Bayik: Dema wê ye li dijî dijmin em kesayata Egîd derxînin pêş

Bayik: PKK’ê bi pêngava gerîla got ew ê hebe. Weke partiyeke ku soza dayî gel û şehîdan bi cih anî, bi biryardarî û vîna ku hebûna xwe bi renge partiye bidomîne pêngava 15’ê Tebaxê da destpêkirin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkilî salvegera 36’ân a Pêngava 15’ê Tebaxê axivî û got, ‘’Di roja berdest de dijmin hemû derfetên xwe bi kar tîne û êrîşê tîne, dixwaze ku gerîla û têkoşîna azadiyê serkut bike. Li dijî dijminekî wiha dema wê ye ku mirov kesayata fermandar Egîd deyne holê. Di roja berdest de dev ji bêderfetîyê biqerin gelek derfet hene di roja berdest de hewceyî pê heye ku mirov derbên giran li dijmin bide û têk biçe, vê bi şêwaza fermadnarî û şêwaza şer derxîne holê.  Dema wê ye ku mirov vîn û giyanê ku li Heftanînê hatiye nişandan zêdetir geş bikin, li dijî êrîşa qirkirina Kurdan mirov bi rengekî xurt nîşan bide ku Kurd wê hebin.’’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got her ku diçe giringiya mezin a pêngava 15’ê Tebaxê ya ji bo dîroka gele Kurd bêhtir tê fêhmkirin, di xisletê civakî yê Kurd de bi asteke mezin rê li guherînan vekiriye, nirxên nû û xweşik li nirxên Kurdan zede kiriye, xisletên civakî yên Kurdan bêhtir xurt û xweşik kiriye û diya kir heke îro gele Kur dli Rojhilata Navîn hatibe rewşeke wiha ku ji bo hemû mirovahiyê bûye xwedî nirxekî ku radibe ev yek ji encama herî girîng a pêngava berxwedanê ya 15’ê Tebaxê ye. Bayik her wiha got 15’ê Tebaxê ne tenê ji bo  Kurdan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn rê li ber guherînên girîng vekiriye.

‘’15’Ê TEBAXÊ LI SER PKK’Ê JÎ XWEDÎ KARÎGERIYEKE MEZIN E’

Bayik bi berdewamî got, ‘’Bi qasî ku karîgeriyeke mezin  li ser jiyana siyasî û civakî ya li Kurdistanê, Tirkiyê û Rojihlata Navîn kiriye her wiha li ser PKK’ê jî karîgeriyeke mezin kiriye. Bêguman çawa ku raman û xisletê PKK’ê pêngava 15’ê Tebaxê danîbe holê pêngava vejînê ya 15’ê Tebaxê jî li ser PKK’ê karîgeriyeke pir girgîn a leşkerî û siyasî kiriye. Jixwe ne pêkan e ku mirov lê bifikire pêngaveke wiha li ser PKK’ê ne xwedî karîgeriyeke be.

Li dijî nokeran ku lingên mêtingeriyê yên li Kurdistanê bûn têkoşîna PKK’ê ji bo dîroka Kurdistanê geşedaneke pir girîng bû. Ji ber ku ne pêkan bû ku bêyî ku otorîteya hêzên nokerên dewleta Tirk a li Kurdistanê ya li ser Kurdan  bihata şikandin  gelê Kurd bi rengê kirdeyeke siyasî rabûya ser piyan. Avaniyên eşîrî yên feodal ên noker ku bi dewletê re têkildar bûn û pişivî bûn, li qadên ku lê bûn nedixwestin ku ti avaniyeke civakî ya cihê bibe hêz.’’’

Bayik bi berdewamî got,’’Li bara dubendiyeke wiha ya dîrokî Apoyî li dijî van hêzan vîna têkoşînê danî holê û nişan dan ku li pêşiya xwe ew ê astengê qebûl nekin. Ya ku Apoyî kirin rêxistineke wiha, ya ku rêxistiniya wê ya nav gel pêk anî û kirî ku bibe hêz ev gava girîng bûye.’’

