Bêrîtan û Campbell: Em qebûl nakin ku Kurdan krîmînalîze bikin

Bi hinceta ku alaya PKK’ê hilgirtine, derbarê rojnamevan Mark Campbell û çalakvan Bêrîtan Silêmanî doz hatibû vekirin. Rûniştina pêşîn a dozê îro hate kirin. Campbell û Bêrîtan diyar kirin, nabe ku gelê Kurd were krîmînalîzekirin.

Rûniştina yekemîn a doza ku rojnamevanê Brîtanî Mark Campbell û aktîvîsta jin a Kurd Bêrîtan Silêmanî ku ji ber hilgirtina ala PKK’ê bi sûcdariya “propagandaya terorê” dihatin darizandin, li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Westminster a Londonê hat kirin.

Ji bo piştgiriya Campbell û Bêrîtan, parêzvana mafên mirovan Margaret Oven, rojnamevan Rahila Gupta, akademîsyen Lîda Kayhko, nivîskara lêkolîner Charlotte Grace, çalakvan Katie Higgins, Nûnerê KCDK-Başûr Hevan Şivan, nûnerên Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal, Turkan Budak, nivîskar Alî Boyraz jî di nav de gelek kes hatin ber edliyeyê.

Çalakvanan ala KCK'ê vekirin û sloganên "Jin jiyan azadî" û “Dawî li krîmînalîzekirina Kurdan bînin” berz kirin.

Di rûniştina dozê de dozgeriyê îdia kir ku Bêrîtan û Campbell sembolên rêxistineke qedexe hilgirtine û ev sûc e.

Dema ku dozgeriyê pirsî ‘Hûn qebûl dikin ku ew ev sembolên qedexe hilgirtine yan na’ Campbell û Bêrîtan bersiv dan û gotin "Me ev sembol hilgirtin û sembol ne sûc in." Piştî rûniştina kurt dadgehê, rûniştina dozê taloqî 22'ê Sibata 2023'an kir.

Mark Campbell beriya rûniştinê ji ANF'ê re axivî û got, "Divê Brîtanya dawî li polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd bîne. Em li ber deriyê daraza dewleta Brîtanyayê ne. Em ê li vir bibêjin ku di van rûniştinan de gelê Kurd nikare bê krîmînalîzekirin û ji bo dawî li polîtîkayên qirkirinê were, em ê têkoşîna xwe bidomînin”

Bêrîtan a ku wekî jina Kurd a bi mekabên zer tê nasîn, diyar kir ew ê bi ruhê berxwedanê ya ku gelê Kurd li Zapê didomîne, ew ê vê alaya pîroz biparêzin û got “Kesên di nav îxanetê de divê bizanibin ku ruhê gerîla li her derê ye. Yan azadî yan azadî.”

Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal axivî, bal kişand ser wê yekê ku Mark Campbell dost û rêhevalekî girîng ê gelê Kurd e û got “Ji bilî hevalekî, Mark kesek e ku di têkoşîna me ya azadiyê de gelek ked daye. Jiyana xwe ji bo Kurd û gelê Kurdistanê terxan kir. Dîsa rêheval Bêrîtan rêhevala me ye ku li dijî xiyanetê xwedî helwesteke bi rûmet e. Bi van hevalan re em ê têkoşîna li dijî krîmînalîzasyonê bidomînin.”

Nûnerê KCDK-Başûrê Heval Şivan diyar kir ku PKK gelê Kurd bi xwe ye û got, "Rêheval Mark û Bêrîtan wê di têkoşîneke bi rûmet de sembolên azadiyê biparêzin. Ev sembol sembolên gel in. Rêhevalê me Mark jî diyar dike ku ev sembol aîdî gel in û nayên krîmînalîzekirin. Em ê bi Bêrîtan û Mark re li ber xwe bidin û têbikoşin.”

Rojnamevan Mark Campbell diyar kir ku ala PKK'ê ji aliyê bi mîlyonan Kurdan ve weke sembola helwesta neteweyî û xweparastinê ya li dijî asîmîlasyonê tê dîtin û got “Em ê li dadgehên Îngilîstanê bi serbilindî diyar bikin ku hilgirtina vê alê ne 'sûc' lê 'rûmet' e.”

Parêzvana mafên mirovan û parêzer Margaret Oven jî ji bo piştgiriyê bide Mark Campbell û Bêrîtan hat edliyeyê. Oven ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Edliyeyê vekir, destnîşan kir ku divê Brîtanya li dijî sûcê şer Erdogan helwestê nîşan bide.