Bang li hikûmeta Swîsreyê hat kirin ku ‘Qirkirina Êzidiyan nas bike’

Di daxuyaniyên ku di çalakiyên li Swîsreyê de hatin dayîn de hate gotin hat diyarkirin ku ya li Şengalê pêk hat qirkirina jin û civakê ye, bang li hikûmeta Swîsreyê hat kirin ku “Qirkirinê nas bike”.

Kesên ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Çiyayê Şengalê di qirkirina gelê Êzidî ya ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê pêk hat de jiyana xwe ji dest dan, li bajarên Bern, Aaraû, Basel û Lûzern ên Swîsreyê bi çalakiyan hatin bîranîn. Di çalakiyan de hat xwestin ku Qirkirina Êzidiyan û statuya Şengalê di asta navnetewî de bê qebûlkirin.

BERN

Gelek saziyên şoreşger ên Tirkiyeyî û Swîsreyî tevlî bîranîna ku bi pêşengiya Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê û Navenda Civaka Kurd (CDK) li qada Bahnhofplatzê hat lidarxistin bûn.

Di merasîma bîranîna li ser navê FEDA’yê Songul Çelîk ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane çira pêxist û lorîn gotin de, destpêkê Hevseroka CDK’ê ya Bernê Mîne Çetînkaya mafê axaftinê girt. Hevseroka CDK’ê diyar kir ku gelê Şengalê di pêvajoya Qirkirinê de bi tenê ma û got, “Di vê pêvajoyê de gerîlayên PKK’ê yên li Şengalê gelê Êzidî parastin, hebûn.”

Li ser navê CDK’ê Bûrhan Karakoç axivî û diyar kir ku bi fermana 74’an re jin, zarok û pîr û kal jî di nav de zêdeyî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran ji wan dîl hatin girtin, nêzî 200 hezar kes koçber bûn, jin hatin revandin, li bazaran hatin firotin û kolekirin û bibîr xist ku aqûbeta bi hezaran jinan îro jî nayê zanîn.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) siyasetmedar Asmîn Engîn jî bibîr xist ku wan ji bo sûcên DAÎŞ’ê yên dij mirovahiyê yên li dijî Êzidiyan kirî li Swîsreyê weke qirkirin bê naskirin dest bi kampanyaya îmzeyan kirine û banga piştgirîdayina ji bo kampanyayê kir.

Engînê got, “Hollanda, Belçîka û Elmanya fermana 74’an wekî qirkirinê qebûl kirin. Îro em dixwazin kampanyaya ku li Swîsreyê birêve dibin bi encam bikin û îmzeyên hatine berhevkirin radestî Meclîsa Federal a Swîsreyê bikin. Dîsa li welatên cuda yên Ewropayê û Cîhanê em ê xebatên xwe yên ji bo nasandina qirkirina Êzidiyan û statûya Şengalê bidomînin.”

Aktîvîsta Koma Swîsreyê ya Dijî Sûcên Jinan (Gruppe Offensiv gegen Feminizide) jî axaftinek kir û diyar kir ku tişta li Şengalê qewimî qetlîama jinan e.

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.

AARAÛ

Kurdistaniyên ku li ser banga Meclîsa Jinê ya Rojbîn a li Aaraû, li Bahnhofplatz a Aaraûyê hatin cem hev, qirkirina Şengalê şermezar kirin. Berdevka Meclîsa Jinê ya Rojbîn Dîlan Çetînkaya axaftinek kurt kir. Çetînkaya diyar kir ku ew ê qetlîama ku li Şengalê li dijî gelê Êzidî hatiye kirin ji bîr nekin û banga berxwedanê kir. Çetînkaya, anî ziman ku ew kesên ku gelê Şengalê bi zilma DAÎŞ’ê re rû bi rû hiştinî tu carî efû nekin û got “Bimre xiyanet”.

Piştre şanoyeke sembolîk ya ku bûyerên Şengalê ji nû ve vedibêje hate nîşandan. Piştî şanoyê ku bi baldarî hat temaşekirin daxuyanî hat xwendin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.

BASEL

Di bîranîna ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd li ser pira Rheînbrûcke ya Baselê hate lidarxistin de, gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk amade bûn.

Di bîranînê de ku bi daxuyaniya li ser navê Navenda Civaka Kurd dewam kir, daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê Elmanî hate xwendin. Di axaftinan de bang hate kirin ku êrîşa li dijî Êzidiyan weke qirkirin bê naskirin.

LÛZERN

Navnîşana bîranîna ji bo gelê Êzidî ku di Fermana 74. de hatin qetilkirin ya li Lûzernê hat lidarxistin, Bahnhofplatz bû.

Ji bo kesên di 3’ê Tebaxa 2004’an de di qirkirina gelê Êzidî-Kurd de hatin qetilkirin deqeyek rêz hate girtin. Hevserokê CDK’ê Ercan Guneş li ser Qirkirina Şengalê axaftinek kurt kir. Bîranîn piştî xwendina daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê Elmanî bi dawî bû.