Bêdengiya NY’yê ya li diî qetlîaman hate protestokirin

Kurdistanî û dostên wan ên li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê daketin qadan, bêdengiya YE’yê ya li dijî qetlîaman bêdeng kirin.

EWÛSTÛRYA

Kurdistaniyên li paytexta Ewûstûrya Viyanayê daketin qaddan, li pêşiya Neteweyên Yekbûyî êrşê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê jî Kurdistanî û dostên wan daketin qadan, dagirkeriya Tirk û qetlîamên wê li pêşiya Parlementoya Fransayê protesto kirin. Di çalakiyê de daxwaz ji hikûmeta Fransa hate kirin ku qada esmanî ya Rojava li firîna balafiran bigire.

ELMANYA

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Aachen, Braûnschweîg, Darmstadt û Bonê daketin qadan, êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Di çalakiyan de bêdengiya welatên Ewropayê ya li hember qetlîaman hate protestokirin.