BI PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ GEL QEDERA XWE KIRIYE DEST XWE

Bayik wiha domand: ‘’Azmûna pêşî ya mezin a îdeolojîk, rêxistinî, siyasî û leşkerî ya PKK’ê wiha ye. Cara pêşî xwe wiha ispat kiriye. Di vê pêvjaoya têkoşînê de her çendî kêmasî û têrnekarî hebe jî yek ji pêvajoya dîrokîya sereke ya ku PKK kirî PKK ev e. PKK bi vî rengî li Kurdistanê dîrokeke nû daye destpêkirin. Bi vê hişmendiyê û pêngavê kiriye ku gel qedera xwe bike dest xwe. Têkoşîna 1978 û 79’an a li Hîlwan û Sîwerekê ya li dijî avaniyên eşîrî yên feodal noker xwedî maneyeke wiha ya dîrokî ye.’’

QEDROYÊN PÊŞENG ÊN PKK’Ê BI BERXWEDANÊ BERSIV DAN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkilî karîgeriya berxwedana zindanê ya li ser pêngava 15’ê Tebaxê jî got, ‘’Ji hêla PKK’ê ve girîngiyeke dîrokî ya pêngava 15’ê Tebaxê heye. Faşîzma 12’ê Îlonê li dijî pêngava dîrokî ya Apoyiyan bi êrîşa kokqelandinê bersiv dabû. Gotibûn kesek nikare li dijî mêtingeriya qirker rabe û yên ku li dij rabin wê werin serkutkirin. Di rewşa pratik de li ser hemû gel û hêzên demokrasiye pergaleke mezin a zilmê ava kiribûn. Ev bi halê herî giran li ser girtiyên li zindana pêk dianîn. Bêguman qedroyên pêşeng ên PKK’ê li gorî nasname û xisletê PKK’ê bi berxwedanê bersiv dane vê.’’

LI DIJÎ QIRKIRINÊ BERSIV HEWCE BÛ

Bayik  bi berdewamî bi bîr xist ku êrîşên faşîzma 12’ê Îlonê gelek rêxistin tertûbelav kirine û vîna wan hatiye şikandin, hişmendiya ku li dijî li van êrîşan wê nikaribin li ser ber xwe bidin geş bûbû û got, ‘’Di nav PKK’ê de jî hinan digot di nav van şertan de mirov nikare li ber xwe bide, dixwestin ku PKK’ê jî weke wan rêxistinên din li derve bikin mîna rêxistineke penaber.  Jiyaneke wiha ya penaber wê bihata maneya serê xwe tewandina li ser mêtingeran û qebûlkirna tinebûna dîrokî. ‘’

Bayik bi berdewamî got heke li dijî êrîşên qirker ên faşîzma 12’ê Îlonê bersiv nehata dayin wê ne pêkan bûye ku Kurd ji ber kêra qirkirİnê werin rizgarkirin û got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek ji hezarî jî îhtîmal hebe divê ew bi berpirsyariya dîrokî ya re hevrû bûne ku li dij êrîşên qirker rabin. Bayik got, ‘’Heke Kurdan dixwest bijîn diviya bersiv bidana vê êrîşê. Rêber Apo dibêje bi renge vîn û biryara jiyana ev pêngav hatiye hazirkirin û pêkanîn.’’

15’Ê TEBAXÊ NÎŞANDAN VÎNA HEBÛNÊ YA PKK’Ê BÛ

Bayik got: ‘’Hebûna PKK’ê jî girêdayî wê bû ku li dijî êrîşên şikandina vînê û penaberiya ku hatî ferzkirin têbikoşe. Pêngava 15’ê Tebaxê çawa ku vîna jiyanê ya gelê Kurd danîbe holê her wiha vîna hebûna PKK’ê jî danî holê. PKK’ê got ez ê bi pêngava gerîla hebim .Weke partiya ku soza ku dayî gel û şehîdan bi cih anî, weke biryar û vîna ku bi renge partiye hebûna xwe bidomîne pêngava 15’ê Tebaxê da destpêkirin. An na PKK weke gelek rêxistinan wê ji holê rabûya. Jixwe di dîrokê tevgerên mezin ên şoreşger û pêngav di fetlonekên wiha yên dîrokî de bi biyara ku dane û bi vîna ku danîne holê hebûna xwe domandiye. PKK jî bi dehan salan di van reşwên wiha de bi biryarên ku dayî û bi têkoşîna xwe bi rengekî ku xurt bibe hebûna xwe domandiye’’

