Beth: Şawoce: Em pêvajoya beriya Sayfo-15 lêkolîn dikin

Beth-Şawoce diyar kir ku ew li ser pêvajoya ber bi Sayfo-15 lêkolînê dikin.

Jan Beth-Şawoce salên dûr û dirêj e li navçeya Sodertelje ya Stockholmê dimîne ku zêdeyî 30 hezar Asûrî-Suryanî li vê herêmê ne. Beth-Şawoce ku bi lêkolînên xwe yên li ser Sayfo û qirkirinê tê naskirin, damezrînerê Weşanxaneya Nsîbîn e. Di mijara Sayfo de gelek lêkolîn kir. Heta niha bi dehan pirtûk nivîsî. Têkildarî pêvajoya beriya Sayfo-15 ji ANF'ê re axivî.

Li ser Sayfo diyar kir, ku destpêkê Sayfo û bûyerên piştî wê di sohbetan de dihatin bilêvkirin, lê piştre ev yek li dîasporayê veguherî nivîsê û pirtûkan. Beth Şawoce got, "Sayfo niha li her zanîngeh û dibistana bilind mijareke girîng a dîrokî ye ku tê lêkolîn."

Beth Şawoce diyar kir ku ew niha lêkolînê li ser pêvajoya beriya Sayf-15 dikin û got, "Niha em xwedî tecrûbe ne. Yanî di mijara peydakirin, komkirin, lêkolînkirina belgeyan em bûn xwedî gelek tecrûbeyan. Mînak, li Tirkiyeyê gelek burokratên sivîl û leşkerî bîranînên xwe nivîsîn. Di van bîranînan de bûyerên ku qewimîn yek bi yek venegotibin jî hin agahî dan. Êdî bi rêya înternetê ev agahî bi hêsanî dikare bên peydakirin. Her wiha di arşîvên cîhana rojavayî de belge tên peydakirin. Bi kurtasî em êdî ne xerîbê mijarê ne. Her roj agahî û belgeyên nû peyda dikin."

Qirkirina Suryaniyan a sala 1915'an ji aliyê Osmaniyan ve (Sayfo) di 11'ê Adara 2010'an de li Parlamenta Swêdê bi dengên Sosyal Demokratan, Partiya Keskan û Partiya Çep weke qirkirinê hate qebûlkirin. Lê belê tevî ku soz hatiye dayin jî Sosyal Demokrat Sayfoyê weke polîtîkaya dewletê qebûl nakin.

Li ser sedema vê yekê jî Beth Şawoce wiha axivî: "Hin sedemên vê hene. Sedema destpêkê jî polîtîkaya dîplomatîk a êrişkar a dewleta Tirk e ku li ser bingeha înkarê ava kiriye. Ev polîtîkaya dîplomatîk a dûrî ji exlaqê, dema ku gotina Qirkirinê hate bilêvkirin, yekser li dijî welatiyên wî welatî tê bikaranîn. Yanî heqaret, biçûkxistin, windakirin û kuştinê dikare bîne serê mirovên ji bo betlaneyê diçin Tirkiyeyê. Û eger ev welat li Tirkiyeyê xwedî razemeniyê be, yekser dawî li vê tê anîn."

Têkildarî lêkolînên xwe yên dema dawî Beth Şawoce wiha axivî: "Ev demeke dirêj e em li ser çalakiyên dîrokî yên ber bi pêvajoya Sayfo-15 lêkolîn dikin. Têkiliya Dêr-Dewletê, Pergala Feodalîteyê ya li Tûrabdîn, bandora Feodalîteya Kurd... bandora hêzên herêmî û derve, bandora dînamîkên hundir û derve, bandora tevgerên xwedî mîsyonên cuda... Lêkolînên me bi vî rengî bi berfirehî dewam dikin. Em van dikin berhem û diweşînin."