Bayik: PKK fedayîtiya ji bo gel û azadiyê ye

Cemîl Bayik: Taybemtendiyên bingehîn ên kadroyên PKK'ê xizmeta ji bo gel û hurmeta li nirxên gel e. Ti carî xwe bi navê kadro di ser kesî re nabîne, jiyana xwe sade ye, bi biryar û wêrek, xwe fedayî azadiyê dike.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi wesîleya salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê ji ajansa me re axivî.

Polîtîkaya kadrobûyînê ya Tevgera Apoyî çawa pêk hat? Taybetmendiyên çînî, civakî û kesayetî yên kadroyan bi çi rengî bûn? Van taybetmendiyan bi çi rengî bandor li pêşketina komê û têkoşînê kir? Di van hemûyan de rola rêbaz û kesayetiya Rêber Apo çawa bû?

Rêber Apo hîn ji destpêkê ve weke Rêber hate qebûlkirin. Kesî negot ku Rêber Apo qebûl bikin. Wî bi xwe jî negot 'Min weke Rêber qebûl bikin'. Bi hişmendiya xwe, bi rêxistiniya xwe, bi jiyana xwe ya bi dîsîplîn, bi rêbaza xwe ya kar, bi tempoya xwe û bi fedakariya xwe ya ji bo azadiyê, bi nirxên afirandî, bi nêzîkatiya xwe ya li bûyeran, bi dilsoziya xwe ya bi hevrê û gel re ev yek da qebûlkirin. Ji xwe re kir esas ku bi afiranda xwe xwe hevrê û gelê xwe biafirîne. Di kesayetiya xwe de çi pêk anî, têkoşiya ku heman tiştî li gel hevrê û gelê xwe jî pêk bîne. Her tiştên xwe bi hevrê û gelê xwe re parve kir, ev yek weke berpirsyariyeke bingehîn ji xwe re dît û di her şert û mercî de hewl da pêk bîne. Ji ber vê yekê kadro hîn dema 4-5 kes bûn Rêber Apo ji xwe re weke rêber qebûl kirin.

Berpirsyariya kadrobûyînê ya bi rengê Apoyî Rêber Apo bi xwe hilda ser milê xwe, kadro hemû bi xwe perwerde kir. Hem xwe perwerde kir hem jî kadro perwerde kir. Têkiliya xwe ya bi hevalan re timî perwerde bû. Jiyana xwe kiribû perwerde. Li gel Rêber Apo têgihiştina dîrokê xurt bû. Dersên mezin ji dîrokê derxistibû. Yên ku vê rastiyê di kesayetiya xwe de pêk bînin û bi pêş ve bibin wê bi ser bikevin. Rêber Apo dema ku kadro perwerde dikir li ser bingeha dersên ji dîrokê derxistî perwerde dikir. Rastiya mirov û civakê ya li Kurdistanê, statuya ku li ser Kurdistanê hatiye ferzkirin, polîtîkayên tên meşandin, rewşa civakî û mirovî, rastiya dijmin bi kûrahî bi mirovan dida fêhmkirin. Bi taybetî li ser kesayetî, civak, rêxistin û rêbaza têkoşîna radiwestiya ku divê li dijî dijminekî bi vî rengî çawa bê kirin. Bi berfirehî radixist pêş çavan ku mirov û civaka Kurd ji rastiya xwe hatiye dûrxistin, polîtîkayeke qirkerî û mêtingeriyê li dij tê meşandin, dinya Kurd û Kurdistanê qebûl nake, xwedîderketina li Kurd û Kurdistanê tê wateya rabûna li ber dinyayê, ev yek têkoşîna herî giran a demokrasî û azadiyê ya dinyayê ye. Bi mirovan dida fêhmkirin ku meşandina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li welatekî bi vî rengî, wergirtina encamê ji vê yekê bi wê yekê pêkane ku divê mirov pêwendiyên xwe yên bi modernîteya kapîtalîst, mêtingerî û qirkeriyê bi temamî qut bikin, yên dixwazin vê têkoşînê bimeşînin divê ji xwe dest pê bikin û dest ji feraseta jiyana şexsî berdin, jiyana xwe fedayî hebûna Kurdan û têkoşîna azadiyê bikin, milîtaniyeke li derveyî vê yekê ti carî bi ser nakeve. Ji ber vê yekê hîn ji destpêkê ve Rêbertiyekî fedayî di kesayetiya xwe de afirand û ji bo kadro, rêxistin û civakeke fedayî biafirîne dil û mejiyê xwe xiste nava liv û tevgerê. Kadro li ser bingeha fedayîtiyê hate afirandin. Bi kadroyên bi vî rengî hate xwestin ku rêxistin û têkoşîn bê meşandin.

KADROYÊN PKK'Ê GOTINÊN XWE DI JIYANA XWE DE PÊK DIANÎN

Kadroyên PKK'ê ne tenê ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve li hev kom bûn. Ew mirov bûn ku jiyaneke nû afirandin û bi vê armancê li hev kom bûn. Tiştên ku digotin di destpêkê de di kesayetî û jiyana xwe de pêk dianîn. Ji ber ku tevlî rastiya Rêber Apo bûn. Armanca rastiya Rêber Apo ewe ku destpêkê di kesayetiya xwe de pêk tîne û piştre jî ji bo li gel hevrê û gelê xwe pêk bîne têdikoşe. Yên ku xwestin bibin hevrêyên Rêber Apo ev feraset û helwest ji bo xwe kirin esas. Hewl dan vê yekê li her deverê û di nava her şert û mercî de pêk bînin. Vê yekê bandoreke gelekî erênî li civakê kir. Lewma Rêber Apo got, "Gel ji gotinên kadroyan bêhtir li jiyana wan û kiryarên wan dinere." Rêber Apo jiyana xwe bi rêbaza komun a demokratîk bi rêxistin kir. Kadro jî li malên komun bi rêxistin kir. Ji ber vê yekê kadro xwedî karakterekî komunale, li gel kadro ezezîtî nîne. Jiyaneke xwe ya dilnizm heye. Mîna gel dijî. Kadro dûrî madiyatê ji xwe re manewiyat kir esas. Ji ber vê yekê gel rastiya xwe di nava kadroyan de dît û ji ber vê yekê kadro pejirand. Piraniya beşên civakê tevî ku PKK bi kûrahî fêhm nekiriye jî got 'Ez PKK'yî me'.

