Bi rêya wêne bikaranîna çekên kîmyewî teşîr kir

Hunermend û dostê Kurdan Goan Drougge ji bo balê bikêşe li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, wêneyê gerîlaya YJA’ê Starê Gulperîn Ata ku bi çekên kîmyewî şehîd bû, xiz kir.

Hunermend û dostê Kurdan Goran Drougge bi boneya Roja Aştiya Cîhanê 21’ê Îlonê, ji bo balê bikêşe ser sûcên dewleta Tirk ên ku di şerê dagirkirina Kurdistanê de çekên kîmyewî bi kar tîne, li ber Wezareta Karên Derve ya Swêdê ya li Stockholmê bi rêya hunerê çalakî li dar xist. Goran Drougge, ji bo bêdengiya hikûmeta Swêdê ku endamek ê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ye, ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar bike, wêneyê gerîlaya YJA-Starê Gulperîn Ata ya ku Gulana 2022’an bi çeka kîmyewî şehîd bû, xiz kir.

Drougge pirsên kesên di ber re derbas dibûn, wiha bersivand: “Dewleta Tirk sûcên şer dike. Gulperîn Ata, navê kesekê ye ku bi çekên kîmyewî hate qetilkirin. Min jî dosyeya ku di der barê çekên kîmyewî de hate amadekirin dît û têra xwe delîl hene. Lê Swêd û welatên din ên cîhanê dengê xwe jê re nakin. Min ji bo şermezarkirina vê bêdengiyê di Roja Aştiya Cîhanê de biryar da ku vî wêneyê xêz bikim.”

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin. Dosye û nameyek a ku têkildarê sûcên şer ên dewleta Tirk hate amadekirin, pêşkêşê Wezareta Karên Hundir a Swêdê hate kirin.