Bijîşkên Kurd bi Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê re civiyan

Heyeteke bijîşkan ên girêdayî Tora Akademîsyenên Kurd bi rayedarên ofîsa Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê derbarê tecrîd û grevên birçîbûnê hevdîtinek kirin.

Bijîşkên Kurd nameyek şandibûn ji Sekreteriya Giştî ya CPT’ê û Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê. Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê bersiv dan banga bijîşkan û bi bijîşkan re hevdîtinek kirin.

Heyeta bijîşkan di 2’ê Adarê û di 24’ê Adarê de çûbûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê.

Bijîşk Mehmet Koroglû û Bijîşk Dêrsim Dagdevîren tevlî hevdîtina bi Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê bûn. Dagdevîren diyar kir ku wan bal kişandine ser rewşa çalakgerên greva birçîbûnê û got ku “Me ji rayedaran re ragihand, dibe ku şehadet pêk were. Me derbarê daxwazên çalakgeran jî fikra xwe diyar kir û me got ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, daxwaza me ye jî. Me diyar kir ku çalakger dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û hevdîtinên wî yên bi parêzer û malbata wî re werin kirin.”

Dagdevîren diyar kir ku rayedar gotine ew vê meseleyê ji nêz ve dişopînin û xebatên wan ên derbarê çalakgeran jî didome.