Kadroyên PKK'ê ji xwe re li derfetan negeriyan, li gorî derfetan tênekoşiyan. Tenê xwe spart hêza xwe, nêrîn û kesayetiya xwe ya milîtan. Xwe nespart derfetan an jî nebûna derfetan, bi têkoşîna xwe derfet afirand, derfet mezin kir û ji xwe re kir esas ku bi têkoşînê pirsgirêkan çareser bike û çareserî jî di kesayetiya xwe de geriya. Bi ti rengî ji vê pîvana bingehîn tawî neda. Ji ber vê yekê xwe nekir hewcedarê kesî, neket bin bandora ti hêzê; ji aliyê îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî ve timî ser bi xwe bû. Gel destpêkê digot, "Hûn zarokên xizan in, kesekî we nîne, eşîreke we nîne ku hûn xwe bispêrin, dewleteke we nîne, yên ku xwedî van bûn berê bi ser neketin, hemû tine bûn, hûn ê çawa bi ser bikevin? Hîn dereng nebûye lewma dest jê berdin, hûn ê xwe jî û me jî bişewitînin." Lê belê biryardariya kadro ya di vê pîvanê de û pêkanîna wê, bandor li gel kir, gel jî piştevaniya kadro û têkoşînê kir. Apoyiyan di nêrîna xwe de bi israr bûn û bi coş karê xwe dikirin. Vê yekê bandor li gel dikir.

Apoyiyan serdestên Kurd, axa û beg rexne kirin. Paşverûtiya li nava Kurdan rexne kirin. Di nava civaka Kurd de yekemcar serdest, axa û beg bi vî rengî bi wêrekî dihatin rexnekirin. Vê yekê jî gel bêhtir wêrek kir. Bi rengekî eşkere nîşan dan ku tevger ne alîgirê serdestane, alîgirê gele. Ev rexne di pratîkê de hate nîşandan. Vê yekê jî kir ku gel piştrast be û tevlî têkoşînê bibe.

Rêber Apo kadrobûyîn spart mirovên ji nava bindestan, xizanan hatî û bi vî rengî pêk anî. Hema bêjin temamiya kadroyên destpêkê yên Apoyî ji nava mirovên kedkar û xizan bûn. Koma Apoyî ji kesayetiyên welê hatibû avakirin ku ji aliyê civakê ve dihatin hezkirin, dihatin qebûlkirin, kedkar, fedakar, wêrek, bi biryar, gelparêz û paqij bûn. Kadroyên ku bi felsefe, îdeolojî, uslûb, rêbaz û tempoya Rêbertî perwerde bûn ew kadro bûn ku li pey çareseriyên kurt û hêsan nebûn, neketin pey nexweşiya desthilatdariyê, ji bo xwe jiyaneke şexsî neafirandin, xwe ji gel û hevrêyên xwe cuda nedîtin, li dijî astengiyan, zehmetî û bêderfetiyan têkoşiyan û di nava her şert û mercî de ev yek kirin. Têkoşîna di nava şert û mercên giran de veguherî rêbazeke Apoyî. Lewma mirov dikarin bêjin ku zehmetiya şoreşa Kurdistanê kir ku Apoyî biafirin. Ji xwe li devera zehmet Apoyî xwe afirand û bi wate kir. Bû xwedî feraseteke welê ku timî ber bi serketinê ve dimeşiyan, ji bilî serketinê tiştek qebûl nekirin, qîma xwe bi serketinekê jî neanîn, ya ku bi dest xist têrker nedît, da pey serketinên hîn mezintir û her tiştî jî bi têkoşînê kirin. Her tiştên bi dest xistin jî kirin bingeh û derfeta xurtkirina têkoşînê.

Kadroyan ji ber ku li her deverê û di nava her şert û mercî de têkoşîna îdeolojîk bi biryardarî û wêrekî meşandin û cudahiya xwe bi her rengî nîşan dan, bûn xwedî serweriya îdeolojîk. Sekna xwe ya îdeolojîk û bi bawerî bi gotin, helwesta xwe nîşanî her kesî dan. Yên ku têkoşîna îdeolojîk bi ser dixînin, encamê werdigirin. Ji ber vê yekê PKK bi lez bi pêş ket.

Têkiliya hevrêtiyê û çanda jiyanê ya Apoyî timî balê dikişînin. Hûn dikarin vê yekê binirxînin?

Hin pîvanên partîbûna PKK'ê hene. Yek ji wan jî pîvana hevrêtiyê ye. Ji bo mirov fêhm bikin ku kesek PKK'î ye yan na, divê mirov bala xwe bidin ku pîvana hevrêtiyê dijî yan na. Rêber Apo got, "Jiyana ji bo hevrêyên xwe, dûrketina ji xiyaneta li hevrêyên xwe, jiyana bi hevrêyên xwe ye, jiyankirina hevrêyên xwe ye." Hevrê ew mirov in ku eniya hevrêyên xwe digînine stêrkn. Bi PKK'kirina tevgerê bersiva da şehadeta hevrê Hakî Karer. Ji bo kesên li Hakî Karer dipirsî digot, "Bi şêweyê PKK'ê dijiya, PKK Hakî ye." Ji ber vê yekê PKK partiyeke şehîdane, em jî di bin fermana wan de ne, ew fermandarên me ne, em ên li ber destê talîmatê wan in, ji bo pêkanîna xeyal û daxwazên wan em têdikoşin. Em hewl didin bibin hevrêyên şehîdan, bibin şervanên azadiyê yên PKK'ê û Rêber Apo.

Rêber Apo her şehadet kir hinceta mezinkirina nêrînê, rêxistinê û têkoşînê. Bi vî rengî li şehîdan bû xwedî. Vê yekê bandor lig el kir. Gel bû xwedî wan nirxand ku karibe xwe pê îfade bike. Bi mezinkirina van nirxan xwest xwe mezin bike. Hebûn û azadiya xwe li ser vê bingehê pêk anî. Lewma got, 'şehîd namirin'. Her tim anî ziman ku bêyî Rêber Apo jiyan nabe ku Rêber Apo ev rastî afirand. Got 'PKK gel e, gel li vir e'. Rêber Apo çanda otantîk a gelê Kurd derxist holê, ev yek bi gel re kir yek. Li dijî çanda modernîst kapîtalîst qirker ku asîmîle dike û tine dike, têkoşîn meşand. Li ser bingeha felsefe û îdeolojiya xwe ji bo civaka Kurd jiyaneke nû, çand, exlaq û kesayetekî nû afirand. Ev yek di kesayetiya hevrê Hakî Karer de berbiçav kir û bi şehadeta wî re veguherî çanda vê tevgerê. Bi felsefeya 'xirqeyek û pariyek' jiyana xwe bi rêk û pêk kir. Rêber Apo got, 'Pîvazek, bulxur û dew hebe, tiştekî din naxwzim'. Destnîşan kir ku polîtîkaya TC a faşîst qirker û mêtinger ku her roj Kurdan dikuje ji bo Kurdan nabe jiyan, 'jiyan eger wê hebe divê azad be, naxwaz em ê jiyana ku li me tê ferzkirin ti carî qebûl nekin'. Jiyan û mirin bi civaka Kurd da fêhmkirin. Bi berfirehî nîşan da ku mirin çi ye, jiyan çi ye. Ji bo pirsa 'divê çawa bijî û çima bijî' bersiv da. Li malên komun bingeha jiyana çawa û çima destnîşan kir. Hevalê Hakî Karer ev yek heta kêliya dawî ya jiyana xwe pêk anî. Ti carî jiyanek ji bilî hevrê û gelê xwe qebûl nekir, li xwe heram kir. Ya kêm û zehmet ji xwe re, ya bi derfet û hêsan jî ji hevalên xwe re hişt. Mîna Derwêşan jiya. Nefsa xwe timî tebiye kir. Ev yek afireandina jiyana bi rengê derwêşan, ewliyayane, çand û kesayetiya wane. Ji ber vê yekê jiyan, çand û kesayetiya PKK'ê ewqasî bi bandore.

