Bi qedexeya PKK'ê ku ket sala xwe ya 30 'emîn çi hat hedef kirin?

Di 26'ê Mijdara 1993'an de bi bulteneke 53 rûpelî ya ku ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Kanter ve hatibû amadekirin û tê de behsa şerê li Kurdistanê û qetlîamên artêşa Tirk nehatibû kirin, PKK hate qedexekirin.

Qedexeya li ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku ji 26’ê Mijdara 1993’an û vir ve li Elmanyayê didome, dikeve sala 30’emîn. Kurdên li Elmanyayê ku ji ber qedexeya li ser PKK’ê di warê civakî û siyasî bêpar tên hiştin û tên krîmînalîzekirin, di salvegera qedexeya li ser PKK’ê de 26’ê Mijdarê roja Şemiyê li paytext Berlînê wê xwepêşandaneke girseyî bê lidarxistin.

Di çalakiya girseyî ku wê zêdetirî 50 rêxistin û partiyên siyasî yên sivîl ên wekî Antifa, Interventionistische Linke (Çepên destwerdanê), Linksjugend (Ciwanên Çepgir) û Partiya Çep, her wiha Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê (KON-MED), YXK’ê, YJK’ê piştgirî bidin, wê bi daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK’ê û dawî li polîtîkaya krîmînalîzekirina li ser Kurdan, bên cem hev.

Biryara 26'ê Mijdara 1993'an ku bi qedexekirina xebatên PKK'ê dest pê kir û di salên dawî de qada wê berfirehtir bû, çawa hate girtin? Di wê pêvajoyê de çi qewimî û vê qedexeyê çawa îlham da welatên din ên rojavayî?

Dewleta Tirk bi armanca tepisandina şerê çekdarî yê ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de di pêşengiya PKK’ê de ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve hatibû destpêkirin, ji NATO’yê ku endama wê ye û welatên rojavayî yên hevkar yên ku di nav de ne, ji bo destekê bigire ket tevgerê. Di dawiya sala 1984’an û destpêka sala 1985'an de konsepta NATO'yê ya 'tepisandina têkoşînên azadiyê' weke şablon hate girtin û li dijî PKK'ê xist meriyetê.

Rêbazên "şerê taybet", "dij-gerîlla" û "şerê psîkolojîk" ku NATO ya bi pêşengiya DYE'yê li erdnîgariyên din bi kar anî, vê carê li Kurdistanê xistibû meriyetê. Di vê konsepta ku ji aliyê hêzên cîhanî ve ji bo tepisandina Tevgera Azadiyê ya Kurd hat kirin de, yek ji rola herî girîng jî dan dewleta Elman. Ji ber ku Elmanya ji gelek aliyan ve di cihekî krîtîk de bû. Ew malovaniyê ji bi sed hezaran Kurdistanî û "karkerên mêvan" Tirk re dikir û yek ji wan welatan bû ku mexdûrên 12’ê Îlonê lê bi cih bûn.

PÊVAJOYA KU BI DADGEHÊN DUSSELDORF’Ê DEST PÊ KIR

Ji aliyê din ve, rêxistinbûna siyasî, çandî û civakî ya di nav Kurdên Elmanyayê de zêde bû wê, rêveberiya wê demê ya Bonnê xist nav fikaran, kuştina serokwezîrê Swêdê Olaf Palme jî bi PKK’ê ve dane girêdan, ji bo dewleta Elman jîngeheke awarte çêkir. Destgîrkirin, girtin, serdegirtinên ser malan û komeleyan ên li Elmanyayê yên di sala 1987'an de dest pê kirin, di sala 1988'an de zêde bûn. Di 5'ê Sibata 1988'an de li gelek bajarên Elmanyayê bi awayekî komî destgîrkirin û girtinên siyasetmedarên Kurd pêk hatin.

Duran Kalkan, Alî Haydar Kaytan û Huseyîn Çelebî jî di nav de zêdetirî 20 siyasetmedar û aktîvîst di 24’ê Cotmeha 1989’an de li Dadgeha Eyaletê ya Dusseldorfê di odeyên ewlehiyê yên taybet de hatin girtin û derxistin pêşberî dadger. Piştî Artêşa Sor a Elman (RAF) li dijî rêxistineke siyasî duyemîn lêpirsîna herî mezin bû. Doza Dusseldorfê ku di serê lîsteya lêpirsînên Elmanyayê yên li dijî rêxistineke biyanî de cih girt, heta Adara 1994’an dom kir.

