Bêrîtan:Têkoşîneke ku hemû gelan digire nava xwe esas digirin

Bêrîtan: Rejîma Îranê dev ji siyaseta xwe ya tinekirina tevgerên derveyî xwe difikirin bernedaye, bi pîvanê û rêgezên derhiqûqî pêşiya ciwanan a nava tevgerê digire. Tevgera me têkoşîneke ku hemû gelan digre nava xwe ji bo xwe esas girtiye û têdikoşe.

Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Nûjîn Bêrîtan derbarê aloziyên dawî yên Îranê, hewldanên Emerîkayê yên ji bo bikaranîna Kurdan a li dijî Îranê û helwesta PJAK’ê ya li hemberî wê ji ANF’ê re nirxand.

Bêrîtan bal kişand ser van xiûsan:

‘GEL BAWERÎ BI EMERÎKA NÎNE KU WÊ ÇARESERIYÊ PÊK BÎNE’

“Gelên wê herêmê di wê baweriyê de ne ku Emerîka bi ti awayî xwedî hêz û kêrhatiya çareserkirinê ya pirsgirêkên ku bi xwe çavkaniya wan e nîne. Emerîka di pêvajoya destwerdanê ya li ser Rojhilata Navîn de naskirin û ezmûneke têrker derbarê gelê herêmê, daxwaz û çanda wan bi destxistiye. Lewre pêkane ku hêzên gel û hemû potansiyelên herêmê ji bo berjewendiyên xwe bi karbîne. Ew yek çavkaniya xwe ji karaktera berjewendîxwaz û bê pîvan a pergala sermayedarî ya bikaranîn û marjînalkirina hêzên şoreşger çavkaniya xwe digre.

‘HÊZA ME GEL Û AVAKIRINA CIVAKEK EXLAQÎ POLÎTÎK E’

Xeta bîrdozî û têkoşîniya me xwe dispêre hêza gelan û avakirina civaka exlaqî û polîtîk. Hewldana me avakirina kesayetekî azad e ku bikare bigihîje hêza pêşengtî, rêxistin û parastina gel û avakirina civakekî şoreşger ya di çarçoveya gihîştina jiyanekî hêjayê mirov, li ser pîvanên demokrasî, azadiya jin û ekolojîk be ye. Wate ne ji bo çêkirin û komkirina leşkerên bê fikir û vîn ku mîna bombeyek ya pîma wê hatibe kişandin û bikeve destê dagirker û sermayedarên cîhanê ye.

‘BI EZMÛNA ROJAVA EM Ê XWE LI GORÎ HER ŞERT Û MERCAN BIHÊZ BIKIN’

Tevgera şoreşger û azadîxwaz a gelê Kurd Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi li berçav girtina ezmûna bi nirx a Rojavayê Kurdistanê di nava hewldanê de ye ku hêzên xwe di her qad û şertan de ku jiyan û nirxên civakî yên ne tenê gelê Kurd ên hemû gelên Îranê bi gef û tinebûnê re rû bi rû dihêle bi cih bike. Helbet ev xebat û têkoşîn tenê bi tevger yan jî partiyekê re sînordar nîne û divê girseyên gel bi şeklê gelên şoreşger werin rêxistinkirin. Civakekî wiha dikare xwedî hêza parastina xwe be û vîna siyasiya xwe rêxistin û ji nû ve zindî bike. Wê rejîmê bi pêşxistin û rêxistinkirina şer a bi şeklekî çalak a ji derveyî sînor dest bi propagandayek li ser bingehê parastina ewlehî û bihêzbûyîna hudirîn dikir. Lê gefên ji derve heta navendên stratejîk ên leşkerî-siyasî, rayedar û fermandarên kar û barên hesas nêzîk bûye û derbên giran li pergala muhafezekar a Îranê xist.

‘REJÎMA ÎRANÊ BI FERZKIRINÊ Û HIQÛQA DER MIROVÎ CIWANAN JI TÊKOŞÎNÊ DIKE’

