Cangoriyên Şengalê li Ermenistanê hatin bîranîn

Êzidiyên di sala 2014’an de li Şengalê hatibûn kuştin li Êrîvanê ya ku paytexta Ermenistanê ye hatin bîranîn.

Saziyên Êzidiyên li Ermenistanê bi tevlêbûna gel li navenda Êrîvanê li pêşiya peykerê ku sembola qirkirina Şengalê ye, li hev kom bûn.

Çalakgeran çeleng û qurnefîl danîn ber peyker û li ser navê saziyan axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin “Em qetlîama di 3’ê Tebaxa 2014’an  de ya li ser civaka Êzidiyên li Şengalê şermezar dikin. Ev qirkirin e û em ê tu carî vî tiştî ji bîr nekin. Ev êşa me hemûyan e. DAÎŞ’ê ev qetlîam kiribe jî hêza li pişt wan dewleta Tirk a faşîst e. Em dewleta Tirk a faşîst û hêzên ku di vê qetlîamê de rola wan heye, bi tundî şermezar dikin. Yek ji tişta ku divê em ji bîr nekin jî ev e ku li ser  talîmata Rêber Apo mudaxeleya PKK’ê pêk nehata, wê zêdetir kes bihatina kuştin. Ji bo ku careke din li ser Êzidiyan qetlîameke din a wisa pêk neyê, divê em li dora paradîgmaya Rêbertî li hev kom bibin û li ser vî esasî xweparastina xwe xurt bikin.”