Berxwedêrên Strasboûrgê bangî raya giştî ya Ewropayê kirin

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ê ku tevî 13 çalakgeran li Strasboûrgê 66 roj in di greva birçîbûnê de ye, bang li raya giştî ya Ewropayê kir û piştgiriyeke xurt xwest.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç tevî 13 çalakgeran, li ser navê berxwedêrên greva birçîbûnê bangî raya giştî ya Ewropayê kir.

Koç nameya xwe de got ku, “Ez hevserokê KCDK-E’yê me, ya ku li Ewropayê 457 saziyên Kurdan girêdayî wê ne.”

EM ÇIMA DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE?

Koç di nameya xwe ya di 18’ê Sibatê de qala van tiştan kiribû:

“Rêzdar Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de hatibû revandin û ji wê demê û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye. Wekî di biryara Dadgehên Mafên Mirovan a Ewropayê de ya di 18’ê Adara 2018’an de bi tecrîdê re, qedexeya êşkencekirinê hatiye binpêkirin û bi demê re tecrîd hatiye girankirin. Rêzdar Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve nikare parêzerên xwe bibîne. Di navbera salên 2015-2019’an de jî di çar salan de tenê karibûye du caran bi malbata xwe re bicive.  Herdu hevdîtin jî ji ber çalakiyên greva birçîbûnê pêk hatiye.

KCDK-E di serî de gelek sazî û dezgehên Kurdan û yên Ewropayê ji bo rakirina tecrîdê gelek çalakî li dar xistine û bi saziyên navneteweyî re hevdîtin pêk aniye. Mixabin bêdengiya saziyên wekî CPT’ê bûye sedem ku Tirkiye vê siyaseta xwe kûrtir bike. Ji ber vê jî, me jî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

TECRÎDA LI SER OCALAN TÊ ÇI WATEYÊ?

Armanca sereka ya çalakiya greva birçîbûnê ev e ku, tecrîda li ser rêzdar Ocalan were rakirin. Tecrîd êşkence û sûcekî mirovayetiyê ye. Bi kûrkirina tecrîda li ser rêzdar Ocalan re, AKP û MHP’ê li dijî gel dest bi êrîşên hovane kiriye. Cizîr, Şirnex û Nisêbîn di serî de, gelek bajarên Kurdan hatin rûxandin. 200 ciwan di bodrûman de hatin şewitandin. Parlementer, şaredar û bi deh hezaran kes hatine girtin. Akademîsyen û rojnamevan hatine girtin, bi sed hezaran kes ji kar hatine avêtin. Efrîn ji aliyê dewleta Tirk hatiye dagirkirin û li ser  Şengal û Başûrê Kurdistanê jî êrîş hatine kirin.

Ev hemû politîkayên hene piştî fermana Erdogan a bidawîkirina muzakereyên bi Rêzdar Ocalan ên di navbera salên 2013-2015’an re kete meriyetê. Destpêkê li ser rêzdar Ocalan tecrîd hate pêkanîn, piştre politîkaya zextê û şer ya li dijî Kurd û hemû mûxalîfan kete meriyetê. Lê di dema pêvajoya muzakerayan a salên 2013-2015’an ên di navbera rêzdar Ocalan û dewletê de şer hatibû rawestandin û tu windahiyên canî çênebûn. Li Tirkiyeyê her kesê ji bo çareseriya doza Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê fikrên xwe bi azad digotin û dinivîsandin. Li Rojhilata Navîn cara destpêkê projeya jiyana hevpar a azad ya hemû bawerî û nasnameyan, azadiya jinê li Rojava pêk hat. HDP 7’ê Hezîrana 2015’an bi rêjeya 13 ji sedî yê dengan li parlamentoyê nûnertiya Kurd, Tirk, Ermen, Asûrî, Laz, Çerkes, Elewî, Êzidî, Xiristiyan, Misilman û jina wekhev anî gel hev.

Em rêveberên saziyan, siyasetmedar, parlamenterê berê yê HDP’ê, rojnameger, hiqûqnas, rewşenbîr, parêzvanên mafênjinan û aktivîst ku ‘Înîsyatîfa Azadiya Ocalan’ ava kir; piştgirî didin greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ya Parlamentera HDP’ê ya 7’ê Mijdarê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û daxwazên wê. Daxwaza Leyla Guven daxwazên me ne. Ev daxwaz li girtîgehên Tirkiyeyê daxwaza 313 girtî, li Başûrê Kurdistanê, li Îngîltere, Hollanda, Kanada, Elmanya (Dûîsbûrg, Nurnberg, Kassel), Ewûstûrya yên ketin greva birçîbûnê û yê her kesê ye. Hevdîtina kurt ya 12’ê Çileya 2019’an a Rêzdar Ocalan bi birayê wî re, berdana Leyla Guven ji girtîgehê bi berxwedana me ve girêdayî ji bo bicihanîna daxwazên me dûr e.

Bila hemû raya giştî baş bizane; em gelek ji jiyanê hez dikin, ne ji bo mirinê ji bo jiyînê vê çalakiyê dikin. Li dijî komkujî û şer ji bo jiyan derkeve pêş û mirin were rawestandin weke Gandî bi bedena xwe greva birçîbûnê de ne. Em ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelê Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn ji bo hemû gelan û baweriyan ji bo jiyanekî wekhev û azad vê çalakiyê dikin.

BANGA ME YA JI BO SAZIYÊN EWROPA...

Em dizanin raya giştî ya Ewropa, gelên Ewropa, rêxistinên siyasî û civakî destekê didin van daxwazên me yên mirovî. Lê divê em destek hê bêhtir mezintir bibe. Çalakiya greva me di roja 64’an de ye û rewşa tendurisiya min û 7 hevalên me di nuqteyekî kritîk de ye. Tevî vêya heta ku daxwazên me pêk neyên em ê çalakiya xwe bidomînin. Ji bo ku mirinek çênebe û pêkanîna daxwazên me çi ji destê her kesê tê dikare were kirin.

Ji bo piştgirîdayîna daxwazên me yên demokratîk û rewa, ji bo xistina tevgerê ya raya giştî ya Ewropa û hikûmetan em banga bilindkirina piştevaniyê dikin.”