CÎK’ê kongreya xwe ya 8’emîn li dar xist

Civaka Îslamiya Kurdistan li Elmanyayê kongreya xwe ya 8’emîn li dar xist û diyar kir divê xebat werin geşkirin û ji bo yekîtiya di navbera Kurdan de hewldan were kirin.

Civaka Îslamiya Kurdistan li bajarê Hagenê yê Elmanyayê bi beşdariya delegeyên xwe yên ji Ewropayê kongreya xwe ya 8’emîn li dar xist.

Her çar parçeyên Kurdistanê seyda û bawermend jî tevlî kongreyê bûn.

Elewî û Êzidiyên li Kurdistanê jî peyamek ji kongreyê re şandin.

Di kongreyê de hate diyarkirin li hemberî senteza Tirk-Îslam û dînparêziya desthilatdariyê divê civak ji ser zanist, exlaq û nirxên manewî were rêxistinkirin. Di kongreyê de hate diyarkirin divê Misilmanên Kurd ên li Ewropayê yekîtiya xwe pêk bînin, diyaloga di navbera Misilmanan de were xurtkirin, bi beşên din ên dînî re hevdîtin were kirin û ji bo yekîtiya di navbera Kurdan de divê piştgirî were dayîn.