‘Bila deriyê Îmraliyê were vekirin‘

Wezîrê berê yê Îzlandayê Jonasson ê di rûniştina Konferansa Ewropayê ya bi daxwaza rakirina tecrîda giran a li ser Îmraliyê axivî û got ku ji bo aştiyeke mayinde li Tirkiyeyê divê deriyên Îmraliyê were vekirin.

Duh li Konseya Ewropayê bi tevlêbûna Wezîrê Karên Navxweyî yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson, Parlamentera berê ya HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Ozturkê rûniştinek hat lidarxistin. Di rûniştinan de li ser tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axaftina hatin kirin. 

‘TECRÎD LI DIJÎ QANÛNÊ EWROPAYÊ YE‘

Jonasson anî ziman ku rewşa li Îmraliyê li dijî mafên mirovan û qanûnên Yekîtiya Ewropayê ye û got: “Pergala li Îmraliyê divê neyê qebûlkirin.’’ Jonasson bilêv kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û aştiya li Kurdistanê ji hevdu ne qut in û got: “Gava deriyên Îmraliyê vekirî bûn, pêvajoya çareseriyê û niqaşên dihatin kirin bi erênî bûn. Peyama Abdullah Ocalan di Newroza sala 2013’an de da hêvî dida mirov. Piştre derî hatin girtin.“

‘SÛCÊN ŞER ÊN LI KURDISTANÊ‘

Jonasson destnîşan kir ku piştî bi dawî bûyîna mizakereyên li Îmraliyê dewleta Tirk li bajarên Kurdan sûcên şer kirine û wiha pê de çû: “Sûcên şer ên ji sala 2014‘an ve li Kurdistanê hatine kirin, mirov bi nihêrtina li Kurdistaniyên li Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Roboskiyiyên sala 2011’an hatin qetilkirin dikare bibîne. Ev delîlên sûcên şer ên li Kurdistanê ne. Em dibêjin, ji bo vebûna wan deriyan bi me re bibin alîkar ku aştiyeke mayinde li Tirkiyeyê çêbibe.“

PERGALA ÊŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Ozturk jî îşaret bi wê yekê kir ku Tirkiye endamekî Konseya Ewropayê ye û divê li gor peymanên navneteweyî yên di vê çarçoveyê de îmze kirine tev bigere û got: “Lê 23 sal in pergala êşkenceyê ya li Girtîgeha Îmraliyê berdewam e. Ev rewşeke ku bi biryara DMME’yê û raporên CPT’yê hatiye tespîtkirin.“

‘GIRTIYÊN DIN ÊN LI ÎMRALIYÊ JI MAFÊ XWE BÊPAR IN‘

Ozturk anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de ji mafên xwe yên qanûnî bêpar tên hiştin û li ser binpêkirinên li Îmraliyê ev agahî dan: “Îmraliyê ji sala 2011’an heta bi niha di sala 2019’an de 5 caran bi parêzeran re hevdîtin hat kirin. Girtiyan di nav 8 salan de bi tenê karî 5 caran malbatên xwe bibînin. Di nav 23 salan de bi tenê karî 2 caran bi telefonê biaxivin. Mafê hevdîtina bi parêzer re yê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên sala 2015’an anîn Îmraliyê û di hicreyê cuda de tên girtin, hat xwarin. Van girtiyan bi tenê karî 3 caran malbatên xwe bibînin.“

‘HAYA ME JI WAN NÎN E‘

Ozturk bi bîr xist ku piştî axaftina bi malbata xwe re bi bi 3-4 deqîqeyana 25’ê Adara 2021’î wan hay ji miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çênebûye û wiha got: “Têkiliya Abdullah Ocalan bi derve re 14 meh in hatiye birîn. Haya me ji tenduristî, şertên di girtîgehê û rewşa hiqûqî ya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên din tu nîn e. Cezayên dîsîplînê ku didin miwekîlên me ji vedişêrin û di vî warî de bi huqûqî nahêlin em tu tiştî bikin.’’  

BÊDENGIYA KONSEYA EWROPAYÊ HAT REXNEKIRIN

Ozturk diyar kir ku di dewam kirina li binpêkirinan a Tirkiyeyê de para Konseya Ewropayê jî heye û wiha axivî: Me di der barê tecrîda li ser Îmraliyê de sala 2011’an serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê da lê dadgehê piştî 8 salan hêj daxwaza parastinê ji Tirkiyeyê kir. Lê hêj tu biryar ji bo serîlêdanê nehatiye dayîn. Ji ber Konseya Ewropayê tu biryar neda ev kirin bû wek pergala îşkenceyê.“

‘DIVÊ KONSEYA EWROPA BI ERKA XWE RABE‘

Parêzer Ozturk, behsa serdana sala 2019’an CPT’yê kir û wiha pê de çû: “ CPT’yê rapora vê serdanê sala 2020’î weşand. Di raporê de diyar kir ku divê rejîma înfazê ya girankirî biguhere û pêşniyar hat kirin ku bi malbat û parêzer bi rêk û pêk bikarin hevdîtinê bikin. Lê piştî vê raporê rewşa li Îmraliyê yekcar giran bû. Em bang li Konseya Ewropayê û hemû parlamenteran dikin ku bi erka xwe rabin da ku Tirkiye biryarê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û raporên CPT’yê bi cih bîne.“

‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE‘

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê ya berê Dîlek Ocalan jî got: ‘’Em dibêjin bila êdî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan. Gelê Kurd û Rêberê xwe ne terorîst in. Ên ku îşkenceyê li vî gelê dikin, dikujin terorîst in. Dewletên Ewropayê bi xwe kerkirinê dibin şirîkî sûcê Tirkiyeyê.“

DOSYE DAN PARLAMENTERAN

Piştî rûniştinê dosyeya li ser tecrîda li ser Îmraliyê ya Înîsiyatîfa Azadî Ji bo Abdullah Ocalan teslîmê parlamenterên Konseya Ewropayê hat kirin.