24 SAETAN GERÎLATÎ

Bayik bi berdewamî got, ‘’PKK, Apoyî dema ku nû derketin bi giyanekî fedayî ava bûn. Diviya ev giyanê fedayî li dijî revdeyên faşist ên qirker li her gava jiyan û têkoşînê bi jiyan, şêwaz û rewşa giyanî rêxistiniya xwe bikira û têkoşîn geş bikira. Rêber Apo ji vê re, ‘’24 saetan gerîlatî’’ digot. Her li kûderê bî, di  nav kîjan xebatê de bî, 24 setan tu yê bi rih û şêwaza gerîlatiyê bijî û têbikoşî. Weke dî mirov nedikarî li dijî dijmin li ser piyan bimaya û têkoşîn geş bikira. Rêber Apo di pêvajoya haziriya 15’ê Tebaxê de, di qonaxa pêngavê de û piştî wê rastiya gerîlatiya 24 setan  kir ku bibe rastiya jiyanê û têkoşînê ya partiyê. Ev jî dihate maneya ku mirov tim li ser dijmin bisekine û lêbixe. 15’ê Tebaxê çawa ku bi hişmendiyeke wiha geş bû, li gel vê 15’ê Tebaxê bû rengê jiyan û têkoşînê. Heke were gotin bê ka PKK çawa pêngaveke gerîla da destpêkirin û têk neçû divê ev rastî pir baş were dîtin û fêhmkirin.’’

FERQA MAYINA LI KURDISTANÊ

Bayik bi berdewamî got pêngava 15’ê Tebaxê di nêzîkatiyên siyasî yên PKK’ê de jî geşedanên girîng, kûrbûn û veguherîn aniye û domand, ‘’Ev jî pir girîng e. Jixwe weke gelek rêxistina neçûna PKK’ê ya Ewropayê pir girîng bû. Bicihbûna li Rojhilata Navîn cih û kûrbûna Kurdistanê ya li Rojhilata Navîn û cîhanê derxiste holê. Ferqa di navbeyna mayina li Ewropayê an jî li devereke dî û li Rojhilata Navîn herî baş di rastiya PKK’ê de, di serkeftina ku PKK di têkoşîna siyasî de pêk anî mirov dikare bibîne. Ferq heye ku mirov ji Rojhilata Navîn li rastiya Kurdistanê binere û ji Ewropayê li rastiya Kurdistanê binere. Ango bi esasî bi mayina li Ewropayê rastiya Kurdistanê bi xweşikî wê nehata fêhmkirin ji ber vê jî wê têkoşîna rast a îdeolojîk, siyasî û leşkerî nehata dayin.’’

HERÎ BAŞ PKK’Ê DEWLETA TIRK ANALÎZ KIR

Bayik bi berdewamî got pêngava gerîla ya 15’ê Tebaxê,’’Her wiha tê maneya ku têkoşînê bîne qonaxeke nû û berz. Bi vî dijmin re ketine nav têkoşîna herî dijwar. Ev rewş li gel baş naskirina dijmin her wiha di fêhmkirina têkoşînê de ya di hemû aliyan de, rewşên nû jî derdixîne holê. Ji ber ku têkoşîneke wiha li gel ku dijmin bi tevahî dixe nav tevgerê, ev dike ku têkiliyên dijmin û astengên din ên li ber vê têkoşînê û dijminên din jî werin dîtin. Ji vî alî ve bi 15’ê Tebaxê re hêlên herêmî û navnetewî yên têkoşînê jî hatine dîtin. NATO beriya wê bi rengekî nixumandî li dijî me bû bi pêngava 15’ê Tebaxê re bi rengekî aşkere li dij me sekiniye’’ û bal kişande ser kuştina Olof Palame ku çawa kuştin avêtine ser PKK’ê û pê xwestine ku biheqiya têkoşînê û meşruiyeta wan.