RÊXISTINBÛNA KURDAN A BI HÊZ TIRS XIST NAVA DEWLETAN

Dewleta Elman bi darizandinên Dusseldorfê nekarî encama ku tê xwestin bi dest bixe. Di destpêka salên 1990’î de Elmanya bû yek ji welatên ku herî zêde koçberên Kurd lê bi cih bû, nifûsa Kurdan li welêt ji nişka ve gihîşt 1 mîlyonî. Li aliyê din rêxistina Kurdan gav bi gav zêde bû û hema hema li her bajarên Elmanyayê komeleyeke Kurdan hat avakirin an jî toreke rêxistinî hat avakirin. Vê rewşê hikûmeta Helmut Kohl kir ku li rêveberiyek nû bigere. Ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd di qada navneteweyî de bifetisînin û berxwedana Kurdên li Elmanyayê ji berxwedana li welatê ku jê hatine bişkînin, çareserî di krîmînalîzekirina têkoşîna azadiya Kurd geriyan.

Di vê navberê de di 22’ê Cotmeha 1993’an de navçeya Licê ya Amedê ket ber gulebarana artêşa Tirk. Hovîtiya li Licê ya ku bi rojan kes nikarîbû bikeve wir, Kurdên li Ewropayê seferber kir. Di 4’ê Mijdara 1993’an de li 30 bajarên Elmanyayê çalakiyên ji bo Licê hatin lidarxistin. Her wiha êrîş li ser konsolosxane, ajansên geştûguzariyê û bankeyên Tirk jî hatin kirin, di şewata li taxeke Wiesbadenê de kesek jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yekê li ser kurdan leza destgîrkirinê hate destpêkirin. Sinyala yekem ji wezîrê derve Klaus Kinkel hat û got “Divê demildest PKK’ê were qedexekirin."

Di rastiyê de, beriya protestoyên Licê, ji bo qedexeyê li qada navneteweyî trafîka hevdîtinê hebû. Tansû Çîller ku di Hezîrana 1993’an de li Tirkiyeyê bû serokwezîr, di 20’ê Îlona 1993’an de pêşî hat Rûsyayê û piştre hat Elmanyayê. Sedema vê trafîka dîplomatîk a Çîllerê ku paşê çû DYA’yê, qedexekirina PKK’ê û wek “terorîst” îlankirin û mifte li deriyên komeleyên Kurdan dan, bû.

BIRYAR PIŞTÎ NÎQAŞÊN DU ROJAN DERKET

Di 22'ê Mijdara 1993'an de çav li bajaroka Oybînê ya li rojhilatê welêt bû. Ji ber ku rojeva sereke ya konferansa navxwe ya salane ya ku wezîrên karên hundir ên 16 dewletan beşdar bûn, qedexekirina PKK’ê bû yan na. Wezîrê Karên Hundir Manfred Kanther ê endamê Yekitiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ê ku bi skandala bexşînê ya salên pêş de tê bibîranîn, bi pêşnûmeya bultena 53 rûpelî ya ku wê PKK’ê qedexe bike çû konferansê.

Piştî ku hin dewletan li hemberî qedexeya amadekirî li ber xwe dan, nîqaş du rojan dewam kir û biryara wê ya dawî di 25'ê Mijdara 1996'an de di bultena êvarê ya televîzyona dewletê ARD'ê de hat ragihandin. Kanther der barê qedexeyê de wiha got: “Ez nikarim destûrê bidim ku Elmanya bibe welatê şer û serhildanê. Elmanya ne cihê bêhna terorîstan e. Em rê nadin hin komên biyanî pirsgirêkên li welatê xwe bînin welatê me.”

Di biryarnamê de ku wekî di konferansê de li eyaletan jî hatin qebûl kirin, li ser şerê li Kurdistanê, sedemên tundiyê, şewitandina gundan û qetlîamên ku artêşa Tirk dikin, ti gotinek jî nehate gotin. Di bultena qedexeya Kanther de bi kurtasî wiha hat gotin: “PKK/ERNK rê nade ku gel bi hev bijîn. Sûcên li Elmanya û Tirkiyeyê yên alîgir û sempatîzanên PKK’ê dikin ku beşeke Tirkiyeyê têxin nava dewleta Kurd a ku bê avakirin vê yekê îspat dike. Berjewendiyên Elmanyayê tên tehdîtkirin. Kiryarên tundiyê zirareke mezin dide têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re.”

