Artêşa Tirk hovîtiya DAÎŞ’ê didomîne

Serokê Giştî yê PÎK'ê Hikmet Serbilind, diyar kir ku hovîtiya artêşa Tirk a li qadên gerîla berdewamiya pêkanînên çeteyên DAIŞ'ê ye û got, "Hemû zindiyên li Kurdistanê, bi ser de cenazeyên xwe jî tine dikin. Ev di Îslamê de guneh e û heram e."

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a 14’ê Nîsanê li dijî herêmên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê, dewam dikin. Artêşa Tirk a ku nikare berxwedana gerîla bişkîne, bi bikaranîna çekên kîmyewî li qada şer û pêkanînên derveyî mirovahiyê yên li hemberî cenazeyên xwe derdikeve pêş.

Serokê Giştî yê Partiya Îslamiya Kurdistanê (PIK) Hikmet Serbilind, şerê li qadên gerîla û kiryarên artêşa Tirk ên bomberdûman û şewitandina cenazeyên leşkeran ji ANF'ê re nirxand û got, dewleta Tirk li ser esasê tinekirina hemû Kurdan û gelê Kurd e.

DIVÊ KURD BI YEKDENGÎ LI DIJÎ VAN TIŞTAN DERKEVIN

Serbilind diyar kir ku artêşa Tirk li hemberî gerîla bi ser neket û ji ber vê jî çekên qedexe bi kar anî û got, “Li gorî dewleta Tirk tinekirina hemû Kurdan rewa ye. Di serhildanên Kurdan yên dîrokî de gaza jehrî bi kar anîn. Li Dêrsim û Zîlanê bi gazên jehrî êrîşî gelê Kurd kirin. Berê jî gelek caran li dijî gerîla ev gazên jehrî hatin bikaranîn. Divê gelê Kurd bi yekîtî û yekdengî li dijî vê hovîtiyê derkeve. Divê bi ruhekî neteweyî tevbigere. Li dijî van polîtîkayên îmhayê divê gelê Kurd bi hev re bin. Îmhakirin ne tenê li dijî hêzên gerîla, li her derê li dijî Kurdan pêk tîne. Li Rojava pratîkê dike û DAIŞ û çeteyên mîna wê perwerde kiriye li dijî Kurdan dide şerkirin. Dewleta Tirk hebûn û jiyana xwe li ser tinekirina Kurdan ava kiriye. Hemû destkeftiyên Kurdan ji bo xwe wek xeter dibîne. Li hemû cîhanê dijminatiya Kurdan dikin. Ev êrîşên nemirovane û hovane yên dewleta Tirk ji bo Kurdan pirseke neteweyî ye. Li dijî van êrîşan divê gelê Kurd bi yekîtî û yekitiya neteweyî tevbigerin.”

DIVÊ EM BIKIN KU NY GAVAN BIAVÊJE

Serbilind bi bîr xist ku bikaranîna çekên kîmyewî li gorî peymanên navneteweyî qedexe ye û dewleta Tirk jî alîgirê van peymanan e.

Serbilind bang li hemû Kurdan kir ku bikevin nava liv û tevgerê da ku bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li dijî hêzên gerîla ji aliyê heyeteke di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de bê lêkolînkirin.

Serbilind da xuyakirin, ku divê were fêmkirin ku artêşa Tirk ne tenê li dijî hêzên gerîla, li dijî tevahiya gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne û got, "Li erdnîgariya Kurdistanê hemû zindiyan tune dikin. Li gorî baweriya me Îslamê bikaranîna çekên kîmyewî heram e û gunehê herî mezin e. Li qadên şer parastina zindiyan, zarok, jin û kalan ferz e. Û divê ev çek li dijî wan neyê bikaranîn. Divê ti çek zirarê nede wan. Lê mixabin dewleta Tirk çekên herî modern ên serdemê li dijî Kurdan bi kar tîne. Li her derê bi dronên biçek Kurdan qetil dikin. Hemû herêmên ku Kurd lê dijîn bombebaran dikin. Ji bo wan ne tenê gerîla, hedefa wan tevahî gelê Kurd e. Divê em bi ruhekî neteweyî tevbigerin û sûcên şer ên dewleta Tirk eşkere bikin da ku li dadgehên navneteweyî bên darizandin. Divê em hemû delîlên ku di destê me de ne radestî rêxistinên navneteweyî bikin. Divê heyeteke di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de biçe Başûrê Kurdistanê û li cihê bikaranîna çekên kîmyewî kontrol bike. Divê em her tiştî bikin. Di vê mijarê de divê Kurd bi hev re tevbigerin. Divê êdî hemû Kurd fêm bikin ku; hedefa dewleta Tirk ne tenê partî û hêzên gerîla ye, hemû Kurd di hedefa dewleta Tirk de ne.

