Bi îddîaya ku ‘sîxur’in 15 gundî hatin girtin

Gundiyên li Wanê yên ku li ser sînor bazirganiyê dikin, 15 ji wan bi hinceta ku ‘sîxuriyê ji Îranê re’ dikin, hatin girtin.

Li Wanê hefteya borî leşkeran girtibûn ser malan û di van serdegirtinan de 41 kes hatibûn destgîrkirin. Ji nav van kesan 15 kes bi îddîaya ku ‘sîxurtiyê ji Îranê re’ dikin, hatin girtin. Axaftina di telefonê de ya van kesan yên wekî ‘Emanetê min ji bîr neke’ wekî xebateke sîxurtiyê hate nirxandin.

Di 14’ê Gulanê de leşkeran girtibûn ser gundan. Operasyona serdegirtinê herî zêde li gundên Bakişik û Tûrgali pêk hat. 41 kesên ku 4 rojan di nezaretê de man, ew derxistin pêşberî dozger. 15 kesên ku hatibûn destgîrkirin bi îddîaya ku ‘sîxurtî kirine’ hatin girtin û 26 kes jî bi îddîaya kontrola edlî serbest hatin berdan.

DIXWAZIN GUNDÊN LI SER SÎNOR WERIN VALAKIRIN

Di demên dawîn de zextên giran li ser gundiyan heye. Bi taybetî jî li ser gundê Tûrgaliya Jor a ku qetlîama ’33 guleyan’ lê hatibû kirin. Gundiyan gotin ku “Me berê sînor derbas dikir û diçû mazot dianî. Di 20 salên dawîn de 200 kesên çûne mazotê, hatine qetilkirin. Dixwazin me mûxtacî xwe bikin. Qereqol, têlên bi dirî û dîwar hatin lêkirin. Niha jî me bi sîxurtiyê sûcdar dikin. Dixwazin gundên li ser sînorên Îranê koç bikin. Gundiyên ku bazirganiyê dikin, dema ku bi telefonê re ji hev re dibêjin ‘emanetê min ji bîr neke’ ev di îddîanameyan de wekî gotineke sîxurtiyê hatiye diyarkirin.Kesên ku bazirganiya çay û cixareyê dikin, qaşo sîxurtiyê dikin.”