Asayîşa Êzidxanê wê erka xwe bidomîne

Kombûna Êzidiyan a li ber derê navendên Asayîşên Şengalê encam girt. Li ser vê wê hêzên Asayîşa Êzidxanê yên Şengal, Sinûnê û Xanesorê erka xwe bidomîni.

Xwepêşandanên gelê Şengalê ku li ser banga Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji şevê din ve li dora navendên Asayîşa Êzîdxanê yên li navenda Şengal û bajarokên Sinûnê û Xanesorê dom dikirin û her wiha hevdîtinên bi rayedarên Iraqê re encam da. Li gorî vê yekê wê Asayîşa Êzidxanê li cihê xwe bimîne û li ser pergala asayîşê ya pêşerojê jî wê hevdîtin bidomin.

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera Bexda û PDK'ê de, dijî Şengalê peymanek ku îradeya herêmê û saziyên wê nas nake hatibû îmzekirin. Piştî peymanê jî artêşa Iraqê hêz şandibûn çend cihên Şengalê. Her wiha xwestibû ku hêz bişînin ser Çiyayê Şengalê jî lê li ser nerazîbûna gel, ev hewldan hatibû rawestandin.

Dijî peymanê rêveberî û saziyên Şengalê jî şande ava kiribûn û li Bexda hevdîtin pêk anîbûn. Her wiha gelê Şengalê jî bi rojane çalakiyan lidar dixe û diyar dike ku bêyî îradeya wan ew tu tiştekî qebûl nakin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî bal kişandibû ku Şengal bi fermanek nû re rû bi rû ye û banga lezgîn kiribû. MXDŞ herî dawî duh (30 Mijdar) bi awayekî awarte civiyabû û bang li tevahiya gelê Şengalê kiribû ku 1’ê Kanûnê saet di 09.00’an de li dora navendên Asayîşa Êzidxanê kom bibe.

Li ser banga MXDŞ’ê welatiyên Şengalê şeve din saet derdora 02.00’yan de berê xwe dan navendên Asayîşa Êzîdxanê yên li navenda navçeyê, bajarokên Sinûnê û Xanesorê. Welatiyên ku li dora navendên asayîşê kom bûn, dijî hewldanên artêşa Iraqê ku dixwaze cihên Asayîşê bigire nerazîbûn nîşan didin.

Welatiyên ku heta serê sibehê li ber navendên asayîşê çalakiya xwe domandin, agir pê xistin û piştgiriya xwe ya bi Asayîşa Êzidxanê re anî ziman.

Di saetên serê sibehê de jî ji nava çalakvanên li pêşiya Asayîşa navenda Şengalê kom bibûn, şandeyek hat avakirin û bi rayedarên hikûmeta Iraqê de hevdîtin kirin. Lê di hevdîtinê de rayedarên Iraqê daxwazên gel qebûl nekirin û xwestin navendên asayîşê werin radestkirin.

Li ser vê yekê welatiyên li pêşiya avahiya asayîşê kom bibûn nerazîbûn nîşan dan û heta navenda navçeya Şengalê meşiyan. Xwepêşandêr ji vir jî careke din vegeriyan pêşiya avahiya asayîşê. Welatiyên ku li ser rê agir pêxistin, diyar kirin ku ew bi tu awayî nahêlin îradeyan wan tûne bê hesibandin û heta daxwazên wan tên bicîhanîn ewê çalakiya xwe bidomînin.

Piştî meş û xwepêşandanê, hevdîtinên di navbera nûnerên gel û rayedarên Iraqê de ji nûve destpê kirin.

Di encama hevdîtinê de tu daxuyanî ji ragihandinê re nehatin dayîn, lê li gorî zanyariyên ku ji endamên şandeya gel hatine girtin, di hevdîtinan de biryar hatiye girtin ku navendên Asayîşa Êzidxanê yên li navenda Şengal û bajarokên Sinûnê û Xanesorê li cihê xwe bimînin.

Endamên şandeyê her wiha gotin ku wê li ser mijara “Di pêşerojê de wê pergala asayîşê çawa be?” hevdîtin berdewam bikin û encama hevdîtinan jî piştre werin eşkerekirin.

Li ser encamdana hevdîtinan, xwepêşandanên li pêşiya hersê navendên Asayîşa Êzidxanê jî bidawî bûn.

Piştî peymana Bexda û PDK'ê ya dijî Şengalê, demek beriya niha artêşa Iraqê xwestibû ku navendên Asayîşa Êzidxanê werin valakirin.