Mirov dikare bêje rejîma Vêlayet-î Feqîh a Îranê tevî ku îdeayên antî emperyalîstî bi awayekî yekser û ne yekser ketiye nav çerxa ferzkirî ya hêzên hegemon û pêre bûye yek. Rejîma dagirker a Îranê li hemberî daxwazên gelan ango ya hemû beşan, esnaf, jin û ciwanan siyasetekî ya şîdet û dermirovane bi rêve dibe. Jin û ciwanên Îranê di nava çend salên bihorî de bi berxwedaniyên dîrokî û bê hempa re li hemberî siyasetên ferzkirî û yên teslîmgirtinê, rejîma hov a Îranê bi binketinê re rû bi rû kirin. Dezgeha dadê ya Îranê bi derxistina zagonên dijî mirovî ya îdamê re hewl dide ku hêzên rast ên demokrasî û azadiyê bê bandor bike û wan ji armanc û têkoşînê sar bike. Ji aliyê din we jî bi belavkirina siyaseta biyoîqtîdar û ferzkirina birsîtî û bêkariyê li welatê ku nanê çavkaniyên wê yên bin erd û ser erd di cîhanê de pir kêm tê dîtin, di nava hewldanê de ye ku li ser civakê serwerî û kontrolê bide çêkirin û bi vî rengî gel bîne wê astê ku tenê di hizra têrkirina zikê xwe be.

‘TEVÎ ZILM Û ZEXTÊN REJÎMÊ JÎ JIN Û CIWAN LI BER XWE DIDIN’

Hemû hewldana û fikarên rejîma Îranê çawa ku di ragihandinên xwe de bername û siyasetên xwe yên salane eşkere kirî, hê bêhtir navendîkirina desthilat û yekdestkirina serweriyê pêkbîne û civakê bifetisîne. Ev rastiyane li ser tevahiya xebatên civakî û rêxistinên xweber ên civakê yên mîna hêz, rêxistin, kesayetiyê olî-mezhebî, rewşenbîr, bi taybetî hunermend û siyasetmedaran bi rengekî pratîkî ketiye meriyetê. Tevî sansûr, girtîgeh, îdam û pêşxistina tirs û xofekî zêde, gelên Îranê bi pêşengiya jin û ciwanan li tevahiya Îranê her wiha di rewşa dîlbûyî û çalên mirinê ango girtîgehên Îranê de bi wêrekî û berxwedanekî hêja xwedî li hevudu û nirxên hevbeş ên mirovatiyê derdikevin. Xebat û têkoşîna tevgera me di çarçoveya azadî û bi hevre jiyana gelan de ye.

TÊKOŞÎNEKE HEVPAR, PIRGELÎ Û PIR NETEWÎ

Piştgirîdayîn û xwedîderketina li hêzên rasteqîn ên demokrasiyê ku îro di berxwedanî û sekna karker, jin, cotkar, karmend, eşîr, hunermend û rewşenbîrên ku keda afirandin û hêza domandina jiyana civakê berhem tînin, pêşveçûna xeta me ya têkoşînên ye. Di vê çarçoveyê de em di nava hewldanê de ne ku qad û meydanên nû ji bo rêxistinkirin, hevgirtin û bi hêzkirina hemû wan hêzên civakê ku avêtine kêlekê bikin bingehê xebatên xwe. Em ê tu mirovek ji hemû qewim û netewan ji derveyî avakirina pêywendî, hevfikrî û tesbîtkirina xalên nirxî yên hevbeş nehêlîn. Çepergirtin, têkoşîna parastin-civakî-perwerdeyî û hunerî li kêleka xebatên teorîk û pêşkêşkirina nexşe rê (projeya çareseriya demokratîk a pirsgirêkên Îranê) ya di hundurê Îranê de, di wan salên derbasbûyî de ji bo tevgera me cihekî diyar û cihê bawerî di nava gel de avakiriye.

Em bi têgihîştina bawerî û piştewaniyekî wiha bi taybetî bi lêkolînkirina bername û şêwazên têkoşînê ya di kongreyên PJAK û KODAR’ê ku par hatin lidarxistin, hemû siyasetên xwe yên têkoşînê li ser esasê çawatiya çareserkirina pirsgirêkên jiyanî ku îro pêsîra civakê girtiye û rojane civakê ber bi xwekujî û teslîmbûyîna li hemberî rejîma dagirker û dermirovî ya Îranê dibe, ji nû ve diyarkiriye. Çawatiya aktîfkirin û ji nû ve zindîkirina hêza jin û ciwananên hemû gelên Îranê ji bo tevahî mijarên aborî, perwerdeyî-tendurustî bingehê proje û bernamerêjiyên me ne. Lê ya girîng hevrêtî û tevlîbûna civakê ye, ne xwe tu proje, hêz û partiyek ji bo parastin û pêşxistina civakê têrker nîne û vê nebe jî. Potansiyela gelan e ku di kanala partiya azadîxwaz PJAK’ê û pergala Konfedralîzma Demokratîk KODAR’ê de dikare hêza çarseriyê û weguhertina Îranê bu dest bixîne.”