Bi civînekê şehîdên fermanê li Rûsyayê hatin bibîranîn

Kurdên Êzidî yên li paytexta Rûsya Moskovayê dijîn, bi civînekê şehîdên fermanê bibîr anî û qirkirina Êzidiyan şermezar kir.

Civîn li Mala Kurdan a Moskovayê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî li ser navê BDT, Kurd û civaka Êzidî axaftin hatin kirin.

Serokê Yekîtiya Saziyên Civakî ya Kurd a Navneteweyî Arîf Azmanî, Seroka Saziya Jinên Kurd a Navnetweyî Jûliyet Aramn û Nûnerê PYD’ê yê Rûsya Avdûlselam Alî axivîn.

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku di şexê Êzidiyan de xwestine Êzdatiyê ya xwdî ol û çanda herî kevn a Kurd tine bikin û got: “Li pişt vê êrîşê dewleta Tirk û hevkarên wê hene. Tevî ku berpirsên wan kiriyaran diyar in, lê hê jî hesab ji wan nehatiye xwestin. Êrîşên li ser Şengalê didomin.

Di axaftinan de bal kişand ser rola PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo civaka Êzidî û wiha hate gotin: “Bi saya şoreşgerên PKK’ê civaka Êzidî ya ji qirkirinê xilas bû, di çarçoveya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe rêxistin kiriye, xweseriya xwe diparêze.”

Herî dawî hate gotin ku weke Êzidî û Kurdên li Rûsyayê dijîn, em fermana Şengalê ji bîr nakin, di wê baweriyê de ne çi zû û çi direng wê hesab ji van hêzên li pişt qetlîamê bê xwestin. Di axaftinan de bang li Rûsya, DYE, NY’yê saziyên mafê mirovan hate kirin ku ji bo qirkirina li ser Êzidiyan hate kirin, weke jenosîd bê qebûlkirin.

Di daxuyan axaftinan de li ser Qetlîama Şengalê sînevîzyonek hate nîşanan û çalakî bi dirûşman dawî bû.