Bi sedan koçberên li Brukselê dawî li greva birçîbûnê anîn

Koçberên ku li paytexta Belçîka Brukselê li sê cihên cuda du meh in di greva birçîbûnê de ne, piştî hevdîtinên di asta bilind de hate kirin, dawî li greva birçîbûnê anîn.

Derdora 470 koçber ji 23'ê Gulanê û vir ve di greva birçîbûnê de bûn. Piraniya van jî ji Fas û Cezayîrê ne. Greva birçîbûnê li dêrekê û sîteyên zimanên Fransî û Flamanî yên Zanîngeha Azad dihate meşandin.

Li gorî komîteya piştevaniya çalakgeran, çalakgerên greva birçîbûnê ji bo lêkolînkirina serlêdanên wan dixwazin ku ji 6 mehan heta salekê mafê mayinê yê demkî bê dayin. Çalakger dixwazin bi rêya van blgeyên mafê rûniştinê tevlî kar bibin.

Rêxistina Doktoran a Cîhanê dawiya hefteyê diyar kiribû ku ji çalakgeran 300 kes êdî nema avê jî vedixwin û hişyarî dabû ku 'Di her kêliyê de' dibe ku mirov jiyana xwe ji dest bidin. Partiyên Çep jî hişyariyên bi heman rengî dabûn, hikumeta koalîsyonê ku ji Cotmeha 2020'î ve li ser kar e, bi vî rengî ketibû nava metirsiyê. Ji hîmên bingehîn ên hikumetê Partiya Sosyalîst û hawirdorparêz Ecolo hişyarî dabûn ku eger tiştek bi kesî bê wê dest ji hikumetê berdn.

Yekîtiya Bêkaxizan a ji bo Jinûve Sererastkirin (USPR) ragihand ku di encama çalakî û seferberiyê de dawî li greva birçîbûn û tîbûnê hatiye anîn.

USPR'ê diyar kir ku di asta bilind de wan karîbûn hin hevdîtinan bikin. Bi vî rengî greva birçîbûnê ya li Dêrê roja Çarşemê, ya li zanîngehê jî roja Pêncşemê bi dawî bû.