Cansiz, Dogan û Şaylemez li Viyanayê hatin bîranîn

Ji bo yek ji damerînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li Viyanayê meşek pêk hat.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ber bi Konsolosxaneya Fransayê meşek hate lidarxistin.

Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê Kurdistanî tevî dostên xwe li meydana Operayê li hev kom bûn û ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistanê û cîhanê deqeyek rêz girtin.

Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", û "Şehîd namirin" ber bi Konsolosxaneya Fransayê ve meşiya.

Piştî ku çelengeke reş danîn ber konsolosxaneya Fransayê, mîtîngek li dar xistin.

Di mîtîngê de hate ragihandin ku komkujî bi fermana dewleta Tirk ji aliyê tetîkkêş Omer Guney ve hate kirin û dewleta Fransayê tevî ku haya xwe ji vê hebû lêpirsîn tenê li ser Omer Guney kir. Hate destnîşankirin ku heta berpirsyarên rastî bên eşkerekirin û darizandin wê têkoşîna xwe dewam bikin.