'Bila komkujî were ronîkirin û kujer werin darizandin‘

Kurdan û dostên xwe li ber konsolosxaneya Fransayê ya Dusseldorfê, komkujiya Parîsê şermezar kir û xwestin kujer werin darizandin.

Kurdan û dostên xwe li ber konsolosxaneya Fransayê ya Dusseldorfê, komkujiya Parîsê şermezar kirin. Çalakî di saet 11.00’an de bi bîranîna Sakîne, Fîdan, Leyla û tevahiya şehîdên Kurdistanê hate destpêkirin. Di çalakiyê de wêneyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez hatin hildan.

Di çalakiyê de dayika şehîdan, Fevzî axaftinek kir û xwest komkujiya Parîsê were ronî kirin. Dayik Fevzî anî ziman ku divê li cihê ku Kurd lê dijîn xwedî li şehîdên xwe derkevin û got: “Di sala 1992’an ez li Helebê bûm û hevala Sakîne hate serdana min. Heval Sakîn e got, ‘Di hin demê ku şoreş bilind bûye de, dijmin ji me ditirse. Gava tiştek bi me were xwedî li şehîdan derkevin. Li Serok û partiyê xwedî derkevin.‘ Heta di laşê min de xwîn bigere em ê têkoşînê bilind bikin û xwedî li şehîdên xwe derkevin.“

Li ser navê Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) Gewre Batman jî axivî û ev tişt gotin: “Dewleta Fransa ji bo komkujiya Parîsê ronî neke serî li hemû rêbazan dide. Em ê weke jinên Kurd tu carê dest ji têkoşînê bernedin û timî ala berxwedanê bilind bikin.“

Di çalakiyê de li ber konsolosxaneya Fransayê çeleng hate danîn.