Bajarên Swîsre: Em ê barbaran ji xaka xwe derxînin

Gel li dijî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK'ê li bajarên Swîsreyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de peyama bi pêşeng û berxwedêrên gelê Kurd re xiyanetkar û dagirkeran têk bibin, da.

Kurdistanî û dostên wan, li ser banga Defend Kurdistanê li bajarên Aaraû, Frîboûrg, Cenevre, Bellizona, Zurich, St. Gallen û Lûzern ên Swîsre li hemberî êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê daketin qadan û çalakî li dar xistin. Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bi tevlêbûna Meclîsa Kurd a Demokratîk a Swîsreyê-CDK-S, Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê-YJK-S û pêkhateyên Parastina Kurdistanê bi meş û mîtîngan hatin protestokirin.

AARAÛ

Kurdistanî û dostên wan ên li Bahnhofplatzê ya li ber stasyona trenê ya Aarau ya Swîsreyê li hev civiyan, êrîşên dagirkeriyê bi dirûşmeyan protesto kirin. Kurdan di çalakiyê de pankarta “Kurdistanê biparêze, Şoreşê biparêze”  vekir û ji bo giyanê şehîdan rêz girtin.

‘EM HÊZA XWE JI RASTIYA XWE DIGRIN‘

Li vir ewilî Siyasetmedarê Kurd Emrûllah Bîngol axivî û diyar kir ku êrîşên li ser Kurdistanê roj bi roj zêde dibin û got: “Dewleta Tirk a dagirker her roj êrîşî Kurdistanê dike. Di van êrîşan de çekên ku li qada navneteweyî qedexe ne bi kar tîne. Li gel vê jî wê li pêşberî berxwedana gerîla winda bike. Em bi hêz in, em hêza xwe ji rastiya xwe digirin. Îro Kurd û dostên wan li her derê cîhanê li qadan in. Heta ku ev êrîş rawestin em ê li qadan bin."

Bîngol, di dawiya axaftina xwe de banga tevlêbûna meşa girseyî ya di 25'ê Hezîranê de li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bê lidarxistin kir.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerila” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

FRIBOÛRG

Li Kantona Frîborgê ya Swîsreyê, bi pêşengiya enternasyonalîstan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin. Çalakiya ku bi dehan Kurdistaniyên li Kantonên Bern û Bîelê tevlêbûn, li ber Friboûrg Bahnhofê destpê kir. Di çalakiyê de alên PKK, KCK û YBŞ’ê hatin hildan. Di çalakiyê de ji bo kesên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne deqeyek rêz hat girtin.

GERÎLA LI HEMBERÎ HER CURE ÊRÎŞAN KURDISTANÊ DIPARÊZIN

Li vir Siyasetmedarê Kurd Necdet Atalay ku li ser navê Kurdan axaftinek kin kir, diyar kir ku êrîşên li dijî Kurdistanê wê li hemberî berxwedana gerîla winda bikin. Atalay destnîşan kir ku gerîlayên Kurd li hemberî her cure êrîşên li ser Kurdistanê diparêzin û destnîşan kir ku divê Kurd jî mil bi mil li gel gerîlayên ku Kurdistanê diparêzin rawestin û xaka pîroz biparêzin.

Piştî axaftinan, daxuyaniya bi zimanê Elmanî û Fransî ji aliyê enternasyonalîstan ve hat xwendin. Piştî daxuyaniyê girseya gel bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo” û “Defend Kurdistan” heta qada Ru de Romontê meşiyan.

Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

CENEVRE – LÛZERN - BELLÎNZONA

Navendek din a çalakiyên Kurdan û dostên wan bajarê Cenevre, Lûzern û Bellînzona bû.

ST. GALLEN

Kurdistanî û dostên wan li hemberî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê li qada St. Leonardsparkê li hev civiyan û heta qada Markplatzê meşiyan.

ZURÎCH

Kurdistanî û dostên wan li Werdmûhleplatzê hatin cem hev û heta Helvetîaplatzê bi dirûşmeyan meşiyan. Zürich-Demokratischer Kurdischer Gesellschaftsrat (DEM-KURD), Zürich-Beritan Frauenrat, Alternative Liste (AL), Büdnis der Demokratischen Kräfte in Europa (ADGB), Direkte Solidarität mit Chiapas, GRÜNE Zürich, Klimastreik Zürich, Partei der Arbeit (PdA), Rojava Komitee Zürich, Rote Hilfe Schweiz, Solifonds, Sozialdemokratische Partei Zürich (SP Zürich), Vereinigung Schweiz-Cuba Vilma Espin/ Region Zürich- Ostschweiz tev li çalakiye bûn.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.