Di têkiliyên navbera kadroyan û yên bi gel re, rêbaza têkiliyê ya Rêber Apo rêbaza têkiliyê ya kadroyên PKK'ê ye. Têkiliyeke welê ye ku ji hevrêyên xwe hez dike, hêja dibîne, bi pêş dixe, serketî dike, jiyaneke cudayî wan qebûl nake, serketina xwe di serketina hevrê û gel de dibîne. Taybetmendiyên bingehîn ên kadro ew yeke ku xizmetê ji gel re dike, di xizmetê de kêmasiyan nake, bi rengekî hesas nêzî nirxên gel dibe, gelparêzin, timî xwe perwerde dike, bi rêxistin dike û xwe dike xwedî îrade. Bi gel re dijî, bi hev re kar dike, kedkare, ti carî xwe cuda û di ser kesî re nabîne, jiyana xwe sade ye, bi biryar û wêreke, xwe fedayî azadiyê dike. Vê yekê çandek afirandiye. Bandor li gel kir, gel jî kesayet û çanda Rêber Apo ji xwe re kir mînak. Rêber Apo got, 'karkirin azadî ye'. Li Kurdistanê yên xwedî armanca azadiyê bi rengekî bê sînor dixebitin. Bisînorkirina kar û têkoşînê tê wateya nexwestina azadiyê.

Taybetmendiyên ku Apoyiyan ji rêxistin û komên din cuda dikin çi ne? Rêbaza kar a kadroyan di nava gel de çawa bû? Gel bi çi rengî ji gotinên kadroyan bawer kir? Dema ku mirov li demên beriya partîbûnê, piştî partîbûnê û vê demê dinerin, gelo di rastiya kadro de guhertinên çawa pêk hatin?

Rêber Apo baş fêhm kiribû ku rejîma faşîst, qirker û mêtinger çi ye û çi aniye serê mûxalîfan, demokrat, sosyalîst û tevgerên şoreşger. Lewma mîna her kesî bi komele, rojnameyan dest bi kar nekir, ev yek metirsîdar dît. Ji bo nekeve bin kontrola dijmin, ji bo darbeyê nexwe ji vê rêbaza kar xwe vegirt û dest bi kar, rêxistinbûn û têkoşînê kir. Bi vê yekê re ji bo dijmin zû bi rêxistinbûnê nehese hin tedbîr wergirt. Lewma dijmin demeke dirêj kar, karakterê kar û encamên wê fêhm nekir. Vê yekê kir ku tevger bi xurtî xwe bi rêxistin bike û bi pêş ve biçe. Nehişt ku tişta hat serê hemû tevgeran neyê serê PKK'ê. Ev rêbaza kar, uslûb û tempo kir ku PKK li derveyî kontrola dijmin zû bi pêş bikeve û xizmet bike.

Rêber Apo rêbaza kar a PKK'ê bi rengekî eşkere destnîşan kir û hewl da bi kadroyan û gel bide fêhmkirin. Got, 'Bi derziyê bîrê dikole û avê jê derdixîne'. Got, 'Çiya bi bivir hilweşîne'. Got, 'Bila PKK min qebûl bike, wezîfeyê bide min, çi pêwîst be ez ê wê bikim'. Got, 'Eger tine be ez ê biafirînim, hebe ez ê mezin bikim, bi vê yekê re derfetên mezin biafirînim'. Got, 'Bifikire û bike, bike û bifikire, hîn bêhtir bike û ya herî bedew bike'. Got, 'Qîma xwe bi ti pêşketinê nîne'. Got, 'Divê timî destpêkên nû bike'. Got, 'Afirandina jiyanê ji mirinê'. Kemal Pîr got, 'Eger em karibin kesekî bi axaftina bi carekê qezenç bikin carekê, eger bi du sed carî qezenç bikin divê em du sed carî pê re biaxivin û qezenç bikin'. Ji ber ku ji jiyanê gelekî hez dikirin ku di oxira wê de canê xwe feda kirin, tevlî Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bûn. Berxwedêrên zindana Amedê gotin, 'Berxwedan jiyane, teslîmiyet xiyanete'. Felsefeya têkoşînê û jiyana PKK'ê bi vî rengî destnîşan kirin.

Apoyî û PKK li malên komun afirîn. Ji ber vê yekê bi milîtanên PKK'ê re karekterê komunal a demokratîk heye, ezeztî nîne. Dilnizmî bi wan re heye. Mîna gel dijîn. Bi rêzdarî nêzî nirxên çandî û exlaqî û olî yên gel dibin. Vê yekê gelekî bandor li gel kir. Ji ber vê yekê gel digot, 'Ne nimêj jî bikirabûna hûn ê tam Misilman bûna'. Di heman demê de kadroyên PKK'ê ji kesên ku ji xwe re digotin 'Misilmane' bêhtir bi exlaq, bi wijdan û adil û paqij didît. Ji ber ku gel misilmantî bi vî rengî dinirxand, digot 'hûn mîna misilmanên rasteqîn dijîn'. Yek ji taybetmendiyên herî girîng ku PKK û milîtanên wê ji rêxistinên din cuda dikir ev bû. Ji ber ku milîtanên PKK'ê mîna derwêşan dijiyan. Gotin û pratîka wan yek bû. Gotinên wan cuda, jiyana wan cuda nebû. Rêbaza wan a jiyanê û têkoşînê ji bo gel dibû cihê baweriyê. Milîtanên PKK'ê nefsa xwe terbiye kiribûn. Bi wan piştrast bûn ku ji PKK'iyan ti rewşeke neyînî û nebaşî nagihêje mirovan. Civak bi çi rengî nêzî derwêşan, ewliyayan dibû bi wî rengî nêzî Apoyiyan dibû. PKK her ku mezin bû û bi pêş ket, ji bo van taybetmendiyên xwe biparêze û bi pêş ve bibe rexnekirin û rexnekirina xwe ji xwe re kir esas. Yek ji pîvanên bingehîn ên partîbûna PKK'ê rexnekirin û rexnekirina xwe ye. Ji kêmasî û şaştiyan paqijkirina xwe ye. Li devera ku ev pîvan nebe PKK û milîtanî jî nîne.

