Banga ‘Bila qedexeya li ser PKK’ê rabe’ îsal gurtir derdikeve

Ji bo ku li Elmanyayê qedexeya li ser PKK’ê rabe, ku qedexe ev 28 sal in didome, Insîyatîva Qedexeya li ser PKK’ê Rakin, ku saziyên Elman, Kurd û koçberan ev insîyatîv danîne, roja Şemiyê li paytex Berlînê wê meşeke girseyî organîze bikin.

Qedexeya li ser PKK’ê ku 26’ê Mijdara 1993’an ji hêla hikûmeta Elmman ve hatî danîn îsal dikeve sala 28’an.

Ji bo ku ev qedexeya ku dibe sedema krîmînalîzekirina Kurdên li Elmanyayê rabe, îsal ji salên din cudatir xebatên bêhtir organîze ya ji bo êkirina raya giştî têne kirin.

Bi vê armancê komên Kurd, Elman û koçberan, 54 sazî û dezgeh hatibûn cem hev û Insîyatîva Bila Qedexeya li ser PKK’e Rabe ava kiribûn. Lê malepra fermî ya însîyatîvê, ‘’verbot-aufheben.com’’ Cotmeha bihurî ji hêla yekîneyên ewlehiyê yên Elman ve hatibû girtin.

Li gel malperê piştî ku hesabên medyaya dijital jî bi rengekî nehiqûqî hatin blokekirin însîyatîvê di ser adrêsa https://verbotaufheben.noblogs.org xebata xwe domand.

Insîyatîvê bi daxuyaniyan û hesabên medyaya dijital diyar kir qedexeya dijî Kurdan ku ev 28 sal in didome, bandorên xwe yên siyasî, çandî, fizîkî û derûnî hatiye asteke nedîtî û Mijdarê ji bo raya giştî ya Elman gelek panêl li dar xist.

Tenê li Berlînê 6 bernamee hatin çêkirin. Her wiha li Bonn, Dresden, Hannover, Mahdebûrg, Kassel, Lunebûrg, Aachen, Gottîngen, Frankfûrt, Halle, Bremen û Hambûrgê panêl hatin danîn.

Di van panêlan de hiqûqnas, mexdur û parêzvanên mafê mirovan behsa ziyana vê qedexeyê ya li Kurda nû demokrasiya Elman vegotin.

Insîyatîv 27’ê Mijdarê roja Şemiyê li paytext Berlînê meş û mîtîngeke navendî organîze dike. Tevgerên antî-faşîst, dijberên şer, çepgir û femînîst jî destek didin meş û mîtîngê. Meş û mîtîng bi navê, ‘’Bila qedexeya li ser PKK’ê rabe /Şer biqedînin, çareya siyasî bixwazin’’ tê kirin.

Meş li meydana Hermannplatzê saet 12:00’an wê dest pê bike.

Rayedarên Insîyatîvê ragihandin hemû hazirî qediyane û di serî de Kurdistanî bang li dilxwazên demokrasi û azadiyê kirin ku li Berlînê hazir bin.

Rayedarên Insîyatîvê diyar kirin ji bo ku qedexeya li ser PKK’ê rabe ew ê bi dengekî xurt bang li hikûmet nû ya Elman bikin. Rayedaran her wiha diyar kirin qedexe tê maneya desteka li şer û siyasta îmhayê ya dewleta Tirk ku li ser Kurdan rê ve dibe. Rayedarên Insîyatîvê gotin ,’’Dema wê hatiye ku biryara qedexeya 1993’an biçe ser sergoya dîrokê.’’