LI SER OLÊ JI XWE RE HINCETAN AVA DIKIN

Serbilind da zanîn ku dagirkeran di şerê qirêj ê li dijî Kurdan de bi axaftinên olî ferasetek çêkir û got, “Dînê Îslamê ola bindestan e. Ola me mafên bindestan diparêze. Şer tu carî ji bo desteserkirina axa mirovên din nayê kirin. Lê yên ku mafên wan hatine desteserkirin û çewisandin ji bo parastinê şer dikin. Gelê Kurd bindest e. Li ser axa xwe di bin zilmê de ye. Dewleta Tirk li erdnîgariya Kurdistanê zilmê li Kurdan dike. Hemû rêbazên xwe yên şerê qirêj li dijî Kurdan bi kar tîne.”

ÎMHAKIRINA CENAZEYAN HERAM E, ZILM E

Serbilind anî ziman ku dewleta Tirk li qada şer cenazeyê xwe îmha dike û diyar kir ku tunekirina cenazeyan heram e û got “Cenazeyên xwe dişewitînin. Cenazeyên xwe dişewitînin da ku nekevin destê gerîla. Cenazeyên zarokên mirovên belengaz ên ku bi zorê şer kirin, dişewitînin. Li gorî Îslamê ev zilm e. Vê hikûmetê her tim Îslam bi kar aniye. Ev şerê qirêj ê li dijî kurdan weke ‘cîhadê’ dibîne. Bifikirin, dewleteke ku cenazeyê leşkerê xwe bişewitîne. Li gorî edetên Îslamê divê cenazeyek bê definkirin, veşartin an jî şuştin. Ger ev li qada şer be, îmkan tune be jî, divê ew cenaze bi awayekî însanî bê definkirin. Dewleta Tirk bi darê zorê zarokên feqîran di bin navê ‘cîhad’, ‘welat’ da bi darê zorê dibire şer. Cenazeyên leşkerên di şer de jiyana xwe ji dest dabûn radestî malbatên wan kirin.

FERASETA WAN Û DAÎŞ’Ê YEK E

Serbilind bal kişand ser hedîda  “Şikandina hestiyên miriyan wek şikandina hestiyên zindiyan” û got “Şewitandina cenazeyan wek şewitandina mirovên zindî ye. Dewleta Tirk bi vê hovîtiya xwe dixuye ku li dijî Xweda û Pêxember şer îlan kiriye. Zarokên gelên bindest dişînin şerê qirêj. Û cenazeyên kesê mirî jî dişewitînin. Bifikirin, ev yek travmayekê li mirovan çêdike. Kesên ku cenazeyê zarokê xwe nebînin wê çi bikin? Wê bi salan li benda wî bimîne. Dê, bav, bira, xizm û derdora wî , wê bi salan li hêviya wî bin. Ev jî dijminatiya di navbera her du gelan de zêdetir dike. Kesê ku dibêje ez misilman im, mirov im, demokrat im, divê li dijî vê hovîtiya dewleta Tirk derkeve. Ev têgihiştin derdixe holê ku hikûmet jî xwedî heman feraseta DAÎŞ’ê ye. DAÎŞ perwerde kirin. Di bin kontrol û desteka wan de mirovên sax dişewitandin. Wana cenaze dişewitandin. Feraseta DAÎŞ’ê didomînin.”