PKK'ê destpêkê bi rexnekirineke mezin dest pê kir û paşverûtî, kêmasî û şaşitiyên civaka Kurd jî rexne kir. Kesayetî û zîhniyeta ku mêtinger, qirkerên faşîst afirandin qebûl nekir. Her tiştên wê zîhniyetê xwest ji nava civakê biavêje. Li dijî modernîteya kapîtalîst ku civakê û mirovan tine dike ji destpêkê ve têkoşiya. Hêz û kesên li derveyî PKK'ê kapîtalîzm pêşketî dîtin, lê belê PKK'ê berevajî vê nêzîkatiyê ew weke tinekirinê destnîşan kir. Ji ber vê yekê bi analîzkirina zîhniyet û kesayetiyê dest bi kar kir. Vê yekê kir ku ya eydî Kurdan û mirovan û ya ne eydî wan eşkere bibe. PKK'ê pîvanên qebûlkirin û redkirinê nîşan da û bû tevgera wê yekê ku van pîvanan mezin bike. Li ser vê bingehê welatparêzî û xiyanet ji hev cuda kir. Vê yekê kir ku pêşketin pêk were.

PKK'ê her wiha esaswergirtina navendên Sowyetê, Çîn û Albanyiyaê ku ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve lê dihate ferzkirin red kir û bi vî rengî xweseriya xwe nîşan da. PKK û milîtanên wê bi xwe piştrast bûn û têkoşîna îdeolojîk bi wêrekî û biryardarî meşandin. Ti carî ji pîvanên xwe tawız nedan. Diçû gel hemû beşên civakê. Ne tenê nêrînên xwe digotin, her wiha ji bo îqna bikin hêza xwe hemû bi kar dianî. Ne hin saetên diyarkirî, her tim propaganda, karê ajîtasyonê û îqnakirinê dimeşandin. Apoyî dema ku diçûn deverekê yekser xwe nîşan didan. Mîna Hawariyên Îsa, mîna Sahabeyên Îslamê diçûn gel her kesî, bi biryardarî dixwestin encamê werbigirin. Civak li ku deverê bûya PKK û PKK'î li wê deverê bûn. Li malan digeriyan, carna dema derî li rûyê wan dihate girtin jî nêrînên xwe vedigotin, dest jê bernedidan.

PKK'IYAN JIYANEKE DÛRÎ AZADIYÊ Û XIZMETA GEL QEBÛL NEKIRIN

PKK tevî feraseta têkoşînê û rêxistinî, polîtîk û îdeolojîk di rêbaz, tempo û ûslûbê de jî ji rêxistinên din cudatir bû. Ev cudahî di nava her şert û mercî de bi biryardarî nîşan dan. Her tim di nava şert û mercên zehmet de têkoşiyan. Xwe ji şert û mercên zehmet venegirtin, berevajî zehmetî weke hebûna PKK'ê dîtin. Rehetî, hêsanî, ya amade nexwestin, neketin pey çareseriya bi hêsanî û nexweşiyên desthilatdariyê. Ji xwe, gel piştrast bûn û bi derfetên herî kêm têkoşiyan, xwestin ku her tiştî bi têkoşînê werbigirin. Çareserî li gel hêzên cuda nedîtin, di kesayetiya xwe de dîtin. Rêbaza şoreşgerî û encamgiriyê ji xwe re kirin esas. Mîna karmendekî nexebitîn, bi temamî 24 saetên xwe diyarî azadiyê kirin. Nedan pey madiyaetê, nedan pey jiyaneke şexsî, manewiyat û xizmeta ji bo gel ji xwe re kirin esas. Jiyana li derveyî azadiyê û li derveyî xizmeta li gel qebûl nekirin.

Li pêşberî faşîstan, li pêşberî dijminên gel, ajanan û astengiyên li pêşiya îradeya gel, li pêşberî yên zextê li gel dikin û rêxistinbûnê asteng dikin ti carî serî netewandin. Li dijî yên li pêşiya îradebûna gel dibûn asteng her tim têkoşiyan. PKK ne tenê bi kadroyan, her wiha bi sempatîzanan jî xebitî. Sepatîzan jî mîna kadroyan kar kirin. Sempatîzanan karê xwe dikirin. Lê belê tevlî karên rêxistinî û çalakiyan jî dibûn. Gel û sempatîzan jî tevlî karê rêxistinê dibûn. Ji ber vê yekê rêbaza xwe ya kar ji ya rêxistinên din cudatir bû.

JI BILÎ FELSEFEYA TÊKOŞÎNÊ Û JIYANA RÊBER APO RÊYEK NÎNE KU CIVAKA KURD AZAD BIKE

Niha jî hebûna derefetan bandoreke neyînî li hin milîtanan û taybetmendiyên milîtanan dike. Nabêje, 'Partiyê ez qebûl kiriye, wezîfe da min, çi pêwîst be divê ez wê bikim, biafirînim, mezin bikim'. Her tiştî ji rêxistinê dixwaze, neserketiya feraseta 'bide ez ê bikim, nede nakim' li rêxistinê ferz dike. Dixwaze di rêyeke hêzan de zû û bêyî zehmetiyan bikişîne tiştekî bi dest bixe. Naxwaze zehmetiyan û bêderfetiyê bibîne, dema ku ev dibe hingî paşve gavê diavêje, yan jî bi temamî dest jê berdide. Bi nexweşiya desthilatdariyê dikeve, di bin navê kadro û partîbûnê de jiyaneke taybet dixwaze. Lê belê têkoşînek zêdeyî 45 salan û nirxên mezin ên bi têkoşînê hatine afirandin, her wiha çandeke PKK'ê ya li ser vê bingehê heye. Ev çand dewam dike. Nepêkane ku ev çand, rastiya Rêber Apo û milîtaniya PKK'ê bê tinekirin. Lê belê bandor, ezezîtî, lîberalîzm û madiyatperestiya modernîteya kapîtalîst bandorê li nava me dike, li dijî van têkoşîn tê meşandin. Milîtan, sempatîzan û gelê ku rastiya Rêber Apo û PKK'ê ji xwe re dikin esas divê vê têkoşînê bi biryardarî û wêrekî bimeşînin. Yên ku dixwazin azad bibin û xwedî armanca azadkirinê ne divê vê têkoşînê bimeşînin û bi ser bixînin. Ji bilî felsefeya têkoşînê û jiyana Rêber Apo, ji bilî rêbaz, tempo û uslûba wan tiştek nikare civaka Kurd azad bike.

