AVEG-KON: Li dijî tecrîdê em li her derê bikevin tevgerê

AVEG-KON'ê bertek nîşanî tecrîda Îmraliyê da û got, “Li dijî tecrîdê em li her derê çalakiyan bikevin tevgerê û têkoşînê mezin bikin.”

Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropayê (AVEG-KON) têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyeke nivîskî da.

AVEG-KON'ê êrîşa li dijî Meşa Gemlîkê şermezar kir û got, “Di dema ku Dîktatoriya Faşîst a Qesrê êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û Rojava didomîne, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nûnertiya bi milyonan Kurdan dike jî kûrtir dike. 15 meh in di tecrîda mutleq de ye û di derbarê tenduristiya wî de jî agahî nehatiye girtin.”

Di daxuyaniyê de ku bertek nîşanî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîdê jî hat dayîn, ev bang hatin kirin:

“Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina polîtîkayên zextê yên li girtîgehan, divê li her derê em têkoşînê bilind bikin û bibin dengê girtiyan! Li dijî tecrîdê ku sûcê li dijî mirovahiyê û demokrasiyê ye, divê em têkoşînê ji bo ku parêzvanên mafên mirovan bixînin tevgerê, mezin bikin!”