Piştî vê bultenê di 26'ê Mijdara 1996'an de bi talîmata Kanter di saetên serê sibê de bi beşdariya bi hezaran polîsan yek ji mezintirîn serdegirtinên dîroka nêz a welat pêk hat. Polîsan avêtin ser Weşanên Berxwedan, Ajansa Nûçeyan a Kurd-Ha, Komîteyên Kurdistanî, Federasyona Komeleyên Kedkar û Çanda Welatparêzên Kurdistanê (FEYKA-Kurdistan) û 29 komeleyên Kurdistanî yên girêdayî wê û dest danîn ser tiştên ku di hundir de dîtin.

Di çarçoveya qedexeya pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê di salvegera damezrandina PKK’ê de Kurdistaniyan li komeleyên ku xwestin deriyên wan bê girtin dest bi çalakiya rûniştinê û grevên birçîbûnê kirin. Çapemeniya Elman li dijî hikûmeta Kohl derket. Di hejmara 27’ê Mijdarê ya Rojnameya Frankfurter Rundschau de nirxandinek wiha hat kirin: “Hikûmeta federal ketiye bin çavdêriya Tirkiyeyê û piştgirî daye zilma li ser Kurdan. Bonn li dijî Kurdan bi Enqereyê re hevkariyê dike.”

PÎROZBAHIYÊN NEWROZÊ JÎ HATIN QEDEXE KIRIN

Pîrozbahiya yekemîn a Newrozê ku piştî qedexeya 93'an hat plankirin ku hema hema li hemû bajarên Elmanyayê were lidarxistin, di 20'ê Adara 1994'an de bi giştînameyên giştî hatin qedexekirin. Ji ber qedexeyê hêrs bûn û bertekên Kurdan tund bû. Dema hemû rêyên navbajaran li dijî Kurdan dihatin girtin, çalakgerên Kurd dest bi dagirkirina rêyan kirin.

Di vê navberê de, yê herî tund ê qedexeyê cîbicî kir, Wezîrê Karên Hundir ê Eyaleta Bayernê, ku dostê Tirkiyeyê ye, Gunther Beckstein bû. Nêzîkî 500 Kurdên ku wê rojê beşdarî xwepêşandanên Bayernê bûbûn, hatin hatin destgîrkirin û bi salan rastî lêpirsînê hatin. Li Mannheîmê jinên Kurd ên aktîvîst Nilgûn Yildirim (Bêrîvan) û Bedriye Taş (Ronahî) li dijî qedexeya Newrozê ya Elmanyayê bedena xwe dan ber agir.

Bi hinceta qedexeyê polîsên Elman bi hesp, kûçik, panzer û bombeyên gazê mudaxeleyî xwepêşandanên Kurdan kirin û bikaranîna tundiyê mafekî rewa dîtin. Polîsan rûyê xwe yê herî dijwar nîşanî jinan da. Polîsan di Îlona 1994'an de gelek caran êrîşî meşa jinên Kurd a ji Mannheîmê heta Strasboûrgê kirin, jin li erdê kaş kirin û bi hespan pelçiqandin û destgîrkirin.

OPERASYONÊN KRÎMÎNALÎZEKIRINA KURDAN

Di 29’ê Hezîrana 1994’an de ciwanê Kurd Halîm Dener ê 16 salî ku ji şerê li Kurdistanê reviyabû û berê xwe dabû Elmenyayê, li navenda bajêra Honnoverê dema afiş daliqand ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Polîsên ku di dozê de bi gotina, “Ez bêhnteng bûm û min dizanî ku ji ber qedexeya PKK’ê sûc dikir” parastina xwe kir, hat berdan. Di havîna 1995’an de jî ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK’ê yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li gelek aliyên cîhanê çalakiyên greva birçîbûnê hat destpêkirin. 

Greva birçîbûnê ya li meydana Kudamm a navenda bajarê Berlînê di roja 8’an de bû hedefa polîsan. Çalakvanên ku tundiyê dîtin, ji bo şermezarkirina helwesta polîsan di germehiya meha Tîrmehê de 8 km ber bi komeleya Kurd ve meşiyan. Dayîka 5 zarokan Gulnaz Bagistanî ku polîsan li wê dabû di 27’ê Tîrmeha 1995’an de jiyana xwe ji dest da. 

