Berxwedana Kurdan li Îtalyayê hate silavkirin
Li Îtalyayê, di meşên dijî şer de, êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û berxwedana Kurdan hate silavkirin.
Li Îtalyayê, di meşên dijî şer de, êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û berxwedana Kurdan hate silavkirin.
Li bajarên Roma û Mîlano yên Îtalyayê, di meşên navendî yên dijî şer de Kurd bi rengekî girseyî amade bûn.
Di van çalakiyan de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê hatin şermezarkirin û hate gotin, "Em bi gelê Kurd re ne. Em berxwedana gerîla ya li dijî êrişên bi çekên kîmyewî, silav dikin."