Bahozê trafîka Elmanyayê tevizand

Bahozê bandora herî giran li eyaletên Saarland, Hessen, Rheinland-Pfalz, Baden-Wurttemberg û Bavyerayê kir. Deutsche Bahnê pêşniyar kir ku mirov beriya dest bi rêwîtiyê bike, agahiyan werbigire.

Bahoza ku ev çend roj in li Elmanyayê rabûye, trafîka rêyên hesinî asteng kir. Deutsche Bahnê ragihand ku seferên trenê yên DB Regio yên li eyaletên Thueringen, Sachsen û Sachsen-Anhaltê betal kiriye. Li gel vê yekê trafîka ji bo rêyên dirêj di nava şert û mercên giran de dewam dike. Piştî nîvro seferên trenan ji nû ve dest pê kir. Berdevkekî rêyên hesinî got, "Heta ku trafîk asayî bibe wê demek derbas bibe."

Tê payin ku li tevahiya Elmanyayê hin seferên trenan betal bibin û hinek jî dereng bikevin. Bahozê bandora herî giran li eyaletên Saarland, Hessen, Rheinland-Pfalz, Baden-Wurttemberg û Bavyerayê kir. Deutsche Bahnê pêşniyar li mirovan kir ku beriya dest bi rêwîtiyê bikin agahiyê werbigirin.

Li eyaleta Nordrhein Westfalenê trafîka rêyên dirêj bi rengekî demkî hate rawestandin. Trenên Ekspress tenê piştî sê saetan ji navendên girîng ên weke Hamburg an jî Berlînê ji bo hin rêgehên girîng xebitîn. Berdevkekî rêyên hesinî diyar kir ku li rêgeha Dusseldorf-Kolnê karê paqijiyê dewam dike û rêgeha ICE ya ber bi Wuppertalê jî hîn ji bo rêwîtiyê ne amade ye.

Berdevkê Servîsa Meteorolojiyê ya Elman (DWD) diyar kir ku piştî wergirtina raporan wê biryarê bidin ku bayê çend rojên dawî weke bahozê pênase bikin yan na.