Rojnamevanê Alman Hans-Otto Weibus ku di salên 90’î de bûye yek ji şahidên siyaseta krîmînalîzekirinê ya li dijî Kurdan, piştre tiştên ku di wan rojan de qewimîne wiha qala wan kiriye: “Beriya ku 20 hezar kes li Berlînê ji bo merasîma Gulnaz Bagîstanî  kom bibin, hat îdiakirin ku PKK wê li hemberî polîsan sekvanan bi kar bîne. Serokê Sendîkaya Polîsan Herman Lutz erka belavkirina vê peyamê girt ser xwe. Encamên ku dixwestin ji operasyona operasyonên krîmînalîzekirina Kurdan derxin ev in; Ya yekem xwestin Kurdan mîna sûcdar nîşan bidin û ji gelê Elman cuda bikin. Ya duyem bi hinceta ku wê xeterî çêbike, hewl dan hejmara Kurdên ku tevlî meşa li Berlînê bibin kem bibe. Ya sêyem polîsan li hemberî Kurdan tehrîk kirin. Ji ber vê yekê êlekên zirhî li polîsên erkdar belavkirin. Ji ber ku polîsên ku bibêjin jiyana me di bin talûkeyê de ye wê di bikaranîna cop û çekên cuda de bêrehm dibe.”

Di dema ku psîkolojiya tirsê ya ku dixwest li dijî Kurdan bê afirandin, bi zanebûn di nava polîsan de hate bicihkirin, di îstîxbarata navxweyî, Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn û yekîneyên polîsan de bi taybetî di Wezareta Karên Hundir de "maseyên PKK'ê" hatin danîn. Lê belê qedexeya ku dewleta Elman bi hemû organên xwe pêk anî, nekarî Kurdan ji tevgera azadiya Kurd veqetîne.

Piştî qedexeyê bi salekê, Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a dewleta Bakurê Ren Vestfalya ya ku bi giranî Kurd lê dijîn got, ''bi ser neket'' û Kurd pir hêrs kirin. Daîreya Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Saksonya Jêrîn jî qebûl kir ku qedexe di nava Kurdan de 'şaş hatiye fêhmkirin' û sempatîzanên PKK'ê bi du qatan zêde bûne. Di sala 1995 'an de du sal piştî qedexeyê Yekîtiya Polîsan got, "Bi qedexeyê re endamên PKK'ê bihêztir bû û kar dijwartir bûn."

LI DIJÎ QEDEXEYÊ TÊKOŞÎNA 29 SALAN

Polîtîkaya şîdetê ya dewleta Elman a li hemberî Kurdan di dawiya salên 1990’î û destpêka salên 2000’î de her ku diçe zêde dibe. Li gel her cure destgîrkirin, girtin û cezayên pereyan jî Kurdan îradeya xwe ya siyasî parastin û li dijî qedexeyan têkoşiyan.

Kampanya "Ez jî PKK'yî me" ya ku di sala 2001'an de li Kurdistan û Ewropayê hat organîzekirin, li Elmanya rastî eleqeyek mezin hat. Îmzeyên ku li Elmanyayê hatin komkirin ji meclîsên federal û eyaletan re hatin dayîn. Elmanya jî daxwazên Kurdan red kir û bi sedan kesên ku îmza kiribûn jî hatin lêpirsînkirin, hat girtin, cezakirin û heta astengî li ber dirêjkirina mafê welatîbûnê û rûniştina Kurdan hatin danîn.

Di 15'ê Cotmeha 2012'an de Komîsyona Daxwaznameyên Parlamentoya Elmanyayê daxwazên kampanyaya "Bila nasnameya Kurd bê naskirin" guhdar kir. YEK-KOM'ê ku kampanya organîze kir, di sala 2011'an de bi nêzî 60 hezar îmzeyan serî li meclîsê da û bi 12 xalan daxwazên Kurdan bi ser ketibû rojeva meclîsê. Yek ji wan daxwazan jî rakirina qedexeya PKK’ê bû. Di sala 2013’an de ji bo 20’emîn salvegera qedexeyê li Berlînê xwepêşandanek mezin hat lidarxistin. Bi hezaran kesên beşdarî meş û mîtîngê bûn xwestin ku qedexe bê rakirin. Bi sedan sembolên ku polîsên Berlînê bi salan qedexe kiribûn û destûr nedabûn, di xwepêşandanê de hatin hilgirtin.

