Aydin Gunay li Atînayê hate bîranîn

Aydin Gunay yê li Fransayê şehîd bû li Atînayê ku demekê li wir xebitî bû bi merasîmekê hat bîranîn.

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê ji bo bîranîna şoreşgerê Kurd Aydin Gunay (Metîn) ku 3’ê Mijdarê li Fransayê ji ber xwînrêjiya mejî jiyana xwe ji dest dabû, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Gunay li Navenda Çandê ya Kurdistanê bi tevlêbûna bi dehan kes hat bîranîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Navenda Çandê ya Kurdistanê Erken Erencî axaftink kir û got, “Heval Metîn di aliyê kedê de pir hişyar bû û li ser bingehê prensîbên partiyê bi rengekî çalak tevlê xebatan bû. Bi felsefeya derwêşane tevgeriya. Di xebatên partiyê de xwedî seknekî ku bi domdarî perwerde dike û ked diafirîne bû.”

Endamê Navenda Çandê ya Kurdistanê Şakir Yaman jî bibîr xist ku Aydin Gunay demek dirêj li Yewnanîstanê xebat kiriye û wiha pêde çû: “Heval Metîn bi ruxmê ku nexweş bû xwe ji xebatan paşve neda. Berdewam di nava lêgerînekê de bû.”

Piştre sînevîzyonek ya derbarê jiyana têkoşînî ya Aydin Gunay hat nîşandan.

Merasîma bîranînê bi çepik û berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.