Tevger dema derbasî Kurdistanê bû li deveren ku asîmîlasyon lê xurte dest bi kar kir, li van herêmên zehmet encam wergirt û bi vî rengî li Kurdistanê belav bû. Destnîşan kir ku eger li van herêman bi ser bikeve wê li herêmên din jî bi ser bikevin û bi vî rengî tevgeriyan. Avantajên van herêman hebûn. Zehmetî jî weke hinceta têkbirina vê dîtin. Divê avantaj jî bi vê yekê re bên nirxandin. Xeta ku esas hate wergiritn ev bû. Mîna rêxistinên din li deverên ku derfet hebûn dest bi kar nekir.

Hîn ji destpêkê ve azadiya gelan, wekhevî û yekîtiya demokratîk ji xwe re kir esas. Li ser bingeha hevrêtiya Hakî û Kema Pîr Rêber Apo rêxistin û kadro afirand. Xeta îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî ya têkoşînê li ser vê bingehê meşand. Tevger di vê çarçoveyê de li Kurdistanê bi pêş ket, li Rojhilata Navîn belav bû û niha gerdûnî bû. Bi vî rengî veguherî hêviya bindestan, gelan, jinan, ekolojîstan, sosyalîstan, kesên azadî û demokrasiyê dixwazin. Ji ber ku tevgereke enternasyonalîste gihîşt asta heyî. Ji ber vê yekê li dijî neteweperestiyê têkoşiya. Bi vî rengî jî ji rêxistinên din cuda ava bû û bi pêş ket.

PKK beriya bibe partî li gelek deverên Kurdistanê kar. Çima pêwîstî bi avabûna partiyê hate dîtin? Gelo mezinbûna koma îdeolojîk bandor li vê yekê kir? Wekî din sedemên partîbûnê çi bûn?

Rejîma faşîst a mêtinge rû qirker civak û mirovên Kurd parçe parçe kiribû. Civak û mirovên Kurd ji Kurdbûnê dûr xistibû, li ber tinekirinê bû. Li Kurdistanê hebûn û jiyana azad pirsgirêkeke giran bû. Rêber Apo bi rengekî dîrokî dest li vê yekê werda. Ji mirinê jiyan diafirand. Rizgarkirina civaka Kurd ji rewşa parçebûyî meseleya bingehîn a hebûn û azadiyê bû. Ev yek jî tenê bi rêxistinbûneke partiyê ya xurt a îdeolojîk û berfireh dikarîbû bihata kirin. Rejîma faşîst qirker bi her rengî bandor dikir. Di nava civakê de zîhniyet û kesayetî parçe dikir, ji xwebûnê dûr dixist. Bi rengekî welê zîhniyetek hatibû afirandin ku xizmet ji dijmin re dikir. Tevî ku destwerdana dîrokî ya Rêber Apo li vê yekê bû sedema pêşketinên girîng jî, çareserkirina zîhniyet û helwesta ku xizmetê ji dijmin re dike bi partîbûnê dikarîbû bihata kirin. Çareserkirina helwesta parçebûyî, pêkanîna yekparebûnê, encamwergirtin ancax bi partîbûnê dibû. Rêber Apo ji ber vê yekê got, 'Partî nebe li Kurdistanê pelek jî naheje'. Destnîşan kir ku 'Em bibin partî û bi ser bikevin'.

Karê hate kirin hin beşên civakê xiste nava liv û tevgerê. Tevger êdî ji qonaxa kombûnê derbasî karakterekî civakî bû. Tevger êdî civakî bû. Beşên civakê tevlî kar û têkoşînê bûn. Ev yek hîn bi xurtî pêk dihat. Kadro jî ji aliyê hejmar û wesfê ve mezin bû. Rêxistinbûn û têkoşîna bi komê êdî nedibû bersiv ji rewşê re. Lewma partîbûn diviyabû.

Di pêvajoya partîbûnê de hevrê Hakî Karer hate qetilkirin. Bi vê qetilkirinê re xwestin partîbûnê asteng bikin. Xwestin ku kadro bitirsînin û bikin ku birevin û dest ji têkoşînê berdin. Xwestin ku nehêlin ewladê gelê Tirk tevlî têkoşînê bibin. Armanc ew bû ku yekîtiya gelan a bi Hakî û Kemalan dest pê kir asteng bikin, Kurd û Tirkan bi hev bidin qirkirin. Rewş metirsîdar bû. Eger kom nebûya partî wê tevger biqediya. Hebûn û azadî bi partîbûnê pêkan bû. Rêber Apo jî ji xwe re kir armanc ku vê komploya mezin a li dijî tevgera me ya azadiyê û dîroka Kurd, berevajî bike û bike hinceta partîbûnê. Bi partîbûnê bersiva da komployê û vê şeahdeta mezin. Tol bi vî rengî hilanî. Pîvanên dilsoziya bi hevrêtiyê re bi vê rêbazê pêk anî. Ji bo bîranîna hevrê Hakî karer pêvajoya partîbûnê hîn bi lez kir. Bername nivîsand, nîqaşa wê kir, bi kongreyê re gihand asta partîbûnê. Hakî bi şêweyê PKK'ê nemir kir. Şehîdên mezin kirin bingeha PKK'ê û bi vî rengî bi pêş ve bir. Di bingeha partîbûna şehîdan a PKK'ê de rastiyeke bi vî rengî heye. Her şehadet kir hinceta mezinkirina PKK'ê û serketinê. Ji bo sedemên bingehîn ên partîbûna PKK'ê mirov dikarin van destnîşan bikin.

Kadroyên PKK'ê bi çi rengî civak, welat, dinya û dijmin dinirxand?

Eger PKK niha veguherîbe hêviya bindestan, gelan, jinan, ciwanan, ekolojîstan, demokrasî û azadîxwazan û sosyalîstan, eger Rêber Apo û PKK'ê ji bo xwe weke pêşeng dibînin, pêwendiya vê yekê bi destpêkê ve heye. Naxwe asta heyî nedihat afirandin. Sosyalîzma ku Marks û Engels destnîşan kirin û Lenîn xwest bixe meriyetê, di salen destpêkê yên damezrandina PKK'ê de felsefe û îdeolojiya herî pêşketî bû. PKK ev yek ji bo xwe kir esas. Lê belê ti carî li gorî navendên reel sosyalîzmê tevnegeriya. Timî armanc, xet û pîvanên wê ji xwe re kir esas. Her ku xist pratîkê kêmasiyên reel sosyalîzmê fêhm kir, rexne kir, feraseta xwe ya sosyalîst afirand. Bi vê feraset û îdeolojiyê hîn bi berfirehî li pirsgirêkan temaşe kir.