Di vê navberê de, dewleta Elman bi qedexekirina PKK'ê ya ku di çarçoveya "qanûna komeleyan" de hatibû girtin, têr nebû. Bi fermana Wezareta Dadê di 28’ê Cotmeha 2010’an de biryar hat dayîn ku xala 129b ji bo dozên PKK’ê jî derbas bibe. Ji wê rojê û vir ve gelek siyasetmedar û aktîvîstên Kurd bi hinceta qanûna 129b yek li pey hev ji aliyê saziyên dadweriya Elman ve hatine şopandin an jî girtin. Niha 8 siyasetmedarên Kurd ên bi hinceta vê qanûnê hatine girtin di girtîgehê de ne.

ELMANYA JI BO WELATÊN ROJAVAYÎ BU ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ

Qedexeya 25'ê Mijdarê û êrîşên polîsan ên li ser Kurdan, ji bo welatên din ên rojava bû çavkaniya îlhamê. Her çiqas Elmanya bi awayekî fermî PKK’ê qedexe kir jî, di pratîkê de Fransa bû welatê yekemîn ku xebatên siyasî yên Kurdan qedexe kir. Di 21’ê Mijdara 1993’an de li Fransayê operasyona herî mezin a polîsan a serdemê li dijî Kurdan pêk hat. Polîsên Fransayê avêtin ser 17 komele û gelek malan û 110 kes destgîr kirin.

Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Charles Pasqua, bi polîtîkayên xwe yên dijminahiyê dihat naskirin. Di doza der barê van operasyonan de di sala 2001'an de hemû bersûc hatin berdan. Ji salên 2000’î û vir ve zextên li Fransayê bûne qonaxeke nû û dest bi êrîşa li dijî azadiya ramanê kirin. Medya TV ku piştî Med TV’yê duyemîn televîzyona Kurdî ye ku di sala 1999’an de hatibû avakirin, di sala 2004’an de li Fransayê rastî qedexeya weşanê hat.

Ji sala 2007’an û vir ve piştî ku rastgir Nicolas Sarkozy bû serokdewlet, destgîrkirin û serdegirtinan dîsa zêde bûn. Tenê di navbera Çile 2007 û Sibata 2013’an de nêzî 250 Kurd bi hincetên siyasî hatin destgîrkirin. Di Cotmeha 2011’an de, di navbera Parîs û Enqereyê de peymaneke ewlekarî ya berfireh ji bo çalakiyên siyasî yên Kurdan hat îmzekirin. Di vê peymanê de operasyoneke hevpar a li qadê dihat pêşbînîkirin. Piştî qetilkirina jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, di 26'ê Sibatê de ji ber zextên raya giştî pêşnûmeqanûna li dijî Kurdan hatibû rawestandin.

Îngilîstanê di Sibata 2001’ê de PKK bi fermî qedexe kir. Bi taybetî jî Enqere gelek caran ji vê biryarê kêfxweşiya xwe anî ziman. Salek şûnda, di Çile 2002’an de, vê carê Awustralya PKK’ê qedexe kir û bû çaremîn welatê ku PKK’ê xist kategoriya qedexeyê piştî Îngilîstan, DYA û Elmanyayê. Di 16’ê Îlona 2017’an de daraza Belçîkayê biryareke dîrokî girtibû û gotibû, “PKK ne rêxistineke terorîst e, aliyê şerê bi Tirkiyeyê re ye.”

Lê tevî vê biryara daraza Belçîkayê jî, welatên rojava bi pêşengiya Elmanyayê di konsepta qedexe û krîmînalîzekirina Kurdan de israr dikin. Herî dawî Gulana par ji bo rakirina qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê di meriyetê de ye serî li Wezareta Karên Hundir hatibû dayîn. Parêzerên li ser navê PKK'ê Dr. Lukas Theune û Dr. Peer Stolle xwest ku qedexe bê rakirin. Ji bo serlêdana parêzeran a ji bo Wezareta Karên Hundir hê jî bersiveke fermî nehatiye dayîn.