Bêdengiya saziyên Ewropî ya li ber tecrîd û dagirkeriyê protesto kirin

Li Strasboûrgê bêdengiya saziyên Ewropî ya li ber êrîşên dagirkeriyê, tecrîda li ser Ocalan û dîsa biryara DYE’yê ya li ser 3 pêşengên PKK’ê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakiya rûniştinê ya bi pêşentiya TJK-E û KCDK-E ya bi dirûşma ‘Her der Avaşîn, Metîna û Zap e; Dem dema azadiyê ye’ ku 12’ê Gulanê Strasboûrg a Fransa li qada Konseya Ewropa (KE), Parlementoya Ewropa (PE), Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) lê ye, hatibû destpêkirin dewam dike.

Kurdistaniyan îro bêdengiya saziyên Ewropî ya li ber êrîşên dagirkeriyê, tecrîda li ser Ocalan û dîsa biryara DYE’yê ya li ser 3 pêşengên PKK’ê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Meşa ku ji bo protestokirina biryara DYE’yê ya li ser sê kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd saet 13:00’an li pêşiya KE’yê hatibû destpêkirin li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê bi dawî bû.

Di meşê de li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi Fransî yên bi nivîsên ‘Nûnerên Gelê Kurd ne terorîst in’ û alên PKK, dowîzên li ser bi Fransî ‘Zarokên me’ li ser hebûn hatin hildan. Bê navber dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Kîne Em? PKK’ne’, ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Kujer Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ hatin qîrkirin.

Meşa ji pêşiya KE’yê destpê kir heta Sefaretxaneya DYE dom kir, bê navber dirûşim hatin qîrkirin û biryara DYE hate protestokirin.

DYE ya li ser lîderên Kurd hatî girtin ji aliyê tu Kurdekê ve ti rewabûna xwe nîne, dewleta Tirk a Kurdistanê dagir dikin û Kurdan qetil dike terorîst e.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser biryara DYE’yê û hate gotin ku ev yek destekê dide êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê, hate destnîşankirin ku gelê Kurd bi êrîşeke mezin a navnetewî re rû bi rû ye.

Hate gotin ku tavilê divê DYE dev ji vê biryara xw eberde, nebe parçeyek ji sûcên dermirovî yên li ser Kurdan, hate nîşandan ku PKK hêzeke rewa ya parastinê ya gelê Kurd e, bang hate kirin ku PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin,

Çalakî bi dirûşman dawî bû.

Çalakiya rûniştinê ya 12’ê Gulanê hatibû destpêkirin wê roja Înê bi dawî bibe.