Rêber Apo bi nirxandinên li dinyayê, herêmê û Kurdistanê pirsgirêka Kurdistanê ne tenê çar dewletan eleqedar dike, Rojhilata Navîn eleqedar dike, lê belê ji wê jî wêdetir xwedî karakterekî gerdûnî ye. Rastiyeke Kurd û Kurdistanê hebû ku hatibû parçekirin û li her parçeyekî jî rastiyeke civakê û kesayetiyê hebû. Destnîşan kir ku civak û mirovên Kurd nikarin rastiya xwe bijîn. Destnîşan kir ku 'Jiyan bi vî rengî nabe, ji vê re jiyan nayê gotin'. Ji ber vê yekê ji bo Kurdan pirsgirêka jiyana azad û hebûnê destnîşan kir. Bi rexneyeke mezin dest bi kar kir. Pirsgirêk ne tenê weke pirsgirêka Kurd nirxand, weke pirsgirêka jiyana azad û demokratîk nirxand. Ragihand ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke gerdûnî ye, bi xeta neteweperestiyê pirsgirêk çareser nabe û bi vê ferasetê tevgeriya. Ji ber vê yekê jiyana azad, yekîtiya gelan ji xwe re esas wergirt. Gel hemû hembêz kir. Ji ber vê yekê gava destpêkê bi hvealên Hakî Karer û Kemal Pîr avêt. Ev yek yekîtiya demokratîk, wekhev û azad a gelan bû. Têkoşîna li ser vê bingehê xurt kir, ji Kurdistanê derbasî Rojhilata Navîn û dinyayê kir, bi vî rengî xist meriyetê û pêk anî.

Pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî zehmete li dinyayê ku bê çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkeke bi vî rengî pêwîstî bi Rêbertî, partî, milîtanî û gelekî fedayî heye. Ji bilî vê yekê pirsgirêk çareser nabe. Bi hêsanî yan jî di demeke kurt de çareser nabe. Rêber Apo feraseta 'pirsgirêkên mezin bi têkoşînên mezin çareser dibe' da fêhmkirin. Meşandina têkoşîna azadiyê li Kurdistanê dihat wateya hejandina hevsengiyên li Rojhilata Navîn. Ev yek jî tê wateya hejandina hevsengiyên dinyayê. Tê wateya afirandina dinyayeke alternatîf. Eger Rêber Apo û PKK bû hedefa serdestan, nokeran û modernîteya kapîtalîst, eger bû hêviya bindestan, jinan, gelan, ciwanan, sosyalîstan, ekolojîstan, azadîparêz û demokrasîxwazan sedema wê ev yeke. Hate fêhmmkirin ku şoreşa bi xeta Rêber Apo li Kurdistanê pêk hat, wê ji şoreşên Frasan û Rûsyayê bêhtir pêşketinên mezin biafirîne.

Li Kurdistanê gelek bîr, bawerî, mezhep, netewe û çand dijîn. PKK çawa nêzî van civatan bû?

PKK ji serî ve wekî tevgereke Kurdan ava nebû û ji bo vî tiştî tênekoşiya. Wekî tevgereke azadiyê ava bû, teşe girt û têkoşiya. Ji bo wê jî nebû tevgereke nijadperest. Bi qasî ku li dijî modernîteya kapîtalîst, qirkerî û mêtingeriya faşîst şer kir, li dijî altaxî, îxanet, axa, beg û serweran jî têkoşiya. Bi vê re bawerî da hemû gel, dîn û çandan. Wekî tevgereke azadiyê armanc, xet, rêgezên xwe bi awayekî zelal nîşan da û Ii ser vî esasî têkoşiya. Kadrotî, rêxistinbûna xwe bi tenê nespart Kurdan. Xwe spart kadroyên sosyalîst, azadîxwaz, demokrasîxwaz û wekhevîxwaz. Rêber Apo gava xwe ya pêşîn bi Hakî û Kemal avêt.Tu Kurd û Kurdistanî xwe bi fikrên Rêber Apo girêneda lê wî tevî van du rêhevalan dest bi rêwîtiyê kir. Pê re jî ev kadrobûn û rêxistinbûn ava bû. Gel, dîn û çandên ku ev tişt dîtin, baweriyeke mezin bi wan re çêbû. PKK wekî rêxistinbûna xwe, têkoşîna wê jî wekî têkoşîna xwe dîtin.

PKK TEVGEREKE WISA YE KU HER DEM XWE NÛ DIKE

Belkî wekî îro Neteweya Demokratîk di warê teorîk de nehatibû zelalkirin. Lê di qada pratîk de ev xebat hatibûn kirin. Piştre Rêber Apo ev tişt kir teorî û paradîgmayek jê re ava kir. Heke di destpêkê de bi feraset û helwesteke wisa nêzî gel, dîn û çandan nehata kirin, wê piştre teorî û paradîgmaya vî tiştî nehata avakirin. PKK tevgereke wisa ye ku her dem xwe nû dike.Ne bi tenê teoriyê, pratîkê jî ji xwe re dike esas. Rêber Apo yekîtiya teorî û pratîkê ava kiriye. Dema ku fikiriye kiriye, dema ku kiriye jî fikiriye. Rêberekî pêşeng e yê ku ev diyalektîk di vê astê de pêk aniye. Yên ku vî tiştî ji xwe re dikin esas, qelsî û kêmasiya di teoriyê de bi pratîkê, qelsî û kêmasiyên di pratîkê de jî di warê teorîk de pêk dînin. Serkeftina Rêber Apo û PKK’ê di vir de ye. Ji ber ku ne dogmatîk e, zindî ye û li hemberî hemû komplo û êrîşan pêş dikeve, serkeftina wê di vir de ye. Ji ber vê jî hemû gel, dîn û çand Rêber Apo wekî rêberê xwe, PKK’ê jî wekî pêşengên xwe dibîne. Têkoşîna wê jî wekî têkoşîna xwe ya hebûn û azadiyê dibînin û tê de cih digirin. Yekîtî û jiyana bi hev re li ser xeta PKK’ê dibînin.

PKK’ê ji gavên pêşîn û vir ve, her dem civat û çandên cihê dîtiye, yekîtiya di nav cihêtiyan de ji xwe re kiriye esas. Di feraseta demokrasiyê de zêdebûn û hindikbûntune. Demokrasî û azadî, meseleyeke heq û edaletê ye, têkiliya wê bi kembûn û zêdebûnan tune. Ji ber vê jî PKK bi rêz nêzî hemû gel, netewe û baweriyan bûye, bala xwe daye hassasiyetên wê, yek ji ser yê din mezintir nedîtiye, hemû wekî dewlemendiya civakê dîtiye, heman maf daye hemûyan. Ji ber vê jî ji hemî gel, dîn, mezhep û çandan kadro di nav PKK’ê de cih girtine. Gel, dîn, mezhep û çand bi têkoşînê bûne îrade; nasname, çand û zimanê xwe bi dest xistine, di nav têkoşîna jiyana azad de cih girtine.

