Aydar: Divê PDK bersivê bide

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku komek gerîlayên ji bo berxwedanê çûne qada Metînayê, aqûbeta wan nayê zanîn û got “Em li benda bersiva PDK’ê ne.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar di ‘Konferansa Neteweyî ya Li Dijî Dagirkeriyê’ de axivî ya ku li Hollandayê didome. Aydar diyar kir ku dewleta Tirk li Kurdistanê sûc dike û got “PDK jî xizmeta vê polîtîkayê dike.”

Aydar nameya gerîlayên li tunelên şer ên Girê Zendûrayê xwend û got “6 gerîlayên li wir di roja 39’an de nameyek şandin. Gerîlayan piştî ku ev name nivîsandin, 11 roj şûnde li wir şehîd bûn. Gelo ev hevalên me kîngê şehîd bûn? Dema ku dewleta Tirk nikaribû gavekê biavêje û PDK’ê hêza xwe li wir bi cih kir. Dema ku hêza alîkar neçû ba wan, hevalên me şehîd bûn.

Di nameya gerîlayan de ev tişt hatibû diyarkirin “Tê zanîn dewleta Tirk li Avaşîn, Metîna û Zapê êrişên dagirker dabû destpêkirin. Em gerîlayên li herêma Zendûrayê jî di vê berxwedanê de cih digirin. Ev êriş 39 roj in didome. Daxwaza me ji gelê me ev e ku bila piştgiriyê bidin têkoşîna gerîlayan.”

DIVÊ PDK BERSIVÊ BIDE

Aydar diyar kir ku 3 gerîla dema diçûn peywirê, hêzên PDK’ê êrişî gerîlayan dike û got “3 gerîla dema diçin peywirê, PDK wan dîl digirin. Gelo sax in an jî şehîd bûne, em nizanin. Em li bendê ne, bila PDK bersivê bide. Em li aqûbeta 3 şervanên Kurd dipirsin. Em ji PDK’ê bersiva vî tiştî dixwazin. Em û raya giştî ya gelê Kurd vî tiştî dipirsin.”