Berxwedêrên Strasboûrgê: Wê faşîzma AKP û MHP’ê têk biçe

Li ser navê berxwedêrên çalakiya greva birçîbûnê Yuksel Koç got ku “Faşîzma Erdogan a ku dişibe Nazîzmê wê bi berxwedana gelan têk biçe.”

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger di roja 143’an de ye. 14 çalakgeran ji bo rakirina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiribûn.

Ji ber ku parêzer çûn serdana Ocalan, berxwedêran daxuyanî dan. Berxwedêrên greva birçîbûnê diyar kirin ku ‘ev hevdîtin nayê wateya qedandina tecrîdê’.

Çalakger û Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç got ku “Çawa ku 74 sal berê rejîma Hîtler îro têk çû, faşîzma AKP û MHP’ê jî wê têk biçe. Em bang li hemû pêkhateyên KCDK-E’yê dikin, berxwedana me derbeke mezin li  vê faşîzmê da. Me têkçûna wan da destpêkirin. Îro jî em bi giyanê berxwedanê dikarin faşîzma AKP û MHP’ê têk bibin. Wê gel bi ser bikevin û faşîzm têk biçe.”

Berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê 17'ê Kanûna 2018'an dest bi çalakiya xwe kiribûn. Gulîstan Îke, Nûrgul Başaran, Dîlek Ocalan, Mûstafa Sarikaya, Yuksel Koç, Mehmet Nîmet Sevîm, Denîz Surgut, Agît Ûral, Mohamed Ghaderî, Ekrem Yapici, Ayvaz Ece, Kerem Solhan û Kardo Bokanî 143 roj in di greva birçîbûnê de ne.