Bi hezaran kes tevlî Festîvala Çanda Kurd a 30’emîn bûn

Bi hezaran Kurdên li Ewropayê dijîn û dostên wan ên li Ewropayê ji bo tevlêbûna Festîvala Çanda Kurdan li bajarê Landgraaf a Hollandayê kom bûn.

Festîvala Çanda Kurdan a îsal bi slogana ‘Em ê li hemberî qirkirin û dagirkeriyê Kurdistanê biparêzin û Rêber Ocalan azad bikin’ hate lidarxistin.

Ji bajarên cihê ciwan bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Bijî PKK’ kom bûn û govend gerandin.

Hevserokên KCDK-E’yê Fatoş Goksungur û Yuksel Koç li ser navê komîteya amadekar a festîvalê axivîn.

Ciwanên çalakiya meşa dirêj jî ji bajarê Essenê yê Elmanyayê bi rê ketibûn, piştî meşa bi rojan bi sloganan ketin qada festîvalê.

Di festîvalê de sloganên ji bo silavkirina berxwedana gerîla tê berzkirin.

Festîval didome.