NÛ BÛ- Balafirên Tirk li Reşawayê sivîl qetil kirin

Balafirên şer ên artêşa Tirk Reşawa ya herêma Dihok a Başûrê Kurdistanê bombe kir. Hate ragihandin ku di bomberdûmanê de sivîl hatine qetilkirin, Şehîdgehên gerîla jî hatine hedefkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, balafirên şer ên artêşa Tirka dagirker îro saetên danê nîvroyê Reşawa ya girêdayî herêma Dihok a Başûrê Kurdistanê bomberdûman kiriye.

Hate ragihandin di bomberdûmana bi qasî 3 saetan dom kir de, sivîl hatine qetilkirin. Lê têkildarî çend kes hatine qetilkirin agahiyên zelal nahatine girtin.