Aysel Dogan li Parîsê hate bibîranin

Jina Kurd a şoreşger Aysel Dogan a ku di 11’ê Gulanê de ji ber nexweşiya pençeşêrê ya dema li girtîgehê bû pê ketibû, şehîd bû, li Parîsê hate bibîranîn.

Ji bo jina Kurd a şoreşger Aysel Dogan a ku di 11’ê Gulanê de ji ber nexweşiya pençeşêrê ya dema li girtîgehê bû pê ketibû, şehîd bû, li paytexta Fransa Parîsê meresima bîranînê hate lidarxistin. Meresim ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) bi tevlêbûna gelek kesan pêk hat. Li eywana bîranînê ji bo Aysel Dogan û şehîdên Zapê quncika bîranînê hate amadekirin.

Di bîranînê de ji bo bîranîn Salih Cizîr (Hasan Adir) û Huseyîn Akdag (Selman Bozkur) ên di 5’ê Hezîrana 2021’an de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bibûn, Ferhat Şiblî ê ku di wesayîteke ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû hedefgirtin, şehîd bibû, şehîdên Zapê û di şexsê Aysel Dogan de bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir.

XETA BERXWEDANÊ

Ewilî Hevseroka CDK-F‘yê Xanê Akdogan mafê axaftinê girt. Akdogan destnîşan kir ku ew şopdarên têkoşîna şehîdan in û got: “Parastina wan tê wateya xwedîderketina li têkoşînê.“ Akdogan anî ziman ku hevrê Aysel Akdogan hemû jiyana xwe da têkoşînê û wiha got: “Hevrê Aysel timî li ser xeta berxwedanê meşiya. Li Ewropayê, li zindanan û li welêt bû şopdara têkoşîna jinê. Em ê têkoşîna wê bişopînin."

Hevala girtîgehê ya Aysel Dogan, endama TJK-E’ê Guneş Ardûş jî wiha axivî: “Hevala Aysel ji şoreşgerên destpêkê bû û dîroka tevgera me ye. Sala 2004’an li girtîgeha Sêwasê mi ew nas kir. Di pêvajoyek zor a girtîgehê de, em bi hev re bûn. Sembola goftûgoyên kûr û rêhevaltiyê bû. Sembola benda yekem a rêhevaltiyê bû.”

'SEMBOLA RÊHEVALTIYÊ'

Hevala Aysel Dogan a girtîgehê Guneş Arduç jî axivî û got: "Hevrê Aysel Dogan yek ji şoreşgerên nifşê yekemîn e û dîroka tevgera me ye. Min di sala 2004'an de li Girtîgeha Sêwasê nas kir. Di girtîgehek dijwar de em bi hev re man. Rêhevalekî ku ji bo her kesî pîroz bû. Bi sohbetên kûr û rêhevaltiyê kêfxweş bû. Sembola rêhevaltiya nifşa yekemîn bû."

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyana şoreşgerî ya Aysel Dogan hat temaşekirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“, “Jin jiyan azadî“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.