Li Kurdistanê Sunnî,Elewî, Êzidî ji hemû baweriyan mirov di nav vê têkoşînê de cih girtine, ji ber nasname û çanda xwe jî serbilind bûne. Hemû bîr û bawerî û çandên mazlûm jiyana azad û demokratîk di nav rastiya PKK’ê û feraseta jiyana civakî û siyasî de dîtiye. Bi asta ku tu tevger nikare Elewî, Sunnî, Êzidî û Xirîstiyan li Kurdistanê li ser têkoşîneke hevpar aniye ba hev. Di heman demê de Azer, Ereb, Tirkmen, Asûr û Ermen jî li Kurdistanê di nav têkoşîna azadiyê de bi cih kiriye. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heke li hemberî hemû êrîş, komplo û teklîfên maddî gel, çand, dîn û mezhep li hemberî dagirkeriyê li ber xwe didin, ev tişt têkiliya xwe bi rastiya Rêber Apo heye. Rêber Apo rêberekî wisa ye ku li Rojhilata Navîn hemû bawerî û nirxên çandî ji xwe re dike esas. Ev di heman demê de rastiya Rêber Apo ye jî. Ji ber vê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ereb û Siryan jî dibêjin ‘Rêber Apo ne bi tenê yê Kurdan, Rêberê me ye jî.’ Ev tişt li Rojhilata Navîn û cîhanê bi pêş dikeve.

Bi damezirandina PKK’ê civaka Kurd çawa bandor stend û sewqî têkoşînê bû? Bûyer, faktor û diyardeyên vî tiştî çi ne?

Li hemberî faşîstan têkoşîn dihat kirin. Bi şehadeta rêheval Hakî Karer re, xweparastina li Kurdistanê derket holê. Biryar hate dayîn ku li hemberî sîxur û xayinan têkoşîn were destpêkirin. Li hemberî qetilkirina rêheval Hakî Karer biryara partîbûnê hate dayin. Kesên ku di qetlîamê de cih girtibûn jî yeko yeko bûn hedef. Vî tiştî baweriyeke mezin da kadro û gel. Ev fikir ava bû ku tevger wê tu caran sîxur û xayinan efû neke.

Piştre li hemberî çeteyên ku li Hîlwanê zexteke mezin li gel dikirin û rêheval Halîl Çavgun şehîd kirin. Rêxistin, tecrube û çekên tevgerê tunebû. Ev çete jî rêxistinkirî bûn, çekê wan hebû û MHP û dewletê piştgirî dida wan. Gel ditirsiya ku wê li hemberî van çeteyan têkoşîn neyê kirin. Di rewşeke wisa neyînî de têkoşîn hate destpêkirin û derbeke mezin li çeteyan hate xistin. Hîlwan ji zilma van kesan rizgar bû, şaredarî teslîmî gel hate kirin. Di hilbijartina pêşîn de karkerekî keviran Nadir Temel bû şaredar. Ji gelek çînan û jin ketin rêveberiya şaredariyê, gel xwe bi rê ve bir. Li hemberî serweran têkoşînek hatibû kirin û encam hatibû stendin. Di dîroka Kurdistanê de ev tiştekî yekemîn bû. Têkoşîna li Hîlwanê bandror li derdora Riha û Kurdistanê kir. Li derdora Rihayê gel êdî hemû kêşe û meseleyên xwe dihat ji tevgerê re digot. Dewlet di nav avahiyan de mabû. Li Serêkaniyê û Êlihê şaredariyan xizmeta gel dikirin. Edîp Solmaz bûbû şaredarê Êlihê. Ne bi tenê li Êlihê, li derdora wê jî gel têkilî bi şaredariya Êlihê datanî û sûd ji xizmeta wê werdigirt. Ev jî bû sedem ku li her derê têkoşîn were geşkirin, serweriya sîxur û xayinan biheje û pêşiya gel were vekirin. Van geşedanan baweriya li hemberî PKK’ê zêdetir kir û gelek kes tevlî nav xebat û çalakiyan bû. Dewleta Tirk bi Qetlîama Maraşê û Cûntaya Leşkerî bersiv da vî tiştî.

Piştre têkoşîna Sêwregê çêbû. Encamên baş nehatin bidestxistin lê derbeke mezin li çeteyên Bûcakan hate xistin. Gelek qad ji bin kontrola Bûcakan hate derxistin. Talan, qetlîam û desteserkirina wan bi dawî bû. Bingeha xayîn, feodal û altax a dewleta Tirk derbên giran dixwar. Ev jî dibû sedem ku gel serwext bibe û zêdetir tevlî nav têkoşînê bibe. Piştre Hefteya Sor hate îlankirin. Gelek mêtinger û êşkencekar hatin cezakirin. Ji gelek derên Kurdistanê gel û ciwan tevlî kampanyaya Hefteya Sor bûn.Têkoşîna PKK’ê ji aliyê gel hatibû qebûlkirin û gel di nav têkoşînê de cih digirt. Bi vê têkoşînê re hêzên qirker û mêtinger ên faşîst li Kurdistanê derb dixwarin. Tirsa li ser civaka Kurdistanê qediya û êdî îradeya berxwedanê dest pê dikir.

Bi kurtasî di nav civakê de fikirek çêbû ku tu sûc bê ceza namîne.Di nav civakê de fikra avabûna tevgereke siyasî ya weke PKK’ê di nav civakê de belav bû. Ev jî bû sedem ku gel li hemberî sûcdaran bi cesaret têbikoşin. Yên sûcdar jî tirsiyan û ketin nav panîkê. Gelek sûcdaran ji bo ku xwe bidin efûkirin, serî li tevgerê dan. Tevgerê ev kes derxist pêşberî gel. Gel li ser van kesan biryar da. Sermesele, şaredariyê Serêkaniyê ji peywirê hate stendin. Xwerexne da gel, gel xwest ku bila ew peywira xwe bidomîne.Heke piştre têkoşîna gerîlayan û serhildan ava bûbe, ev bi saya têkoşîna gel pêk hat.

Bi geşbûna têkoşîna gerîlayan re jin di serî de gelek kes tevlî nav refên têkoşînê bûn. Gelo vî tiştî bandoreke çawa li ser civaka Kurdistanê kir û guherîneke çawa pêk hat?

