Avûstûralya li xwe mikur hat ku çekan difiroşe Tirkiye

Hikûmeta Avûstûralya tevî ku Tirkiye bi êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî zirarê dide sivîlan jî, destûr da ku çek bê firotina Tirkiyeyê.

Tirkiye dema Cotmeha 2019’an êrîşa dagirkeriyê li ser Rojava dabû destpêkirin Wezîra Parastinê Lînda Reynold daxuyaniyek dabû, ji ber êrîşên Tirkiye ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîl zirarê dibînin û ji ber vê yekê ji komîteya ku destûra firotina çekan dide Tirkiye daxwaz kiribû ku firotina çekan a ji bo Tirkiye bidin sekinadin.

Hikûmeta Avûstûralyayê rojên borî a bersiva pêşnûme pirsa Senetor Jordan Steele-John da, ragihand ku ji 15’ê Cotmeha 2019’an û vir ve ji bo Tirkiye bihayê 577 hezar û 500 dolarê Avûtûralyayî destûra firotina çekan hatiye dayîn.

Wezaretê diyar ne kir ku amûr ji aliyê kîjan şirketan ve hatiye hilberandin û çi ne.

Ji Komîteya Rojava û Piştevaniyê Peter Boyle ku li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û got: “

“Em fikarên Kurdên li Evûstûralyayê ya ji firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê parve dikin. Bi Senetor Steele-John û parlementerên din re li ser mijara firotina çekan û şirketan ji bo zêdetir agahiyan bigirin kar dikin. Armanca me sekinandina firotina çekan a ji bo Tiriyeyê ye, ji ber ku ev çalakî li dijî mafê mirov û edaletê ne.

Firtina parçeyên ji bo balafirên şer ên bê mirov ên qatil ên Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriye û dîsa Bakurê Iraqê bikar tîne ji aliyê Kanada, Îngîltere, Avûstûryayê ve hatiye rawestandin. Em vê yekê ji Avûstûralyayê jî dixwazin bike.”