Balafirên Tirk bombe li sivîlan barand: 2 sivîl hatin qetilkirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li sivîlan barandin bav û kur qetil kirin.

Her roj balafirên şer ên Tirk bombeyan li xaka Başûrê Kurdistanê dibarîne. Di encama bomberdûmanê de sivîl tên qetilkirin û ziyan li xwezaya Kurdistanê dibe.

Dewleta Tirk li herêma Behdînanê komkujiyek din pêk anî.

Balafirên şer ên Tirk a dagirker di saet 10:00’an de nêzî çiyayê Kurejehro ya ser bi navçeya Şêladizê ya Dihokê bombebaran kirin. Di bomberdûmanê de, bav û kur hatin qetilkirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin navên kesên hatine qetilkirin wiha ne: Celal Nuredîn Mihyedîn û kurê wî Ehmed Celal welatiyên bajarokê Dêrelok a ser bi Dihokê ne.

Roja 28’ê Gulanê di seatên êvarê de gundên girdayî herêma Bradostê hate topbarankirin, agir bi zeviyan ket. Heman rojê di seatên sibehê de gundên Sinyan û Bindêwanyan yên li herêma Bradostê û Xakûrkê ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin, elektirîka herdu gundan hatibû qutkirin.

Di êrîşa hewayî ya ku roja 26’ê Gulanê de ku li gundê Sefre ya girêdayî bajarokê Mawata ya Silêmaniyê pêkhatibû de du gêrîlayên YRK a Rojhilatê Kurdistanê û sê sivîl şehîd bûbûn.