Tevgerê bandoreke mezin li ser gel kir û ji her beşên civakê kes tevlî nav refên têkoşînê bûn. Dewleta Tirk ji vê geşedanê tirsiya. Dema ku dîtin faşîst, xayîn û altax nikarin pêşiya PKK’ê bigirin, biryar da ku ew bi xwe şer bik. Dest bi girtin, qetilkirin û êşkenceyê kir. Lê gel li hemberî van tiştan bi paş ve gav neavêt. Têkoşînê pêşiya geşbûna rastiya gel a şerker vedikir. Ji aliyekî ve serhildanên gel pêk dihat û ji aliyê din ve jî şerê gerîla dihat rêxistinkirin. Ciwanan ji serî ve di nav tevgerê de cih girtibûn, PKK wekî tevgereke ciwanan di nav civakê de dihat qebûlkirin. Êdî jin jî di nav xebatên rêxistinî û xebatên girseyî de cih digirtin. Jinên ku nikaribûn ji mala xwe derkeve, êdî tevlî nav tevgerên girseyî dibû û tevlî nav refên PKK’ê dibû. Ne bi qasî wekî îro be jî zextên li ser jinan nedihat qebûlkirin. PKK’ê hêz û bawerî dida jinê û ev jî dibû sedem ku jin tevlî nav PKK’ê bibin. Bi taybetî beşdarbûna jinê têkoşîna azadiyê geş dikir û vî tiştî bala her kesî dikişand. Feraseta civakê diguherî û pergala mêrserwer qels dibû.Tevlêbûna jinan zêde dibû û ev jî dibû sedem ku di nav civakê de guherîneke mezin pêk tê. Ev tişt bû sedem ku jin girêdayîna wan a bi PKK û Rêber Apo xurt bibe. Çawa ku civaka Kurdan bi Rêber Apo û PKK’ê rastiya xwe bi dest xist, jinên Kurd jî di saya Rêber Apo û PKK’ê nasnameya xwe bi dest xist.

Jinan di destpêkirina têkoşîna gerîlayan de jî cihê xwe stend. Bi berxwedana gerîlayan re di nav civaka Kurdan de jin, ciwan, kal û pîr rabûn ser pêyan. PKK'ê ji destpêkê ve nirx da jinê û kir ku li dijî zextê tevlî têkoşînê bibe. Di destpêka têkoşîna gerîla de jî jin hebû. Bi berxwedana gerîla re di nava civaka Kurd de bi jin, ciwan û extiyaran her kes rabûn ser piyan. Serhildan bi şêweyê şoreşa demokratîk, şoreşa civakî, şoreşa çandî û şoreşa neteweyî pêk hatin. Her serhildanê di nava Kurdan de guhertinek pêk anî. Gelê Kurd ji zincîrên li lingê xwe rizgar bû û bi coşeke mezin ber bi jiyana azad û demokratîk meşiyan. Hîn ji wê demê ve jin û ciwan bûn pêşengên şoreşa demokratîk. Di nava vê şoreşê de extiyaran bi xurtî tevlî bûn. Dîmenên serhildana salên 1990'î vê rastiyê radixe pêş çavan. Mirovên extiyar ên Kurd bi gopalên xwe li refên pêş ên serhildanê bûn ku vê yekê jî nîşan da ev şoreş ji 7 heta 70 salî li nava civakê belav bûye. Ji ber vê yekê tenê şoreşeke siyasî nîne, li nava Kurdan, li Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn guhertinên şoreşgerî kirin. Niha gelê Kurd hem bûye pêşengê şoreşa Rojhilata Navîn hem jî di xeta azadiya jinê de bûye pêşengê şoreş û têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên dinyayê hemûyan. Şoreşa gelê Kurd niha gerdûnî bûye. Kir ku gel di xeta demokratîk şoreşger de bigihêjin hev. Şoreşa Kurdistanê hem pêşketinên mezin afirand hem jî wê ji niha û pê ve pêşketinên mezintir biafirîne.

Hûn dikarin rola nêzîkatiya Rêber Apo û PKK'ê ya li şehîdan di pêşketina têkoşînê de binirxînin?

Rêber Apo û PKK'ê wate da her şehadetê, her şehadet kir xeleke ji bo pêşxistina nêrîn, rêxistin û têkoşînê, ragihandin ku 'şehîd fermandarên me ne em ên li ber destê wan in'. Bi vî rengî bandoreke mezin li civakê kirin. Yekemcar di vê astê de ji aliyê Rêber Apo ve girîngiya şehîdan ji bo civaka Kurdistanê û têkoşîna hebûn û azadiyê hate destnîşankirin û bi vî rengî kirin malê civakê. Civakê fêhm kir ku şehîd nirxên herî mezin in û di nava her şert û mercî de divê vî nirxî biparêzin. Bi van nirxan xwe timî îfade kir. Di dîrokê de yên nirx neafirandine ji holê hatine rakirin. Yên ku afirandine û nekarîne biparêzin ew jî ji holê hatine rakirin. Civaka Kurdistanê ev rastî fêhm kir, lewma timî bi şehîdên xwe serbilind bû, weke wezîfeyeke bingehîn dît ku li wan bibin xwedî. Civaka Kurdistanê çi qezenç kiribe bi şehîdan qezenç kiriye, tirs ji holê rakir û bû xwedî rastiya gelekî şervan. Di encama vê de jî ji rewşa gelekî navê xwe nayê zanîn veguherî gelekî pêşeng ê li tevahiya dinyayê û gelekî herî bedew û bû hêvî.

Lewma rejîma faşîst qirker û mêtinger destpêkê êrişî şehîdan û şehîdgehan kir. Civaka Kurdistanê bi van nirxan xwe gihand vê demê. Faşîzma qirker mêtinger ji ber vê yekê dixwaze bi tinekirina van nirxên gelê Kurd qirkirinê bike. Gelê Kurd wê bi xwedîderketina li van nirxan polîtîkaya qirkirinê têk bibe. Ji ber ku her tişt bi van şehîdan bi dest xist, parast, mezin kir û gihîşt vê astê. Xwe bi rastiya şehîdan paqij kir, zindî û bedew kir. Dijmin ev rastî baş dît, lewma dixwaze lehengên rastî yên gelê Kurd, civaka Kurdistanê û têkoşîna azadiyê tine bike. Çawa ku Rêber Apo xwedî li şehîdan derket ew da jiyîn û ji mirinê nemirin afirand, yên ku dibêjin ew bi Rêber Apo re tevdigerin jî wezîfeya wan e ku wan nemir bikin. Eger Kur dû civaka Kurdistanê wê bijî ev yek bi dewamkirina çanda civakî û têkoşîna şehîdan dibe. Divê mirov hewldana ji bo têkbirina polîtîkaya qirkirinê jî di vê çarçoveyê de binirxînin.