Berxwedêra fikrên xwe: Dayika Delal

Hevser û kurekî wê şehîd in, kurekî wê li nava YPG'ê ye, yek jî li nava Asayîşê. Ew jî li qada her çalakiyê ye.

Delal Beddul a ji Laskiyeyê ku nêrîna Ocalan pejirand û destpêkê hevserê xwe piştre kurê xwe tevlî nava têkoşîna azadiyê kir, dest ji têkoşînê bernade. Hevser û kurekî wê şehîd in, kurekî wê li nava YPG'ê ye, yek jî li nava Asayîşê. Ew jî li qada her çalakiyê ye.

Li Rojava hema bêjin di her çalakiyê de Dayika Delal Beddul tê dîtin; carna di meşekê de, carna li ser sînor di çalakiya mertalên zindî de, carna jî di merasîma şehîdan de dema şervanên birîndar hembêz dike. Niha jî li Qamişloyê li binê konê piştevaniya grevên birçîbûnê ye. Dayika Delal ku tevî hevser û zarokên xwe tevlî nava têkoşînê bû, hevser û kurekî xwe feda kir. Hîn bi xurtî têkoşîna xwe didomîne.

Li binê konê greva birçîbûnê em bi dayika Delal re sohbetê dikin. Dayika Delal anî ziman, kurê wê Şehîd Cemşît Qamişlo tevî ku gelek caran birîndar bû ji bo hilanîna tola hevalên xwe timî çû eniya şer û got, "Kurê min Cemşît her tim digot, 'ez çiqasî şehîd bibim û ji nû ve bêm dinyayê jî, bi fikr û nêrînên Rêber Apo ez ê jinûve tevlî bibim'. Ez Cemşît û hevalên wî ti carî ji bîr nakim."

Dayika Delal ku niha kurekî wî li nava YPG'ê ye, yek jî li nava Asayîşê ye, der barê hevserê xwe yê şehîd de got, "Sala 1995'an Delîl çû çiyê û tevlî gerîla bû. Carekê pirsî, 'Eger ez rojekê biçim çiyê tu yê çawa bijî?' Min jî jê re got, 'Dema tu li malê bû ez çawa dijîm ez ê bi wî rengî bijîm. Eger te soz dabe şehîdan ez ê jî bibim hevrêyeke te'. Sala 1998'an dema ku şer giran bû, êsîr kete destê Pêşmergeyan. Zext lê dikir ku bibe leşkerê wan, lê red dikir. Wê demê gotin, 'Ya tu yê biçe Ewropayê ya jî em ê te radestî rejîma Sûriyeyê bikin'. Ji neçarî vegeriya Sûriyeyê. Li vir jî têkilî bi hevalên xwe re danî, lê piştre ji aliyê rejîmê ve dîl hate girtin û hate kuştin."

RÊBERÊ GELÊ KURD NAS KIR

Dayika Delal der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de got, "Min dest bi xwendina pirtûkên wî kir û bi vî rengî Rêber Apo nas kir. Hêza wêje û analîzê ya Rêber Apo bi xweşiya min çûbû. Di nava fikrên wî de min xwe dît. Min ji xwe pirsî, ku çawa dikarim bi vî fikrî azad bibim. Piştî ku min partî nas kir baştir demokrasî û azadî fêhm kir. Hevserê min jî alîgirê azadiya jinê bû. Rojekê hevlaên Delîl, Mizgîn, Serkeftin û Dîcle hatin gel me. Ji min re gotin ku wê fermandarekî payebilind bê, civînê bike û xwestin ku ez jî tevlî civînê bibim. Min ji xwe pirsî, 'Gelo ez biçim wê serok hatibe?'. Min wêje û fikrê wî xwendibû û digot ku divê wî bibînim. Li derî xistin û min derî vekir. Rêber Apo li pêşberî min bû. Gelekî kelecanî bûm. Bi rastî jî bi heybet bû.

Di nava me de rewşenbîr, xwendekarên zanîngehê, doktor û endezyar jî hebûn. Me jî wê demê li nava gel karê rêxistinbûnê dikir. Serok nêzî 4 saetan axivî. Axaftina wî mîna merhemekê bû ku li birînê dida. Min nêrînên Rêber Apo xwendibû, lê belê bi axaftina xwe careke din cihê xwe di mejiyê min de wergirtibû."