Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tê çi wateyê?

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nexwestiye rewşa cîddî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bibîne û ji bo ku miameleya rûmetşikên û dermirovahiyê ya salan were bidawîkirin, tu biryar nedaye.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dezgeha dayîna biryaran e. Wezîrên Karê Derve yên hemû welatên endam an jî nûnerên daîmî yên li Strasboûrgê tê de cih digirin. Komîteya Wezîran biryara polîtîkayên Konseya Ewropayê dide, bernameya wê ya çalakiyan bi rê ve dibe û kontrol dike.

OHD, ÎHD, TÎHV û TOHAV’ê di 29’ê Tîrmeha 2021’an de ji bo ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan a derbarê biryara binpêkirina têkildarî ‘cezayê girtîgehê ya muebeta girankirî’ serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabû.

Di serlêdanê de hatibû xwestin komîte biryara binpêkirina li dijî xala 3’emîn a Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê têxe rojeva xwe ya heftane yan jî ya serdemê.

Xala 3’emîn a bi sernavê ‘Qedexekirina êşkenceyê’ Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê dibêje ‘Li ser tu kesî nabe ku êşkence were kirin, tiştên li derveyî mirovahiyê lê were kirin û cezayê rûmetşikên lê were birîn.” Tirkiye ya ku endamê Konseya Ewropayê ye, berpirsyar e ku Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê ku di sala 1950’î de îmze kiriye, pêk bîne.

Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê, ji girtiyên din ên li girtîgehên cihê yên Tirkiyeyê nêzikatiyek heye. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran pêk naye û mafên wan ên telefon, faks û nameyê jî hatine desteserkirin. Vê rewşa heyî ji ‘binpêkirinekê zêdetir’ bûye û veguheriye êşkenceyeke sîstematîk. 

Aliyê herî krîtîk ê serlêdana li Konseya Ewropayê ev e ku xalên ku ji aliyên saziyên serlêder hatine tespîtkirin û yên ku Tirkiyeyê Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê bin pê kiriye, divê demildest werin pêkanîn.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe ya di navbera 30’ê Mijdarê û 2’ê Kanûnê de li ser vê serlêdanê jî sekiniye. Piştî civînê daxuyanî da û heta Îlona 2022’an dem daye Tirkiyeyê.

Vê serlêdana ji bo bidawîkirina êşkence, kirinên dermirovahî û rûmetşikên ên li Îmraliyê hatibû kirin, li ser daxwaza divê saziyên Konseya Ewropayê têxin rojeva civînên xwe yên heftane û serdemî jî baş nehatiye sekinandin.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê binpêkirinên sîstematîk ên ku her hefte li Îmraliyê tê kirin, wekî kirinên normal dîtiye. Bi biryara xwe destûr daye û pesend kiriye ku Tirkiye heta dawiya Îlona 2020’an xala 3’emîn a Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê bin pê bike.

Di daxuyaniya Komîteya Wezîran a Konseya Wezîran de meseleyên divê bi lezgînî û di demeke kurt de werin mudaxele li wan were kirin û kontrola wan were kirin û meseleyên ji bo çareserkirina wan demeke dirêj hewce ye, xistiye nava hev û di warê fêmkirinê de aloziyek çêkiriye.

Komîteya Wezîran her du hemanên krîtîk ên di xala 3’emîn a Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê de kiriye yek, berpirsyariyên ku divê CPT û Konseya Ewropayê pêk bîne jî, betal kiriye. Komîteya Wezîran divê li ser van du meseleyan biryarekê bide.

1. Bidawîkirina binpêkirinên şertên heyî yên girtî yan jî kesên ceza wan li hatine birîn.

2. ‘Mafê hêviyê’ yê ku cezayê muebetê yan jî cezayê muebeta girankirî li wan hatiye birîn.

Komîteya Wezîran daxuyaniya xwe li ser ‘Mafê hêviyê’ ava kiriye û bi vê metodê re pirsgirêkên aktuel û lezgîn dereng xistiye û rê li ver vî tiştî vekiriye ku ev pirsgirêk neyên dîtin.

Mafê hêviyê çi ye?

Mafê hêviyê ji sala 1977'an û pê ve kete rojeva Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Konseya Ewropayê. Hiqûqnasên ku ev maf afirandin û parastin, diyar kirin ku mirovên cezayê heta bi hetayê lê bê birîn eger ji hêviya ku rojekê bê berdan bêpar bimîne, ev yek dikeve ber xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku li ser binpêkirina rûmeta mirovan an jî kiryarên li dijî mirovahiyê ye.

Di vê çarçoveyê de bi biryarên DMME'yê re mafê hêviyê êdî bû mafek ku Yekîtiya Ewropa û Komîteya Wezîran qebûl dike û kontrol dike.

Mafê hêviyê di qanûnên Tirkiyeyê de hînê nehatine bicihkirin, di ser re hikum hatiye dayin ku keên cezayê girtinê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn nikare ji mafê berdanê sûdê werbigire.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe ya sala 2014'an de ku bi sernavê "Ocalan û Tirkiyeyê" weşand, di çarçoveya mafê hêviyê de biryar da ku hukmê xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye binpêkirin. Mafê hêviyê ne cara yekê ye ku dikeve rojevê.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi vê têgihiştinê, vê mijarê weke mijareke ku divê di dema dirêj de bê çareserkirin û pêwîstî bi guhertina qanûnî heye, dixe rojevê. Bi vê biryarê re ji meqamên Tirkiyeyê dipirse ku ji bo guhertina vê rewşê tedbîrên çawa wergirtiye, di rewşa heyî de çend kes nikare ji 'mafê hêviyê' sûdê werbigire.

Heman Komîteya Wezîran rewşa lezgîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji nedîtî ve hatibû û ji bo astengkirina kiryarên şikandina rûmeta mirovahiyê û li derveyî mirovahiyê yên bi salan dewam dikin, biryarek nedabû.

Serlêdanên parêzeran, malbatan û saziyên li Ewropayê cidî nedît û ne ji bo CPT bikeve nava liv û tevgerê, lê ji bo CPT nekeve nava liv û tevgerê biryar dabû.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi vê biryarê û daxuyaniyê re xwe welê dike ku mîna haya xwe ji rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, haya xwe ji girtî û hikumxwarên li girtîgehên din ên Tirkiyeyê nîne. Ji bo rewşa heyî hîn bibe û bibe xwedî agahî heta Îlona 2022'an dem daye dewleta Tirk.

Bi vê biryarê re Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê piştgirî da dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP'ê ku mafên mirovan binpê bike, êşkenceyê û kiryarên li derveyî mirovahiyê dewam bike.