Biryara DYE’yê ya li ser pêşengên Kurd li Zurîh û Munîhê hatin protestokirin

Di çarvoveya kampanyaya “Nûnerên gelê Kurd ne terorîst in” ku li dijî biryara DYE’yê derbarê 3 siyasetmedarê Kurd dayî de, li Zurîh û Munîhê nûnertiya DYE hatin protestokirin.

Çalakiyên protestoyî yên derbarê biryara DYE’yê derbarê siyasetmedarên Kurd Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan de dayî li Ewropa didom in. Di çarçoveya kampanyaya “Nûnêrên gelê Kurd ne terorîs tin” ku KCDK-E’yê li dijî helwesta DYE’yê dayî destpêkirin de, li bajarê Zurîh a Swîsreyê û Munîh a Elmanyayê nûnertiya DYE’yê hatin protestokirin.

ZURÎH

Bi sedan kesên ku bi banga Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Tevgera Jinên Kurd ên Siwîsreyê (YJK-S) li Rathaûsbruckeyê kom bûyîn, DYE şermezar kirin.

Di çalakiyê de li ser pankartên ku wêneyên 3 nûnerên Kurd li ser nivîsandin “Nûnerên gelê Kurd ne terorîstin”, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hilgirtin.

Meşa ku Komîteya Rojava û yekbûyiyên Yekitiya Hêzê ya Demokaratîk piştgirî dayî yê, ji Rathaûsbruckeyê destpê kir, li ber nûnertiya DYE’yê bi dawî bû.

Di çalakiya ku li ser hev dirûşme hatî berzkirin de, piştî ku daxuyaniyek kurt hate dayîn bi dawî bû.

MUNÎH

Li bajarê Munîh a Elmanyayê, li ber Sefaretxaneya DYE’yê biryara DYE’yê ya derbarê 3 siyasetmedarên Kurd de hatî dayîn, protestokirin.

Çalakiya ku Meclisa Civaka Kurd û Meclisa Jinan a Sara organîze kirî, gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî bû. Axaftvanan biryara DYE’yê şermezar kirin û xwestin ji biryara xwe vekêşin.

Di daxuyaniyê de teqezî hat kirin ku biryara DYE’yê dayî xizmetê ji dewleta Tirk re dike û bal kişan ku dixwazin Kurdan krîmînalîze bikin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.