Bi Amnesty Înternatîonalê re li ser mijara “kîmyewî“ hevdîtin hat kirin

Kurdên li Kantona Bernê dijîn, bikaranîn çekên kîmyewî ya dewleta Tirk protestokirin û derbarê mijarê de bi Amnesty Înternatîonalê re hevdîtin kirin.

Kurdên li Kantona Bernê yê Swîsreyê dijîn, bikaranîn çekên kîmyewî ya dewleta Tirk bi çalakiyekê li qada Bahnhofê protesto kirin. Kurdan di çalakiyê de wêneyên zarokên ku di êrîşên çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dane hildan. Kurdan bê navber dirûşmeyên ji bo piştgiriya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê berz kirin.

Di çalakiyê de ewilî Hevşaredarê berê yê Êlihê Necdet Atalay li ser navê çalakgeran axivî. Atalay anî ziman ku divê ji derdorên cuda gelek kes piştgiriyê bidin vê çalakiyê û got: “Dema mijar dibe Kurd her kes kor, ker û lal e. Di van şert û mercan de zêdetir pêwîstiya Kurdan bi yekitiya neteweyî heye. Divê em rêbazên şerê qirêj ên dewletan ji her kesî re ragihînin. Divê hemû gel bizanibe ku dewleta Tirk li dijî ciwanên Kurd çekên kîmyewî bikar tîne.”

Piştî axaftina Atalay, metna bi zimanê Elmanî hat amadekirin, hate xwendin.

Li ser navê Kurdan şandeya ku ji Hevberdevka Komeleya Çanda Kurd a Bernê Mîne Çetînkaya, Serokê berê yê KESK’ê Lamî Ozgen, Hevşaredarê berê yê Êlihê Necdet Atalay, endamê Komîteya Karê Derve ya Komeleya Çanda Kurd a Bernê Zekî Demîr pêk dihat, serdana ofîsa Amnesty Înternatîonal kir.

Li ser navê Amnesty Înternatîonal Anîta Streûle û Patrîc Walder, şande pêşwazî kirin. Şandeyê ji Amnesty Înternatîonal re got ku divê ew bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk lêkolîn bikin.

Şandeyê ji bo pêşî girtina bikaranîna çekên kîmyewî, ji Amnesty Înternatîonal daxwaz kir ku bi hev re xebatek hevpar bi rêve bibin. Şandeyê dosyaya ku amade kirin, pêşwazî kir.

Rayedarê Amnesy Înternatîonalê ji şandeyê re gotin ku ew ê daxwazên şandeyê wan bişopînin û wê dosyayê biragihînin navenda giştî.