Kurd û dostên xwe yên li paytexta Fînlandiya Helsînkî hatin ba hev bi çalakiyekê piştgirî dan serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê.
Kurdistanî û dostên xwe yên bi organîzasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kurdistanê li navenda Helsînkî hatin ba hev, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ a destpêkê li Rojava û piştre li Rojhilat bû qîrîna şoreşê qîr kirin.
Di çalakiyê de li ser navê partî û rêxistinan axaftin hate kirin. Her wiha li qadê ji Partiya Çep endama parlementoyê Geşaw Bîbanî û Veronîka Henkasalo nivîskar û wergervan Soran Zelî jî hebûn û axivîn.
Çalakiya bi qasî du saetan dom kir, dirûşmên piştevaniyê ya bi serhildanê re û dijî faşîzmê hatin qîrkirin.