Fransayê bên lidarxistin kir.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) bangewaziyek ji bo çalakiyên 11’ê Hezîranê yên li dijî qirkirin û dagirkeriya dewleta Tirk weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk dagirkirina Kurdistanê û qirkirina Kurdan armanc dike û hate gotin, “Li ser banga dostên gelê Kurd ên enternasyonalîst wê li hemû Ewropa û cîhanê çalakiyên “Kurdistanê biparêzin, Şoreşê biparêzin” pêk werin. Werin em bi hev re di 11’ê Hezîranê de li her derê li ser asta cîhanê dengê xwe bilind bikin; Werin em bi hev re xwedî li Kurdistan, Rojava û gerîla derbikevin. Di vê çarçoveyê de em ê sibe 11’ê Hezîranê roja Şemiyê saet di 14.00’an de li Qada Repûblîqûe bi pêşengiya hevalên enternasyonalîst bên cem hev. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên wan dikin ku tevlî çalakiyan bibin.”

PEYAMA DÎTBARÎ YA CIWANAN

Li aliyê din xebatkarên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê jî ji bo çalakiya 11’ê Hezîranê (sibe) ku wê saet 14:00’an li qada Repûblîqûe bê lidarxistin, bi weşandina dîmenekê bangewazî kirin.