Cangoriyên 9'ê Gulanê hatin bîranîn

Mamoste Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Şîrîn Elemhûlî û Elî Heyderiyan ku 9'ê Gulana 2010'an li Girtîgeha Evîn a Tehranê hatin darvekirin, li Stockholmê hatin bîranîn.

Civîna bîranînê li Komeleya Kurd a li paytexta Swêd Stockholmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Piştre sînevîzyona ku li ser jiyana her çar têkoşeran hatibû amadekirin hate nîşandan.

Di civînê de hevalên girtîgehê yên her çar cangoriyan bi rêya tora civakî (ZOOM) qala bîranînên xwe û têkoşeriya bi hevalên xwe re kirin. Qisekeran hemûyan, kiryarên Îranê yên li dijî mirovahiyê şermezar kirin.

Di dewama bîranînê de peyama Hevseroka KODAR'ê Gulan Fehîm hate nîşandan.

Piştre siyasetmedarê Kurd Senanîk Onen li ser wateya şehîdan axivî û anî ziman ku Girtîgeha Amedê ji bo tevgera azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê çi be, berxwedana her çar cangoriyan a li girtîgeha Evînê ya Tehranê jî ji bo têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê xwedî heman wateyê ye.

Onen di dewama axaftina xwe de ragihand ku kiryarên li Îranê ne kêmî yên dewleta Tirk a faşîst e û destnîşan kir ku ew bi saya şehîdan li hev kom bûne û her şehîdek sembolek taybet a berxwedana Rojhilatê Kurdistanê ye.

Her wiha hunermend Navedar û pêşmegeyê Dêrîn Kalê Ateşî jî peyam dan. Ateşî got, "Hîn di salên ku em pêşmerge bûn diçûn mala Ferzad Kemanger. Ew hîn di ciwaniya xwe de mirovekî dilsoz û xwedî hestên neteweyî bû."

Di dawiya civînê de cangoriyên têkoşîna azadiyê hemû hatin bîranîn.