Katalanan li pêşiya Parlementoya Ewropayê çalakî li dar xistin

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê bi hezaran Katalan li pêşiya avahiya Parlementoya Ewropayê hatin ba hev û astengkirin proteso kirin a ku nayê xwestin sê parlementerên serbixwe tevlî merasîma destpêkirinê bibin.

Piştî saet 09.00’an bi hezaran Katalan li pêşiya Parlementoya Ewropayê kom bûn. Li gorî polîsan 4 hezar kes tevlî çalakiyê bûn lê tê diyar kirin ku hejmara rastîn zêdetir e.

Di serdema nû ya meclîsê de wê sê kursî vala bimînin. Ev sê parlementerên serbixwe yên Katalanê ne, yên ku rêveberiya Madrîdê wan asteng dike. Sondxwarina parlementeran hate astengkirin.

Çalakger dixwazin parlementerên ku wan dengê xwe dane wan, karibin rola xwe bi cih bînin.