‘Bi ruhê seferberiyê tev li têkoşînê bibin‘

Malbata Akşahîn a ku bi awayek çalak tev li kampanya îmzeyan ya ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên qedexekirî bê derxistin dibe, anîn ziman ku divê her kes bi ruhê seferberiyê tev li têkoşînê bibin.

Kampanya îmzeyan ku ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên qedexekirî bê derxistin hate destpêkirin, tevî welatên Ewropa û Kurdistanê li gelek welatan dewam dike. Li Qibrîsê jî hema bibêje her roj li qadekê stand tên danîn û îmze têne berhevkirin. Malbata Akşahîn ku 20 sal in li Qibrisê dijîn, bi awayek çalak tev li xebatên kampanyayê dibin. Berpirsyarê standa îmzeyan a li bajarê Lîmasol ê Qibrisê malbata Akşahîn e.

‘EZ ÎMZEYAN JI BO XWE BERHEV DIKIM‘

Li vî bajarî ji bo berhev kirina îmzeyan hemû ferdên malbata Akşahîn dibin seferber. Malbat standa îmzeyan timî li cihên herî qelebalix ên bajêr datînin û heta niha 2 hezar îmze berhev kirine. Biçûkê malê Şerzan, heta niha hi tena serê xwe 612 îmze berhev kirine. Şerzan der barê berhev kirina îmzeyan de dibêje, ew van îmzeyan ji bonî xwe berhev dike. Şerzanê biçûk bang li her kesê kir ku tev li kampanyayê bibin û got: “Min pirê 612 îmzeyên heta niha berhevkirine ji mamoste û malbatên hevalên xwe û li standên hatine danîn berhev kirin. Ez van îmzeyan ji bo xwe berhev dikim. Lewre hêza bi tenê ya ji bo em li welatekî baştir û azadtir bijîn, têdikoşe PKK ye. Divê her kes tev li vê xebatê bibe.“

‘BI RUHÊ SEFERBERIYÊ TEV LI TÊKOŞÎNÊ BIBIN‘

Dayik Gulistan Akşahîn jî anî ziman ku divê em bi ruhê seferberiyê tev li têkoşînê bibin û got: “Armanca me berhev kirina 5 hezar îmzeyan e. Em ê demek herî kin de van îmzeyan berhev bikin. Her kes divê tev li xebatê bibe. Xebata giringtirîn a pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye‘. Divê em bi ruhê seferberiyê tev li têkoşînê bibin.“

Bav Arîf Akşahîn jî banga tevlêbûnê kir û got: “ Divê her Kurdê/a rûmetdar tev li rêya heqîqetê bibe. Rêber Apo û PKK rêya heqîqetê ye.“