Bayik wiha domand: ‘’Bêguman ê ku rastiya dewleta Tirk herî baş analiz kirî PKK ye. Cihê Kurdistanê ya li Rojhilata Navîn û karaktere têkoşîna wê ya ku herî berfireh danî holê PKK ye. Nirxandinên Rêbertiya me ya Partiyê ya li ser vê mijarê ji serî de balkêş in. Jixwe van nirxandinên rast kiriye ku PKK bibe rêxistineke ku karîger têbikoşe û li dijmin bi ser bikeve.’’

15’Ê TEBAXÊ DERXISTE HOLÊ KU DEWLTA TIRK NAVENDA PAŞVERÛRIYA ROJHILATA NAVÎN E

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik her wiha got ,’’Bi pêngava 15’ê Tebaxê re bi hemû aliyên xwe ve û bi rengekî berbiçav li ser çavê me hatiye raxistin ku dewleta Tirk navenda paşverûtîya li Rojihlata Navîn, biryargeha wê û hêza sereke ye ku vê diparêze’’ û domand, ‘’Pêngava 15’ê Tebaxê ji aliye ku asoya siyasî ya PKK’ê berfireh bibe û bibe xwedî karekterekî xurt ê siyasî bûye fetloneke girîng. Jixwe karakterê her têkoşînê wiha ye; hîn dike û xurt dike.’’

NE TENÊ GERÎLA DIVÊ HER KURD FERMANDAR EGÎD NAS BIKE

Bayik li ser Fermandar Egîd wiha got: ‘’Dema ku 15’ê Tebaxê tê gotin bi taybet fêhmkirina rastiya fermandar Egît, fêhmkirina giyanê wî û şêwaza wî girîng e. Dema ku mirov rojnivîska fermandarê mezin Mahsûm Kormaz-Egîd dixwîne tê fêhmkirin ku çendî fermandarekî mezin e. Tê dîtin ku têkoşîna gerîla jî encex bi kesayateke wiha mezin a fermandarê bi ser dikeve. Ji vî alî ve ne tene her gerîla, her Kurd divê rojnivîska vî ciwan û fermanarê mezin bixwîne.’’

Bayik bi berdewamî got, ‘’Rêber Apo dema ku dibêje 24 saetan gerîlatî çawa tê kirin, bersiva vê di kesayat û pratika Egîd de ye. Keseyat, rawest û jiyana Egîd bi temamî fermandariya şerê gerîla ye. Rêber Apo ji bo fermandariya şerê gerîla her demê mînaka Egît daye. Bi baweriya ku têkoşîna PKK’ê û şêwaza gerîla wê serkeftinê mezintir bîne, encamên berdest ti caran têr nedîtiye, ji ber vê gelek caran gotiye, şer li fermandarê xwe diğere. Bi vê, amaje pê kiriye ku divê pîvanên fermandarên gerîla li Kurdistanê berz bin û çavê xwe berdin serkeftinên mezin.. Ji ber vê her demê li gel Egîd kesayata Kemal Pîr mînak daye. Bi rastî jî kesayata Kemal Pîr bi kesayeteke wiha ya fermandariyê bû ku dikarîbû 1000 gerîlayî bi hêza 100 hezar gerîla bide şerkirin.’’

‘EGÎD DAMARÊ ESLÎ YÊ TÊKOŞÎNA GERÎLA YE’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi berdewamî got, ‘’Ji vî alî ve temsîlkirina rast a Egîd her wiha bi li ser xeta Egîd fermandarî û temsîla hemû taybetmendiyên fermandarên me yên şehîd e. Mirov ku hemû têkoşîna me ya gerîla bizanibe, bibine ku kesayata Egîd û şêwaza fermandariyê çawa geş bûye mirov dikare temsîla Egîd bike. Lê ji bo ku mirov hemû şêwaza rast û kesayata têkoşîna me ya gerîla fêhm bike divê mirov Egîd  fehm bike. Bêyî ku mirov Egîd fêhm bike mirov nikare  taybetmendiya fermandarê gerîla û têkoşîna wê fêhm nake. Egîd damarê eslî yê têkoşîna gerîla, hicreya wê ya sereke ye . Hemû hêlên pozîtîf ên fermandariya gerîla di kesayata fermandar a Egîd de bi rengekî fesîh û bi gewherî hene. Ji ber ku bi rengekî serkeftî gerîla wiha daye destpêkirin û bi pratika xwe ispat kiriye ku gerîlatî divê çilo be.’’

