Carlsson: Divê PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin

Nivîskarê rojnameya Proleteran Anders Carlsson got, ''Ti sedem tine ku PKK di nav lîsteya terorê de were hiştin. Yekîtiya Ewropayê divê PKK'ê ji nav lîsteya terorê derxîne.''

Nivîskarê rojnameya Proltaren Anders Carlsson got piştî ku Serdozgeriya Swêdê ragihand ti têkiliya PKK'ê bi kuştina Palme re nîne divê Swêd ji Kurdan lêborînê bixwaze û Yekîtiya Ewropa jî divê PKK'ê ji nav lîsteya terorê derxîne.

Carlsson ji serê salên 70'yî ve edîtora rojnameya Proletaren kiriye û di navbeyna salên 99 û 2014'an de lîdertîya KP /ML (r) Partiya Komunîst /Marksîst-Lenînîst (Şoreşger) kiriye.

Carlsson got dema Palme hatî kuştin bi rengî teqez li dijî îdîaya şefê polîsan Hans Holmer derketine ku îdîa dikir Palme ji hêla PKK'ê ve hatiye kuştin û piştî bi demeke kurt rojaneya wan îdîa kiriye ku Palme ji hêla rastgirên radîkal ve yên di nav polîsan de hatiye kuştin.

Nivîskarê rojnameyê her wiha got: ''Dibe ku polîsên Efrîkaya başûr û polîsên Swêd jî di nav da bi rastgirên radîkal û nîjatperestan re hevkarî kiribin û Palme kuştibin. Bi mîsogerî divê ev îdîa cidî werin dîtin û lê were pirsîn. Em pê dizanin ku hin nûçegihan hene ku vê îdîayê cidî dibînin û hê jî lêdikolin. Ji nivîskarên me Olle Mînell jî yek ji van e û hê jî li ser şopa Efrîkaya Başûr disekine.''

Serdozgerê dozê 10'ê Hezîranê bi daxuyaniyeke çapemenîyê diyar kir ku Palme ji hêla Stîg Engstrom ve hatiye kuştin, derheqê vê nivîskarê rojnameyê Carlsson got, ''Bi min ji bo ku ser doza Palme were girtin Engstrom weke ku kujer be hatiye nîşanda. Ev operasyoneke reşkirinê ya bi hevkariya polîs û dozgeran e.''

Carlsson her wiha got di kuştina Palme de hedefnîşandana PKK'ê bi bîr xist ku wan deman PKK li Swêdê weke rêxistina terorê hatibû nîşandan û got, ''Ji destpêkê ve weke parçeyek ji operasyona tarîkirina ser kuştinê hatibû plankirin. Ji ber sedemên polîtîk PKK weke berpirsê kuştinê hate nîşandan.

Carlsson li ser daxwaza ku divê Swêd ji Kurdan lêborînê bixwaze û PKK'ê ji nav lîsteya terorê derxîne got, ''Ev daxwazeke pir biaqil e. Swêd bêyî ku ti delîlek hebe PKK weke berpisê kuştinê nîşan da û ji ber vê daxwaze ku divê Swêd lêborînê bixwaze daxwazeke pir di cih de ye.'' Nivîskar her wiha got ne tenê PKK lê ANC û FKO jî weke rêxistinên terorê hatine qebûlkirin, lîsteya terorê ya Swêd bixwe nîne, lîsteyeke wiha ya Yekîtîya Ewropayê heye û Swêd rêxistên di vê lîsteyê de weke rêxistinên terorê qebûl dike.
Carlsson wiha got: ''Ti sedem tine ku PKK di nav lîsteya terorê de bimîne. Yekîtiya Ewropayê divê PKK'ê ji nav lîsteya terorê derxîne.''