Xwepêşandanên protestoyî yên Kurdîstanî û dostên wan ên li dijî biryara Wezareta Karê Derve ya DYE’yê ya li ser 3 şoreşgerên Kurd û dîsa êrîşên dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê yên li Ewropayê dewam dikin.
FRANKFÛRT
Kurd û dostên xwe yên li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li Frankfûrt a Elmanyayê kom bûn, bi dirûşman êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin. Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser berxwedana gerîla û ev hate gotin: “Dewleta Tirk a ji gerîla derbên xurt dixwin, li Herêma Başûrê Kurdistanê gaza jehrî bikar tîne. Divê dewletên navneteweyî li ber vê bêdeng nemîne.”
BÎELEFELD
Li Bîelefeldê jî biryara DYE ya li ser sê şoreşgerên Kurd bi çalakiyekê ya li pêşiya şaredariyê hate kirin, hate protestokirin. Pişît axaftinên hatin kirin dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ û Bijî Berxwedana Avşîn, Heftanîn û Zapê’ hatin qîrkirin.
FREÎBÛRG
Bi heman armancê li Freîbûrg a Elmanyayê jî êrîşên dagirkeriya Tirk û biryara DYE ya li ser şoreşgerên Kurd hatin protestokirin. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin wê ti hêz nikare PKK’ê têk bibe.
GOTTÎNGEN
Bi meşekê ya li Gottîngenê hate kirin êrîşên dagirkeriyê hatin proteostkirin. Çalakî bi axaftinên li Qada Gassenlînse hate kirin û şûnde bi dawî bû.
HAMBÛRG
Li pêşiya Sefaretxaneya DYE ya Hambûrgê bi çalakiyeke protestoyî wêneyên Bayik, Kalkan û Karayilanli gel posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ev biryar xizmeta aştiyê nake, hate diyarkirin ku Qirkirina Ermeniyan îro di şexsê siyasetmedarên Kurd de li ser gelê Kurd tê sepandin. Hate gotin ku Kurd ne terorîst in, yê terorîst Erdogan e, tavilê divê DYE ji vê biryarê vegere.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.
ATÎNA
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Qada Monastarîkî ya bajarê Atîna ya Yewnanistanê kom bûn êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin. Ciwanên çalakiyeke bêîtîatiya sivîl kirin, belavokek ku armanca operasyonan vedibêje belav kirin.
Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ û ‘Bijî Berxwedana Metîna, Avaşîn û Zapê’ dawî bû.