Balafirên şer ên Tirk Mexmûrê bombe kir-NÛ BÛ

Balafirên şer ên Tirk ên dagirker di saet derdorî 12:10’ê şevê de Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bombe kir. Di bomberdûmanê de du sivîl birîndar bûn.

Balafirên şer ên Tirk a dagirker di seat derdorî 12:10’ê şevê de, bombe li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî baran.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku 3 teqînên mezin pêk hatiye. Li gel êrîşê balafirên keşfê jî li esmanan difiriyan.

Welatiyeke yê Mexmûrê ku ji ANF'ê re axivî anî ziman ku cihên hatine bombekirin, PKK lê nîne, cihên sivîl ên welatiyan in.

Dîmanên ku gihiştine ANF'ê, welatiyên sivîl ên wargehê ji  cihê teqînê dûr dikevin, dîsa hinek welatî ber bi cihê teqînê ve ketin rê ku ku bizanin windahiyên canî hene yan ne. 

Di êrşên li qadên sivîl û ser wargeha Mexmûrê heta niha ne dengê nerazîbûnê ji hikûmeta Iraqê û ne jî hikûmeta PDK'ê ya Hewlêrê hatiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye 13'ê Kanûna 2018'an balafirên şer ên Tirk bombe li Penaberên Mexmûrê barandibû û di bomberdûmanê de sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûbûn.

6'ê Kanûna 2017’an jî balafirên şer ên artêşa Tirk li Mexmûrê da û di êrîşê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd ketibûn.