ŞÊWAZA FERMANDARIYA EGÎD TÊKNEÇÛN Û ASÊBÛNA LI SERFIRZIYÊ YE

Bayik bi berdemî wiha axivî: ‘’Di roja berdest de dijmin hemû derfetên xwe bi kar tîne û êrîşê tîne, dixwaze ku gerîla û têkoşîna azadiyê serkut bike. Li dijî dijminekî wiha dema wê ye ku mirov kesayata fermandar Egîd deyne holê. Di roja berdest de dev ji bêderfetîyê biqerin gelek derfet hene di roja berdest de hewceyî pê heye ku mirov derbên giran li dijmin bide û têk biçe, vê bi şêwaza fermandarî û şêwaza şer derxîne holê.  Dema wê ye ku mirov vîn û giyanê ku li Heftanînê hatiye nişandan zêdetir geş bikin, li dijî êrîşa qirkirina Kurdan mirov bi rengekî xurt nîşan bide ku Kurd wê hebin. Mirov wiha dikare Egîd temsil bike bide jiyîn. Giyan û şêwaza fermandarî ya Egîd şêwaza tekneçûnê ye û li serfiraziyê asê bûye. Hem jî di nav şertên bêîmkanî de şêwaza biserxistina vê ye. Di roja berdest de ku derfet zede ne mîsoger e ku ji vê zêdetir em ê pêk bînin. Jixwe gerîla li dijî êrîşan bi rengekî fedayî li ber xwe dide û nişan dide ku li ser xeta Egîd wê bimeşe. Berxwedana gerîla li ser şopa Egîd bi domandina rengekî bênavber û bi mîsogerî bi gihaştina armancên xwe wê serkeftî be.

DI NAV PKK’Ê DE HEVRÊTÎ

Fermandarê mezin Egîd û hemû şehîdên me nişan dane bê ka di nav PKK’ê de rastiya hevrêtiyê çiye. Hevrêtî weke Rêber Apo nişan dayî têkiliya dilsoziyê ya bi heqîqetê re ye. Bi naveroka îdeolojîk û siyasî ye. Bi naveroka baweriya mezin û utopyayê ye. Ew rastî ye ku mriov li dora nirxên mezin bigihije hev. Di sengerekê de li dijî dijmin şerê mil bi mil e. Di serî de fikra li ser hevalê xwe û berzkirina hevalê xwe ye.’’

DI NAV PKK’Ê DE MANEYA ŞEHÎDIYÊ

Bayik bi berdewamî bal kişande ser maneya şehîdbûnê ya li nav PKK’ê û got, ‘’Bêguman dema ku 15’ê Tebaxê tê gotin di serî de divê mirov maneya rast bide têgeha şehîdbûnê û layiqbûna şehîdan tê bîra mirov. Bêyî ku mirov nirx bide şehîdan, bêyî ku mirov li armanc û bêrîkirinên wan xwedî derkeve dilsoziya bi şehîdan û li wan xwedîderketin nabe. PKK li ser hîmê dilsoziya bi şehîdan têkoşîn geş kiriye û heta bi îro hatiye. Her şehîd sedema geşkirina têkoşînê ye. Şehîd sedema geşkirina têkoşîna şoreşger û avêtina pêngavên serdemî ye. Maneya şehîdbûnê di nav PKK’ê de wiha ye.’’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik herî dawî bi bîr xist ku di dîroka têkoşîna azadiyê de şehîdbûna Hakî Karek bi xwe partîbûn, şehîdbûna Halîl Çavgûn bûye pêngava têkoşînê ya li dijî nokeran, şehîdên 14’ê Tîrmehê bûye sedema pêngava 15’ê Tebaxê, şehîdbûna Fermandar Egîd bûye sedema artêşbûna gerîla, şehîdbûna Gulnaz Karataş bûye artêşbûna jinan, şehîdbûna Bêrîvan û Kamûran bûye serhildan û şehîdbûna Halîl Oral a li dijî komploya navnetewî li dora Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan bûye barîketa ji êgir a ‘’Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’’, berxwedana Arîn Mîrkan bûye di xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rizgarkirina Kobanê û geşkirina Şoreşa Rojava.